Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Hevpeyvîn bi Daryûs Derwêş re – Kovara Şar

 

– Dadmendiya veguhezane wekû têgeh tê çi wate yê?

Dadmendiya Veguhezane (DV) ji du xalên sereke çêbûye, yek jê: Dadmendî, ango ew karên ku bihêlin yasa bi xwe serdest be di dewletê de, ne karên ku mirov bi xwe mafên xwe bidest xîne. Ya din: veguhezandin ji rêcîma dîktator ber bi rêcîmek demokratîk ve.

Têgeha fermî ya Dadmendiya Veguhezane li gorî Navenda Navdewletî (ICTJ) ev e: Komek ji pîlanên dadwerî û ne dadwerî yên ku dewletên cihêreng pêk anîn, ji bo çareserkirina kiryarên binpêkirina mafên mirovan ên ku hatibûn kirin. Ji wan pîlanan, şopandina dadwerî, komîtên rasteqîneyê, programên çaksazkirina dezgehan.

947315_10152849911660704_1897047307_n
Daryûs Derwêş: Endamê navenda Sûryayê ya Dadmedniya veguhezane- Mes’a

Wateya vê têgehê têye xuyakirin, çaxa ku binpêkirina mafên mirovan ji demek dirêj ve çêdibe, yan jî bi rengekî berfireh li

dijî miletekî tê kirin. Di vê demê de kesên ku beşdarî kiryarên binpêkirnan bûne gellek in, û dadgeh bi tena xwe nikarin çareyekê bibîne. Ne tenê ev, lê ji ber ku li cîhanê bitevahî çaxa siyasetmedarên her du aliyên nakokiyê dighêjin peymanek siyasî ji bo rawestandina pevçûnan, mafên kesên ku bûn qurbana wê pevçûnê winda dibin. Ji ber vê yekê jî, (DV) kar dike ku mafên wan kesan were bidestxistin, lê dibe ku bi rêyin ji bilî dadgehan be jî.

– Çi pêwîstiya dadmendiya veguhezane ye?

Pêwîstiya (DV) ew e ku bighêje lihevhatina niştîmanî, tevî ku daxwaza (DV) ne tenê ev yeke, lê em guman dikin ku tenê (DV) dikare bighêje vê armancê, ji ber:

(DV) tenê dikare li ser mafên kesên ku bûne qurbana pevçûnê rawste, û xebatek zanistî û karêger di ber de bike, di rêya rêxistinên civaka sîvîl re -dengê kesên jar û bêhêz- ên ku bûn qurbana nakokiyê.

(DV) tenê dikare li ser dirustkirina asayişin nû kar bike, bi rengekî ku carek din ew binpêkirinên berê yên di derbarê mafên mirovan de neyêne kirin di paşerojê de.

Ji ber van har du xalan, em dikarên bibêjin ku (DV) tenê dikare çavsoriyê di navbera millet bi xwe de rake, ji ber ew ê kar bike ji bo vegerandina mafên kesên ku bûne qurban, û di heman demê de jî, kar dike da carek din ew mafên han bindest nebin.

– Çi têkilî di navbera dadmendiya veguhezane û civaka sivîl de heye?

Em dûr naçin ger em bibêjin ku bê civaka sîvîl (DV) wê çê nebe, ne jî bêyî hukûmetek demokrat. Pêwîstiya civak a sîvîl ew e ku bibe dengê kesên ku bûne qurban, û karên civakî bike weke xebata ji bo aştiya sîvîl, giftûgoyan amade bike, û rê bide pêşiya yasayek ku destê partiyan di (DV ) de ne xurt be.

– Xalên girîng di pêkanîna dadmendiya veguhezane çi ne?

(DV) wê ne ew be, ger ne giştî be, Ji mafên hemû kesên ku bûne qurban li wî welatî. Wê ne ew be, ger yasa ya (DV) bihêle ku kesin ji dadmendiyê bazdin. Wê ne ew be, ger (DV) li ser çaksazkirina dezgehên dewletê kar neke. Bi rengekî ku nehêle careke din binpêkirina mafên mirovan dubare bibe.

– Rola civak a sivîl û rêxistinan di hişyarkirinê de ji bo pêkanîna raman a dadmendiya veguhezane çawa ye?

Bi taybet ev rol ji civaka sîvîl tê xwestin, hişyarkirina bo (DV) xurt bikin, di nav milet û serokên civakê de. Civaka sîvîl dikare roleke baş di avakirina (DV) de bilîze, di rêya avakirin a hevnêrînek dirust re li ser (DV) di nav millet de, û wê ev pêk neyê ger millet ne hişiyar be ji wateya vê têgehê re.

– Rewşa Sûriya yê di bin siya tawanên ku dibin de, wê çawa derbasî qonaxa Dadmendî ya Veguhezane bibe?

Di vê qonaxê de, rewşa Sûriya yê ne taybet e, gellek welatên din li cîhanê di rewşek wisa re derbasbûne, gellek ji wan (DV) li cem xwe biser xistin, û li deverin din têkçû.

Lê eger taybetmendiyek Sûriya yê hebe, wê ew be, ku milletê Sûriya yê bi rengekî berfireh û bi kêfxweşî dikare (DV) bipejirîne. Milletên Sûriya yê, bitevahî, kultûra lêborînê li cem wî heye, ev kultûr di nav civakê de jiyana xwe dibîne û bi rengekî rojane, çi di gotinên bav û kalan de, çi jî di rengê têkiliyên civakî de. Ev kultûr wê karibe rahêje barê herî mezin ji (DV).

– Çawa wê danûstandin bi binpêkirina mafên mirovan re hebe?

