
Cad Elkerîm Elcibayî
Wergêr: Ebdelah Şêxo
Welatperwerî, wekî ku me berê me anî ziman, peyrewî û endamtîyeke têgihiştî û qutebir e, bo dûgela niştimanî ya nûjen, li ser binetara mafên şarwer û ramyarî yên wekhev û erk û pêgirîyên van mafan; ji ber ku welatperwerî peyrewî û endamtîyeke gihiştî û qutebir e, ramyarî û sincî ye, bo komeke ramyarî ya nûjen ku ew miletê nûjen e yê ku pêşveçûna dîrokî tevina wî rêsaye, ne xewnên utopîyayî û dilxwazîyên xweberî û ne jî eletewşîya aydîyolojîyane, neteweyî, îslamî yan proleteryayî. Û me destnîşan kir ku layîkî kakilê miletê nûejn û kakilê dûgela niştimanî/neteweyî ya nûjen e. Û me xwe spart danasîna Carl Marx ya dûgelê ku ew “jîyana cihêwaz a kesan e” li hemberî jîyana wan a taybet û takekesane, û me destnîşan kir ku dijîtîya dîyalektîk di navbera jîyana kesan a taybet di civaka şarwer de û jîyana wan a cihêwaz a giştî di dûgela ramyarî de, ew dîmena rastîn a rasterast e ji dijîtîya dîyalektîk di navbera civaka şarwer û dûgela ramayarî yan dûgela niştimanî de. Û pişt re em gihiştin encamekê ku danîna layîkîyê li derveyî çarçoveya vê dijîtîyê, dê wê bike aydîyolojîyeke layîkane li beranberî aydîyolojîyên olî, zavî û hizirî yên din.
Dijîtîya dîyalektîk di navbera jîyana kesan a taybet û takekesane û jîyana wan a cihêwaz a giştî de, ew bi xwe ye dijîtîya di navbera kesê xwezayî yê ajotî bi destê pêdivî, berjewendî, dilxwazî, kam û nîyazên xwe de… Û hemwelatîyê ku xwe bi nirxên qencî, maf û bedewîyê ve girêdide. Û jixwe ne hêjayî gotinê ye ku mirov bi nasnameya xwe ya giştî, gelemper û xas gewherê kesê xwezayî ye, û gewherê kesê hemwelatî ye û li gor vê yekê, kesê xwezayî (filan an bêvan) ew mirovê di civaka şarwer de ye; û hemwelatî ew mirov bi xwe ye, di civaka ramyarî de yan di dûgela niştimanî de.
Hemwelatî têgiheke xas e ku vedigere zindîwerek ramyarî û sincî. Û dûgel têgiheke xas e, ku ew jî vedigere ser zindîwerekî sîyasî û sincî. Lê tiştekî xastir ji kesê hemwelatî heye û her wisa tişekî ji dûgela niştimanî heye, ji ber ku wateya kesê hemwelatî naçe serî ku neyê girêdan bi dûgela ku ew peyrew û endamê wê ye, û têgeha dûgela niştimanî naçe serî ku neyê destnîşankirin. Ev tiştê zor xas têgiha yê mirov e, yê ku vedigere zindîwerê hişmend û sincîn û vedigere koma mirovî ya hişmend û sincîn.
Mirov kakil û gewherê kesê xwezayî ye, û kakil û gewherê yê hemwelatî ye. Û hêza hemwelatîtiyê têkilîyeke/têkilîyinên xwedî naverokeke civakî, aborî, çandî, ramyarî û sincî ye di navbera hemwelatîyên dûgela destnîşankirî ji hêlekê ve, û di navbera yê hemwelatî û dûgela ramyarî de ji hêleke din ve, nexwe bingeha qayîm ya vê têkilîyê ya/van têkilîyên berdêlî her mirov e. Têgeha mirovê xas dîyar nabe di rastîyê de meger di kesan de, mê bin yan nêr bin. Kesên cihêreng di her tiştî de, yeksan û wekhev in di mirovanîyê de, çunku mirovanîya tu kesî ji ya kesê din ne bêhtir e. Û hemwelatîtî û welatperwerî dirust nabin ku neyên avakirin li ser vê bingeha mirovane. Çunku ew nabe hemwelatîtî ku ew ligel cihêkirineke nijadî, olî, zavî, etnîkî yan civakî be.
Ev e tiştê ku koma ramyarî, ango miletê nûjen, cihêwaz û nêvnas dike ji hemû komên din, ên etnîkî, olî û zavî… Û ji bilî wê, ji komên asê yên girtî, yên ku hîn astengeke cetin in di rêya pêkanîna miletinên nûjen di welatên paşvemayî de jî.
