
Ehmed Ilyas: Koçberî çalakiyek mirovant î xuzayî ye, ew bi sedemin girêdayî hundir û derve bandor dibe, û ew li gorî (Dîmografiya) tê nasîn ku ew veguhezandin e bi awayekî yekta yan komkirî ber bi devereke din de ji bo rewşek çivakî, abûrî, siyasî û yan olî çêtir.
gellek awayên koçberiyê ji hêla berjeng û taybetmendiyên wê hene, bi vî awayî:
– dibe ku koçberî hilbijartane be, ango bi vîna kes an komê dibe, û dibe jî ku bi zorê be, bi destê hêzên derve di rêya çewsandin û tundê re.. û ji wêneyên wê, veguhestina 15 mîlyon kes ji parçezemina Afrîqiya yê di navbera sedsala 16 û 17 an de ber bi Amerîka yê de, qena mîna koleyan kar bikin, her wisa bêhtirî 37 mîlyon kes ji Çîn û Hindistanê di dema piÅŸtî sala 1830 an de hatin veguhestin ber bi Europayê û her du Amerîkanan de ji bo kar.
Û ji hêla berdewametiyê ve, dibe ku koçberî demkî be ji bo demek an armaceke destnîşankirî, ku paş re yê koçber vegere welatê xwe, mîna koçberiya ji bo kar an xwendinê, û dibe ku koçberî her tim be bi mebesta niştecîbûnê li wî cihê nû.
Dibe ku koçberî rewa be li gorî belgeyin fermî ji dewleta ku wan dişîne û pêşwaz dike.. , dibe ku koçberiyek ne rewayî be jî, û koçberê ne rewa ew bi xwe hebûna wî bi gellek rengên nezagonî ye.. dibe ku kesek bi rengekî ne rewa koç bibe, lê tevî ku dema niştecîbûn a wî bidawî bibe jî ew dikare li wê derê bimîne, û dibe yê koçber bi rengekî rewa niştecî bibe, lê dê bi awayekî dijî zagon û pergalan kar bike û dibe ku yê koçber bi rengekî nezagonî niştecî bibe û bêyî ku rewşa xwe ya zagonî sererast bike.
Di piraniya şêweyên koçberiyê de gellek erênî û neyînî hene, jê pirsgirêkên tevlîbûnê û bilndbûna rêjeya tawanê û zewaca tevlihev û metirsiyên guhertina dîmografî di dewletên ku pêşwaziyê dikin, ev li kêlek ku ji şiyanên koçberan sûdeyê digrin, her wisa dibin hêzek ji bo kar jî, yan parastinê ji koçberan peyda dikin ji bo sedemin mirovahî yan siyasî.
Têgeha koçberî ya nûjen bi du hêmanên sereke ve girêdayî ye.. yê yekem, diyardeya dewlet a netewemendî û zagona regeznameyê û danîna sînoran di navbera dewletan de ve, li gorî wê mabûnê, kesê ku ne ji nişteciyên dewletê be dikeve bin mercin destnîşankirî, ji ber dewleta netewemendî, komek neteweyî ligorîhev di hundirê xwe de dicvîne û çaxa nişteciyên dewletin din koçî wê derê bibin, têye xuyakirin mîna destdirêjî li ser wê ligorîhevhatinê.
Hêmanê duyem girêdayî kişandin û qewrandinê ye. Gellek pîvanên wê hene, di destpêkê de kişandin û qewrandina abûrî ji hêla cudabûn a li ser asta pêşxistin a abûrî di navbera dewletan de, û belavbûna bêkariyê di abûriyin cihêreng. Helbet ev tişt li kêlek kişandin û qewrandina civakî mîna pirbûn a keysên serkeftina civakî û ji bilî alavên banga sorkirin a koçberiyê.. û ev hêmanên han hêsaniya çûnûhatinê û girêdana navneteweyî di rêya toreyên pêwendiyê re xurtir dike.
