Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Qamişlo bajarê hevjiyaneke ciyewaz – Kovara Şar

Zuhrab Qado: Her du ferên aş ervanên gundiyan hûr dikirin , lê dengê balkêş ne xumexuma avê bû, lê belê yê çeqeçeqa perwanan bû, û di wê demê de xelkê ji wî aşî re digotin ‘’aşê Çeqçeqê’’, û paş re navê wî çemê ku ew aş digerand bû çemê Çeqçeqê.

Gundiyên derdora aşê Çeqçeqê – bi taybetî ji deşta Xelef Axa, deşta Mêrdînê – bi saryana sibehê re ervanên xwe tanîn vî aşî. Ji hev re digotin «em dê herin aşê Çeqçeqê ervanê xwe bihêrin û hem jî ji xwe re qamîş ji qiraxên çem bibirin û bînin malê». Vêca bi vê sedemê navê wî aşî bû aşê ‘’ qamîş lê’’, û çaxa ku xanî û qûnax li derdora êş ava bûn, navê 01748_507wî gundî – dûv re yê wî bajarî – kirin Qamîşlê. Paş re ev nav bi gellek rengan hat bilêvkirin, weke: Qamîşlê, Qamişliyê, Qamişlo, Qamişlokê û Qamişlî, lê Kurdan navê Qamişlo pejirandin.

Bi vî awayî Ebas Isma’îl kurteçîroka avabûn a bajarê Qamişloyê tîne ziman di pirtûkek xwe de.(1)

Li ber dîmena girên ku şaristaniya Mezopotamyayê di xwe de nixumandiye, li vê deşta fireh û bê ewle – berya Mêrdînê – berjewendiyên dewletên mezin û jinûgeşbûna vê axê bi hev re digihên.

Bêguman bi hevrikiya di navbera dewletên Ewrupayî li ser paşmayiya dewlet a Osmanî û piştî cenga cîhanê ya yekemîn derbarê hevpeymana (Sykes-Picot) 1916 an de, herêma Cizîrê ya navîn bû para Fransayê, jixwe herêma Cizîrê ji sê beşan pêk tê ‘’ Cizîra jorîn bû para Turkyayê û ya navîn li Sûryayê û ya jêrîn jî bi ser Iraqê de hate berdan’’.

Di sala 1922 an de artêşa Firansa gihişte herêma Cizîrê, û di sala 1923 yan de li gundê Beyandûrê ya Yûsivê Heso ji êla Hecî Silêmanan qezakî  girêdayî Dêrazorê bi navê qezaya Beyandûrê çêkirin. Û mirovekî bi navê Salim Nûh kirne Qayimeqamê wê, û efserê Fransî yê bi navê Rogan fermandarê wê yî  leşkerî bû. Di wê navberê de êlên herêmê û bi mebesta alîkariyê û nerqayilbûna ji vê desthilatdariyê re, gaziya xwe avêtin Haco axayê Hevêrkan û wî zilamin xwe şandin û Salim Nûhê qayimeqam kuştin, di encamê de Roganê efser gellek îşkence li şêniyên herêmê kir bo naskirina kujerên qayimeqam, lêbelê îşkenceya wî gihişte ku (Ebasê mihemedê Ebas ) kurê birayê Silêmanê Ebas, axayê êla Dorikan were kuştin, îca Silêmanê Ebas careke din gazî û hewara xwe avête Haco Axayê Hevêrkan û êlên derdorê.

Û ev yek bû sedema ku di 28ê tîrmeha 1923yan de, baregeha qezaya Beyandûrê were rizgarakirin û pevçûneke giran li Girê Ebas di 31ê tîrmeha 1923 yan di navbera her du aliyan de biqewime, û di encamê de leşkerên Fransayê li wê herêmê biqelin. Pişt re Fransiyan di sala 1925 an de qezakî li gundê Qîro çêkirin, lê wan dît ku ew cih ji wan re li kare, lewra wan herêma başûrê bajarê Nisêbînê û ji ber gelek sedeman hilbijartin bo ku bibe navenda qezaya wan.

Di 20ê tebaxa 1926an de, şandeya Fransî qişleya xwe liser girê ku li başûrê bajarê Nisêbînê û baregehek bo rêvebiriyê li binya wê ava kirin. Wê çaxê ji bilî qûnax û aşê Qidûr Beg ti avahî li wê derê nebûn, û ew zemîn piraniya wê milkên malbata Nîzamedîn bûn(2). Hêjaye gotinê ku efserê Fransî yê bi navê ‘’ Terrer’’ ew bû yê ku herêma başûrê bajarê Nisêbînê hilbijrat bo ku bibe bajarê Qamişlo û ji endazyarê yûnanî yê bi navê ‘’ Xeralepos’’ (3)xwestibû ku nexşeya bajêr xêz bike. Destpêkê qişleya leşkeran û baregeha rêvebiriyê û pişt re pireke li ser çemê Ceqceqê hatin avakirin, û Fransiyan Xirstiyan û pişt re Cihû û zemîndarên bajarê Nisêbînê vexwendin bo avakirina bajarê Qamişlo. Lê hin dibêjin ku mirovek hebû bi navê Seyid Hesen ew bû yê ku destpêkê li vê derê niştecih bû û konê xwe lê vegirt, û pişt re xanî ava kir û xelkê ji xwe re li dora wî ava kirin. Bêguman ev dide xuyakirin ku bajarê Qamişlo bi destê hemû gelên herêmê ava bû, Cihû, Xirstiyan, Misilman, Kurd, Ermen, Sirya , Ereb û her yek ji wan xwest ku vî bajarî xweşik û bedew bike. Bi rastî jî kêm bajar mîna Qamişlo hene, ku bi lezûbez û di demeke kurt de ava û geş dibe. Ji ber avabûna bajarê Qamişlo dide xuyakirin bê çendîn derfet li pêşya hêviyan hatin vekirin, ev lihevgihandina rengareng dê wê rûpelin nû di dîroka gelên herêmê de veke û her yek tiştê di dilê xwe de derîne û bike nîşana hebûn a xwe.