Û li gor vê yekê, mirovanî bingeha welatperwerîyê ye, û ew e ya ku dil û mejîyê wê vedike li ser asoyin ên cîhanî û mirovanîyane yên berfireh, û nahêle ku ew destê vederbûn û radîkalîyê bigire. Û jixwe me li cihekî din dît ku welatperwerîya radîkal cureyekî emperyalîzmê ye, ku ew tê de yan êrîşê dibe ser hinan yan hin êrîşê dibin ser wê; emperyalîzmeke bi karkirinê yan bi hêzê, emperyalîzmeke bi erênîyê yan emperyalîzmeke bi neyînîyê û welatperwerîya radîkal cureyek e ji cureyên faşîzmê jî.
Civakên klasîk ên paşvemayî, nola civaka me, nikarin derkevin ji nav tanên lasayîkirin û çavlêkirinê, perîşanîya paşvemayînê û tarîtîya serdemên navîn yên ku hîn hazir in di têgihiştin û karên wan de û ew nikarin ji cîhana zordestîyê derkevin meger ku ew welatperwerîya xwe li ser bingehin mirovanîyane û gerdûnî ava bikin. Mirov kesê xwezayî ye û ew e yê hemwelatî. Û ji ber vê yekê, mafên hemwelatîyan hatin girêdan bi mafên mirovan, fena girêdana beşê bi tevahîyê. Azadîya kesan bingeha azadîyê ye û mafên hemwelatîyan bingeha mafan e. Civaka şarwer a nûjen meydana azadîyê ye û dûgela niştimanî ya nûjen meydana zagonê ye. Têkilîya dîyalektîk di navbera azadî û zagonê de ew bi xwe ye têkilîya dîyalektîk di navbera azadîya xweyî û azadîya heyberî û di navbera sincên xweyî û sincên heyberî de ye. Civak û gelên pêşketî zagonê wekî azadîyeke heyberî û sincin heyberî dibînin. Em zor pêdivîdarên danîna têgiha azadîyê, têgiha sincan û têgiha zagonê ne di çandên xwe de, di têgihiştina xwe ya civakî de, di nêrînên xwe yên ramyarî de û di bernameyên partîyên xwe de. Û dixuye ku ev yek ne gengaz e berî danîna têgiha yê mirov û mafên mirovan.
Divê em şaş nebin li beranberî ramana ku em gelek “koletî û perestinan” ji xwe re dibijêrin û em aşop dikin ku bijartina me ji koletî û perestinê re bi tena serê xwe azadî ye. Hinan ji me peristina kesekî bijart; kesekî nola xwe û heye ku ew kes jê kêmtir be di warê hizirî, çandî û sincî de. Û piranîya me, yan jî me hemûyan, perestina aydîyolojîyekê yan zavekê bijart û me xwe tune kir di ber wê aydîyolojîyê yan wê zavê de, û hîn neketiye bala me ku em mirovanîya xwe, ango azadîya xwe, bibijêrin.
Çawa kesek ji me dikare xwe wekî kesekî dirust, hemwelatî û mirov bibîne heger ew xwe di yê din de danemezirîne? Û çawa kesek ji me dikare xwe damezirîne di yê din de, yê cihêreng bi etnîka xwe, ola xwe, zavê xwe, tîreya xwe, çîna xwe, hizira xwe, aydîyolojîya xwe, ramyarîya xwe, û ji bilî van heger ew kes tênegihêje ku evê “din” “ez” im û ew “ango yê din” dîyarbûna gewherê xwe yê niştimanî û mirovane ye? Demokrasî, di hêla xwe ya herî girîng de azadîya yê din e berî her tiştî, û ew misogerkirina mafên kêmara ramyarî (ya berhingar û dijber) e û misogerkirina azadîya wê ye berî ku desthilatîya zorîne û piranîya ramyarî be.
Welatperwerîyeke Sûrîyeyî nikare bê avakirin heger ne li ser bingehin niştimanî/mirovî be, û demokrasî li Sûrîyeyê pêk nayê heger neyê avakirin li ser heman bingehan? Demokrasîya em hêvîya wê dikin demokrasîyeke niştimanî/mirovî ye. Di bin ronahîya vê daxwazê de, dirdarîya (cynicism) kesê ku mirovekî gumanbar dike bi gawirî yan xinizîyê dîyar û eşkere dibe; dirdarîya wî bi hemû xwîngiranî, rûqayîmî, êrîşkarî û zordestîya xwe eşkere û belî dibe. Ez “yê din” im û yê din “ez” im, de ka em destên xwe deynin ser wijdanên xwe di derbarê xwe û welatê xwe de.
Mirovanî ne tenê bingeha qayîm a welatperwerîyê ye, belam ew bingeha azadîyê ye, heger ew ne azadî bi xwe be.