Hejmara koçberan li seranserî cîhanê dora 200 mîlyon kes in, li gorî serjimara rêxistin a koçberiyê ya navneteweyî sala 2005 an, 70.6 mîlyon jê li Awropa yê ye, û 45.1 mîlyon li Amerîka yê ye, 35.3 mîlyon li Asaya yê ye, bi vî awayî rêjeya koçberan di zik hev de 3% ji şêniyên cîhanê ye, û jin rêjeya wan 49.6% ji vê hajmarê ye..
Serjimar di vî warî de dide nîşan ku piraniya tevger a koçberiyê girêdayî kar e, lê rêjeya koçberên siyasî 7% ye ji hejmara giştî ya koçberan. Û koçberên ne rewa rêjaya wan di navbera 10% ta 15% an de ye ji hejmara giştî.
Rêxistina serkêş di warê koçberiyê de, rêxistina koçberiyê ya navneteweyî ye, ku di sala 1951 de hatiye damezrandin, û 155 dewlet wekû endam cihê xwe tê de digrin, û 18 dewlet wekû çevdêr, bi awayekî eşkere dide xuyan ku ji armancên rêxistinê piştgirî û birêxistina koçberiyê ye, da rûmeta mirovahiyê biparêze û giş qezencê jê werbigirin, ew jî di rêya pêşkêşkirina xizmetguzariyan û rawêj û alîkarî di çareserkirinên pratîk de ji koçberiyê re.
Her wisa rêxistin di çar warên sereke de yên girêdayî ne bi têkiliya di navbera koçberî û geşpêdanê de çalak e. Koçberiyê birêxistin dike, koçberiyê hêsan dike û koçberiya bidarêzor çaerser dike. Bodceya rêxistinê di sala 2008 an de gihişt Mîlyar dolar, ji bo perepêdana programên xwe yî belavkirî li ser 430 nivîsgehên ku di kar de ne, û li bêhtirî 100 dewletî li seranserî cîhanê belavkirî ne.
Ew sedemên destnîşankirî û li kêlek pirbûna hejmarên koçberan li seranserî cîhanê, hişt ku pêwîstî bi danîna pergalek zagonî ji bo koçberya navneteweyî hebe, ji ber azadiya tevger a welatiyan di hundirê herêma dewletê de tiştekî asayî ye, berovajî koça ber bi dewletek din de.
Di rojevê de, peymanên mafên mirovan û yên rêxistinên navneteweyî yên girêdayî wê, didin xuyan ku koçberî ‘’ mafê veguhestinê ‘’ mafek bêsînor e ji kes re; (di bin giraniya koçberiyê de û danûstandina bi wê re û her wisa encamên ku dikevin ser milê wê).
Keresteya 13 an ji daxuyanameya cîhanî ya mafên mirovan, çûyîna nişteciyan ji welatê xwe qedexe ye, ev nayê wê wateyê ku ji yê ne nişteciyên wê re azadî heye ku derbasî herêma dewletê bibin, mafê çarenûsa koçberan vedigere dewletê li gorî bercewendî û şêweyê ewlehiya wê û di heman demê de jî parastina mafên koçberan.
Û tiştê ku xuya dibe piraniya peymanên navneteweyî yên girêdayî koçberiyê balê dikşînin ser mijara koçberî ya bi mebesta kar. Û ev di hundirê peymana ku hate girêdan di rêya rêxistina kar a navneteweyî de ji bo koçberiya bi mebesta kar sala 1949 an û peymana slal 1975 an, û peymana sal a 1958 an( ji bo ciyewazbûna di bikaranînê de), û peymana 1960 ji bo hevhêziya keysan û bidawîkirina ciyewazî ya li beramberî karkeran heye..ya ku guhdaneke mezin da doza karkerên ku bi rengekî ne rewa koçber bûne, ji ber dibe ku li pêrgî çewsandin û danûstandinek ne baş werin.