Nivîskar Konê Reş di pirtûka xwe ya bi navê Dîroka bajarê Qamişlo(4)de gellek dever û avahî û taxan tîne ziman û wiha dibêje:

Taxên pêşîn ku li bajarê qamişlo avbûne ev in:

– Taxa Cihiwan: Ev taxa ji hêla Cihiwên ku ji bajarê Nisêbînê hatibûn hate avakirin û ew li qiraxa çemê Çeqçeqê û dikeve başûrî Erasê.

– Taxa Qidûr Beg: Li rojhilatî çemê Çeqçeqê ye, ji qesra Qidûr Beg dest pê kir û xelkê dûv re li derdora wî ava kirin.

– Taxa Bişêriyê: Li rojhilatî çemê Çeqçeqê û başûrî taxa Qidûr Beg e, yekemîn mal Şikriyê Emînê Perîxanê di sala 1933 yan de piştî kuştina bavê wî, Emînê Perîxanê li Bişêriyê ava kiribû û pişt re Kurd û Xiristiyanên ji herêma Bişêriyê xwe lê girtin û ava kirin.

-Taxa Siryanan ( Wista): Ev taxa li ser zemîna başûrê Qişleya Frensî hate avakirin, piştî ku şandeyê dest danî ser û ew li Xiristyanên ku ji herêmên Tor Abdîn û Mêrdînê hatibûn, bi erzanî belav kirin.

– Taxa Aşûriyan: Li rojhilatî taxa Bişêriyê ye û ew ji hêla Aşûriyên ku ji Iraqê reviyabûn di sala 1933 yan de hate avakirin.

– Taxa Ermenan: Li başûrê taxa Cihiwan e û ew ji hêla Ermenên ku ji ber Komkujiyê revyabûn hate avakirin.

– Taxa Elî Fero ( Xerbî): Zemîna vê taxê ya Hesenê Çelebî, Isma’îlê Elo û Hisênê Edê bûn, û niştecihên wê ji Kurd û Xiristiyanên ku ji Amûdê û gundên rojavayê bajarê Qamişlo ne. Lê îro bajarê Qamişlo bêhtirê van taxan, gundên derdorê ‘’ Hilêliyê, Hilko, Enteriyê, Cirnikê, Cim’ayê’’ lê gihane û bûye bajarekî mezin û bedew.

Bêguman wekû em dibînin bajarê Qamişlo ji ol û netewan rengareng e, û her yek ji wan dixwest ku li yê dinê bêhtir bike û navê xwe lê hilde, avakirina bajarê Qamişlo mîna pêşbirkekê bû di navbera van rengan de, her yek perestgehên xwe yên olî, seyrangeh, xan û ûtêl, çayxane, aş, bazar, pîşe …. hwd, ava dikirin, ta ku bajarê Qamişlo ji devereke av û çirav, beriyeke ji qamîşan gihişte vî şêweyê ku em îro dibînin. Ta îro jî kalepîr hene dibêjin: Bavo, ev çi li dinyayê çêbû! Doh bû şûna vî bajarî guhera pezê me bû, çêregeha dewarên me bû(5).

Bi rastî jî, nexşeya bajarê Qamişlo nexşeyeke bedew û xweşik e, û ji ber nêzîkahiya wê bi nexşeya bajarê Parîsê, jê re ‘’ Parîsa biçûk’’ hate gotin, û ji ber geşbûna wê ya aborî û çandiniyê, şandeya Emerîkî ya çandiniyê di salên pêncî ya sedsala bûrî de wê bi ‘’ California ya Rojhilat’’ dane naskirin, û ji ber xêrûbêrên wê ew Bûka Cizîrê ye, Bajarê Evînê ye wekû hunermend Se’îd yûsiv wê di sitraneke xwe de bi nav dike. Qamişlo dimîne bajarê hunermend, nivîskar, pîşesaz û rengîniyê. Bajarê Kurd, Siryan, Ermen, Aşûrî û Erban, Xiristiyan û Misilmanan, Qamişlo, Qamişliyê, Zalîn û Bajarê Evînê. Derfeta hêviyan bû, da ew hêvî pêk werin.


Jêder û lêveger

 (1).Nameyek ji Gorê, Abbas Isma’îl, çapa yekemîn 2012, rûpel (43).

(2).Endazyarekî Yûnanî bû, di salên ji 1929 an tanî 1932yan de di kompaniya hêla hesinî ya Elmanî de dixebitî.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170