Sê xalên girîng hene ji danûstandinê re di vê mijarê de:

binpêkirin gerek bêne naskirin da sûc winda nebin.

binpêkirin gerek  ne bêyî lêborîn be.

binpêkirin gerek bêyî ku mafên ew kesên bûne qurban venegerin, pûç be?

Bêguman, (DV) ava bûye li ser mercên ku ti carî erê nebe li ser windabûna sûcê wan binpêkirinan, an jî mafên ew kesên ku bûne qurban bêne xwarin.

– Tu dikarî li ser hindek nimûneyên ku pêk hatine di warê dadmendiya veguhezane de biaxivî?

Gellek nimûne hene ji pêkanîna (DV) re li seranserî cîhanê, yên herî berbiçav ên Arcentîna, Başûrê Afrîka, û li dewletên Erebî mîna Marogoyê. Ev sê nimûne ne, her yek ji wan taybetmendiyek wê heye, li Arcentînayê piştî deh salan ji guhertina rêjîmê, ji nû ve dest pê kirin ku ew kesên bersûc werin dadgehkirin, ji ber bû mercek ji guhertinê re, da serokên rêjîma leşkerî li wir bên lêborînkirin.IMG_1014

Li Başûrê Afrîkayê cara yekemîn bû ku bi awayekî vekirî û fermî komîta lihevanîn û rasteqîneyê bi serokatiya (Desmond Tutu) re dest bi lêborînê kir, ji wan kesên ku dibêjin  em şaş bûn û agahiyan dibêjin ku dihêlin tawanbarên mezin bên girtin.

Li Marogoyê (DV) çêbû bêyî guhertina rêjîmê -wekû ku milletê Sûriyayê dixwaze- gavek mezin di hêla demokratîkê de çêbû, lê pergala dewlet û kesên wê man weke berê.

Em dikarin vê bibêjin, li her deverek ji cîhanê taybetmendiyek (DV) heye, ev ji bingehên vê têgehê ye, ger her milletek têgehên xwe di vî warî de çêke.

– Wê çawa dadmendiya veguhezane cêbecê bibe?

(DV) divaye ku di qonaxek amadekirinê re derbas bibe, amadekirin ji bo avakirina têgeh a (DV) di navbera millet de bi awayekî dirust bibe, û di navbera serokên civakê de jî, her wisa amadekirina dosyayên binpêkirinan ji bo dadgehên herêmî yan jî navdewletî re.

paş re avakirina yasayek bo (DV) piştî ku desthilata zagonek demokrat çêbibe, ev yek jî gelek kar jê re gerek e, nemaze ji hêla rêxistinên mafên mirovan yên herêmî û navdewletî, û rêxistinên ku li ser (DV) kar dikin.

– Di civakên ku nakokî tê de berdewam e û yên piştî bidawîkirina nakokiyan de, rola deshilat a zagon û dadmendiya veguhezane yê, çawa ye?

Bêguman, ev karê (DV) ye, çi di civakên ku nakokî tê de heye, yan jî yên ku ji nû ve nakokî derbasî civakê bûye.

Di vê yekê de, rêxistinên civaka sîvîl ên ku li ser (DV) bi rengekî berfireh kar dikin, dixebitin ku yasa ya (DV), desthilata zagon derxe, da mafên ew kesên ku bûne qurban tê de hebin, û çawa destên siyasî yên partiyan jî jê derxin. Rola desthilat a zagonê ew e ku yasayek durist ji bo (DV) derxe rojevê, û rola rêxistinên sîvîl ên (DV) ew e ku bi bandor bin ji bo pêkanîna vê yasayê, û xebatê bikin da vê yasayê bikar bînin di nav civakê de piştî ku derkeve û bi rengê ku ew bixwazin.

– We ti kar ji bo amadekirina zemînekê ji dadmendiya veguhezane re li herêma kurdî kiriye?

Karê me li herêmên Kurdî hîn bi awayekî xurt dest pê nebûye, me karin kirine da bingehek ji (DV) re ava bikin di nav Encûmenên navxweyî de , lê hîn ev kar bidawî nebûye.

– Projeyên we ji bo paşeroja dadmendî ya veguhezane di herêmê de çi ye?

Em ê li ser sê xalan kar bikin di herêma Kurdî de:

Em ê kar bikin ku (DV) li herêma Kurdî ne cuda be ji prosêsa ku li Sûriyayê çêdibe. Ger cudabûn çêbibe di navbera her du prosêsan de, wê herêma Kurdî ji xeleka encamên ku (DV) dixwaze bighêje wan derkeve, û paş re dê ji xeleka karên çaksazî û bijardina kesên ku bûn qurbana şofîniyeta rêjîma Sûriya yê jî derkeve.

Em ê kar bikin ku çareseriyek ji mijara kesên ku bêyî mafên niştecîbûnê ne bibînin.

Emê kar bikin ku çareseriyek ji mijara zinar a Erebî re bê danîn.

– Di nerîna te de, ta çi astê wê têgeha dadmendî ya veguhezane di civakê de were pejirandin?

Wek di destpêkê de mi got, ez bawer nakim ku wê civaka Sûriya yê bi hemû pêkhateyên xwe (DV) nepejirîne, ev rastiyek e ku (DV) ne biyan e ji civaka Sûriyayê ve, lê gerek e (DV) bêye nasîn bi rengê xwe yê rast, û di vê rûdanê de ez ê bixwazim ji wan kesên ku têgeha (DV) belav dikin, ku bi rengekî rast belav bikin, û bi millet bidin nasîn ku wateya (DV) ne ew e ku kesên bersûc wê ji dadmendiyê bazdin, ne jî wan bixapînin bi gotina em dikarin her kesî bînin dadgehê. (DV) gellek pêvajoyên wê hene ku van binpêkirinan sererast bike.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170