Lê mijara koçberiyê bi mebesta ku ji bo standina mefê penaberiya siyasî yan mirovahî be, ew têgeha wê ya taybet û serbixwe ta radeyekê heye, tevî ku dikeve bin xala çalakî ya koçberiya navneteweyî. Di rêya taybedmendiya bingehên ku penaberiyê li ser asta navneteweyî birêxistin dike, û di hebûna rêxistinên navneteweyî de yên ku guhdanê didin vî şêweyî ji şêweyên koçberiyê, nemaze di hundirê guhdana lezok de ji aliyê civaka navneteweyî ve bo dozên mafên mirovan, ku nerîtek navneteweyî çêbû li ser qedexekirina vegerandin a penaberan an koçkrina wan, ger sedemên penaberiyê hebin. Her wisa doza penaberiyê ji girîngtirîn doz in di hundirê birêkariya bilind de ji penaberan re ya girêdayî neteweyên yekbûyî.
Di rojevê de, helwestên dewletan ji peymanên navneteweyî re yên girêdayî koçberiyê, di pileya yekemîn de bi bercewendiyên xwe yî abûrî û civakî û xwestekên ewlehî ve bandor dibe, û xuya dibe ew dewletên ku pêşwaziya penaberan dikin, mîna dewletên Awropî û Amerîka ya bakûr siyasetin cihêreng û demane li beramberî diyardeya koçberiyê birêve birin. Di dema berî sala 1985 an de ev dewlet koçberî ji bo xwe xurt dikirin, nemaze koçberiya kesên behremend û karker jî, li kêlek ku koçber mafin taybet di zagonan de jî bistînin. Lê di navbera salên 1985 û 1995 an de siyasetin hişk ji bo koçberiyê hatin holê, nemaze piştî diyarbûna aloziyan di navebera karkerên navxweyî û yên koçber de, û ji nîşanên herî xuya ser wî tiştî retkirina dewletên Awropî yên ku li ser peymana neteweyên yekbûyî bo mafên mirovan ên koçber di sala 1990 de erê kiribûn. Lê piştî sala 1995 an dewleta ku pêşwaz bû danûstandinek hişk bi koçberiyê re birêve bir.. di bin siya ku bi siyaseta deriyên girtî de hate bi nav kirin. Icar koçberiya rewa bû bi rengekî hilbijartane, li kêlek emzekirina gellek peymanên duyane û yên herêmî, da li hemberî koçberiya ne rewa û vegerandina koçberên ne rewa rawestin.
Aniha dewletên pêşketî yên ku pêşwaziya koçberan dikin, siyasetin hilbijartane di hilbijartina koçberan de birêve birin, ji hêla netewe û şiyan û temenên wan. Ji ber vê yekê dewletên Awropî û nemaze piştî tevlîbûna dewletên Awropa ya rojhilat bo yekîtiya wan, dixwazin ku koçber ji hundirê dewletên yekîtiyê bin. Û ew qewarek ne hindik e. Ji ber hejmara koçberan di hundirê dewletên yekîtiyê de gihişte 1.8 Mîlyon. Ango 85% ji geşbûna şêniyeyî.
Û piraniya van dewletan pergala KOTE bikar tînin, a ku rê dide pêşwazîkirina hejmarek destnîşankirî ji koçberan, û bi awayekî hilbijartane. Li kêlek girêdana peymanin duyane yan herêmî bi dewletên tiranzît re yên ku di rêya wan re koçberên ne rewa derbas dibin bi mebesta damezrandin a komîtin hevbeş bo çavdêriya sînoran û astengkirina hatina koçberan. Ew bi xwe çareseriyin ne biserketî ne, ji ber bingeha pirsgirêk a koçberiyê ya ji dewletên ne pêşketî re; ne tenê di warê abûrî de çareser nake, divaye ku rewşa wan baştir bikin, ew jî ger çareserkirinin din werin pêşinyarkirin ku avayî bin li ser bingeha geşkirin a abûriyên dewletên ne pêşketî, û alîkariya wan ji bo ku pirsgirêkên xwe yî civakî çareser bikin, da karibin hinek aramiya siyasî biparêzin a ku rê li pêşiya karê geşmendiyeke giştî vedike.
Werger:XoÅŸman QadoÂ