
Bêwar Birahîm:
Jin di civatên piraniya welatên cîhanê de, bûne serperiştên gelek cihên zîz û astbilind, digel vê yekê jî, jinên wan qayil nabin û bi hemû hêz û şiyanên xwe li ber xwe didin, da cihên desthilatdariya herî bilind weke serokatiya welatan bi dest bixin. Berovajî vê berxewdana bêhempa ji aliyê jinên wisa ve, azadiya sexte ya jinê li rojhilata navîn bê şerm xwe berz û eşkere dike. Çima azadiya sexte? Ji ber di piraniya hewldanên azadkirina jinê de li vî parçeyî ji zemînê tev bê encam in, sloganên ku bê kirin, an gotin hene, lê kar çolistana ji rewrewkê ye. Dibe ku sedem ji deshilatdariya mêr a hişk be, lê ne jin û ne mêr li sedema vê desthilatdariyê napirsin, a rast xwe naêşîn in ku ta vê pirsê ji xwe bikin. Gelek caran ez li ber pirsa Sigmund Freud “ Jin çi dixwazin” radiwestim. Bi rastî ez jî dikevim wê susretê, ka jin çi dixwazin? Gelo jîrbûn û zîrektiyê dixwazin? Rûdarî û desthilatdariyê dixwazin? Maleke gerim bi mêr û zarok dixwazin? Berbînî pir in, lê encama naskirin a daxwazên wê ne diyar in. Ji ber nenaskirina van daxwazan, piraniya mêran dikevin rav û dafikin nepenî, dema xwe şareza dibînin û li qaqilê derve yê zayinda jinê dikulib in û bê ramandin wî qaqilî dikin duruşm û li ser dilên pêvajoya azadkirin a jinê ve dadiliqînin.
Çi mirov be, bê ku em cudabûnê bikarbînin, ka jin e yan mêr e, ku bi çavekî ewarte li xwe mêze bikin û rê nede çavin din ku bi kêmanî ji dûr de lê temaşe bikin. Tekez, wê neynika zanyarî ya wî (wê) zingargirtî be, hingê ew bi xwe jî nema xwe dibîne. Em di sedsala 21 ê de dijîn û xwe qayil dikin ku azadiya gelek cûreyên jiyanê me bidest xistine û di serî de, azadiya jinê, lê mixabin ku neynika me ji zingarê reştarî bûye û rastiya dirûvê me nema tê de xuya dike. Heger em kultura xwe bikin nimûne, wê bi sedan dîmen xwe li ber çavan dûrêz bikin, dîmenên herî azad di derbirîn û behremendiya kultur a kurdî de di derbarê laşê jinê de hene, lê ew jina reben “kezîzera xwediya memikên gilover, mîna penîrê koçer, her dugvêşe av tê der” di kîjan qoncika azadiye de dijî, ji wê serdema ku ev stiran tê de navdar bûye ta vê serdemê, ev “ kezîkur” di bin nîrê çi agirî de jiyana xwe berdewam dikir? Gelo, berovajî wê, ger jinekê ev stiran bigota, wê çarenûsa wê çi ba? Gelo ji mafê mêran e ku li ser laşê jinê helbestan, vekolînan, roman û fîlman çêbikin…, lê ne ji mafê jinê bi xwe ye – em nabêjin li ser laşê xwe biaxive- lê bikêmanî, li ser çiyayê wan êşên ku ji bin serê laşê wê li ser kezeba jiyan a wê hatine bicihkirin biaxive?.
Di civata me de, jin an serdest e, mêr li ber qels û lawaz e, yan jî bindest e, û şevên wê bi hêsran avdayî ne. Em xwe payebilind dikin û bi pozbilindî dibêjin, jin bûne bijîşk, parêzer, serfermandar, bûne û bûne….., lê dumahiya van bûneyan baskên şikestî ne li ber mineta sîk û sîberên mêran.
Dema civakê xwest hinekî ji gunehê xwe derbarê jinê sivik bike, di salê de jê re cejnek terxand û ev roj bi sernavê cejna Jinê pîroz kir, lê bi vê kirinê guneh girantir bûn û pîrozbahî hate binpêkirin, ji ber terxandina rojekê ji jinê re, dîdevanê desthilatdariya mêran e û paşketina civakê ye. Çareserkirina pirsgirêk a jinê û azadiya wê, ne bi terxandina rojekê ye, veqetandina vê roj a taybet bi jinê, jê re nabe dilxweşkirin, lê di baweriya min de, ev yek dibe henekpêkirin.
Em di sedsala 21 ê de ne, hê jî xwîna jinê di serşokên şuştina namûs û şerefa mêran de diherike. Divê em li xwe mukur bên, ku em hê jî negihane wê hevsengiya rast û resen di navbera jin û mêran de, ji ber têgihiştina me ji azadî ya jinê bi awayekî berovaj hatiye naskirin, jin ji kevirê albeşk û hesinê pola hişktir e û ji sira baye sibehê nermîntir e, lê jiyanê hîn ew derfeta berfireh jê re amade nekiriye ku vê hişkbûn û nermîniya xwe di nav hev de bihûne û bike werîsê rizgarbûna xwe ya rast û resen. Dibe ku destê jinê bi xwe di azadiya wê ya sextet de hebe, dema bê ramandin xwe dispêre siha mêran û mîna balendeyeke basikşikestî, jiyaneke bi minet û koletî diqedîne.
Azadî di çarçoveya komeleyekê, yan partiyekê, yan rêxistinekê û yan bajarekî de nabe azadî. Şert û mercên herî giran ku civat bitevahî vê azadiyê bipejirîne û bi hemû hêza xwe palpiştiya vejandin û parastina wê bike li himberî şepêlên nerînteng mîna Islam a radîkal, ku serê lîsta sezayên wê her dem jin û recmkirina we ye.
Mixabin û bi qasî dûrbûna ezman ji erdê, mixabin ku me azadiya qaqil bidest xistiye, lê azadiya aqil hema hema bi giranî me winda kiriye, riya lêgera wê zor zehmet e, lê ne dewrebar e.