Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Bersiv – Kovara Şar

Ciwan Şerîf

Hişê min weke ristek morîk

li ber koraniya pirsan diqetîne…

ma divê ez çavê xwe ko bikim,

qena bînahî bawer bike

ku ez di bedewiya çavê şeytên de xirboqkirî me ??

pa bera nîgatîv bihinkekê bi camêrya qulingan

û di koka leza wan de

ji dêvla behtandina çavê min re mikur werin,

pa bera hebûn û tunebûn di yek kêlîkê de

li qiraxa vê pirsa ku ez ji mêj ve

wê bi devê kerîyek pezkovîyê bi girr kayin

dikim,

pêrgî hev werin,

pa bera hew carekê karibim tama jiyanê

weke şekirekî zeft bikim,

wek wî şekirê gerim,

ê min ji destê wê mamosteyê digirt

tevî ku çavê zaroktiya min

bi bersivên zerhimî qamçî dikir !

Pa bera ez jî li dawiya vê xerçkirnê

di ardîlana xwe de

mendehoş bim ?!!..


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170