Hêmin….şagirtê sirûdbêj

Ebas Mûsa:

HIMG_8032êmin zarokekî 10 salî ye, ku li gundê Digirê yê girêdayî bajarokê Tirbespiyê li rojavayê kurdistanê dijî, û bi kêfxweşiyeke mezin diçe dibistanê. Dema ez li waneyeke wan amede bûm, fêrî zimanê kurdî dibûn, ku waneyên wan bi giştî bi zimanê Erebî ne, û bi tenê sê waneyên zimanê kurdî di heftiyê de hene.

Di rûyê wan de, ew hezkirina mezin ji zimên re xuya dikir. Bi serbestî dixwendin û dinvîsîn, û bi serbestî sirûd dixwendin. Di dawiya waneyê de sirûda “Ey reqîb” tê xwendin. Hêmin jî weke zarokan bi hêz sirûd dixwend, wekû ku dixwest dengê wî bighêje devereke dûr.

Desthilatdariya Bais di dirêjahiya 40 salî de, ji bilî sirûdên Bais ne dihişt ku di dibistanan de bêne xwendin. Di gundin wekî Digirê de jî ku tevahiya nişteciyên wê kurd in, ev pergal dihate birêvebirin. Hêmin di sala yek û dudiyan de ji xwendina xwe gihişte wan sirûdan, lê wateya wan nizanîbû.

Dema ku em derketin, Hêmin bersiva min da, ser sirûda (Ey reqîb)  û got “ ez dizanim ku ev sirûd girêdayî miletê kurd e».

Di çiriya pêşî de ji sala 2012 an, Saziya Zimanê Kurdî (SZK) biryarek da ku zimanê kurdî dê wê di dibistanan de û bi awayeke fermî bêye fêrkirin, (SZK) mamoste şandin dibistanan, lê di encama vê biryarê de rêveberiya perwerdêyê ya giştî ya girêdayî rêcîmê, bi daxwaza Bais biryarek derbarê van dibistanan stend, da ev dibistan bêne girtin.

Piştî 45 rojan ji girtina dibistanan (SZK) gihişte rêkeftinekê bi rêveberiya perwerdeyê re ku zimanê kurdî were perwerdekirin di dibistanên ku di tax û gundên kurdî de ne.

Dema ku me dixwest (Ez û Hêmin) em beşdarî waneya kurdî bibin, du zarokan dixwestin ku derkevin, ez bi kurdî bi wan re axivîm, lê bi erebî li min vegerandin, min bi ken ji wan re got: (hûn fêrî zimanê kurdî dibin) bi erênî vegerandin, û bilez çûn, Hêmin bi dengekî hêdî ji min re got ku ev zarok ji erebên Xemir in, ên ku li qiraxa gund dijîn, û pirê caran di dema waneya kurdî de ew diçin malê.

Hêmin ( li gorî temenê xwe yî piçûk) nizane ku fêrbûna zimanê kurdî çendî zor bû, û çend kes ji bo vî zimanî ketin zindanan, û çendî zor bû xwendina sirûda ( Ey reqîb ) ya ku aniha di dawiya waneya kurdî de dixwînin û bi dengekî bilind jî.

Dema wane bi dawî bû û şagirtan dest bi ( Ey reqîb ) kirin, girinijînek ji rûyê mamoste dawerivî.

Dema ku min ji Hêmin pirsî, ka çi cudayî heye di navbera pola yek, du, sê û çaran de, Hinekî rawestiya û destê xwe ber bi polê de kir: “ li vir wêneyeke Beşar El-esed hebû, lê aniha tune ye, û aniha em hînî zimanê kurdî dibin.

M.M.Seîd Mamostê zimanê kurdî ye, û ew e yê ku waneyên din jî dide, ew jî ji gund e, M.Seîd ji beriya 25 salan xwe fêrî zimanê kurdî kiribû, wê dema ku Bais bi hemû awayan dijîtiya kurdan dikir, bi taybet dijîtiya zimanê kurdî.

Tevî ku fêrkirin hîn ji rêbazên wezareta perwerde ya giştî ya Sûriyê ne, lê hêvîya yekîtiya mamosteyan li Qamişlo heye ku di paşerojê de karibin zimanê kurdî firehtir bikin, û bibe zimanekî fermî, her wiha karibin rêbazeke yekbûyî bi zimanê kurdî amede bikin.

M.Seîd dibêje: “ ku yek ji encamên herî girîng di vê şoreşê de ew e ku derfet ji fêrkirin a zimanê kurdî çêbû ye “, ji ber dibîne ku zimanê kurdî hebûna kurda ye.

Li seranserî Rojavayê Kurdistanê navend, û dezgehên zimanê kurdî hatine damezrandin, da ku tê de zimanê kurdî fêr bikin. Lê ew salên qedexekirin û dorpêçkirina zimanê kurdî yên dirêj, dihêlin ku çi gav were avêtin piçûk xuya bike.

Hêmin û nifşek mezin dê fêrî zimanê kurdî bibin û sirûdan bixwînin bêyî ku bitirsin ji binçavkirinê.

Tags