
Lêpirsînek li ser rewşa beşê lêpirsînan di rojnameyên rojava de .
Zana Ûmer: piştî derfeta azadiyê ji çapkirinê re li rojava, pir kovar û rojname derkertin, hin ji wan bi tevgera siyasî ve girêdayî ne, yên din jî bi dezgehên serbixwe ve. Nemaze, li ser rûpela lêpirsînê di van kovar û rojnameyan de, ev lêpirsîn min pêk anî.
Gotina navdarê rojnamegeriya lêpirsane (Michel Biliton) yê Amerîkî ku dibêje “ ti carî rastî bi destnakeve, ger ne bi naskirina pirsên lihevatî be, ew pirsên ku diva be rojnamevan wan bipirse “. Jixwe lêpirsîn, weke bêje, ji pirsê hatiye, Rojnamegeriya Lêpirsane dibe beşê herî ekadimî û pispor di nav beşên rojnamegeriyê de.
Pirsek min bi ber vê lêpirsînê ve bir, çima di rojnameyên ku li rojava de têne belavkirin lêpirsîn di nav beşên wê de bêpar in !!? Gelo ji ber ku wêrekbûn ligel van rojnameyan tune ye da dosyayên gendeliyê vekin, û li ser hin kes an saziyan lêkolîn bikin û encamên xwe li ber raya giştî eşkere bikin, an deshilata ku heye rojnamevanan digrin, ger ev be, hîn me ne bihîstiye ku rojnameyek ketiye bin pestanekê an hatiye girtin bi sedema dosyayek wisa.
Lêpirsîn |
Beşê erebî |
Hejmar |
Rûpela lêpirsînan |
Hejmara rûpelan |
Beşê kurdî |
Rojname |
1 |
16 rûpel |
123 |
Ne berdewame |
20 |
4 rûpel |
Ronahî |
0 |
3 rûpel |
9 |
Tune ye |
20 |
17 rûpel |
Welat |
0 |
6 rûpel |
65 |
Tune ye |
8 |
2 rûpel |
Nûçeya dawî |
Rojanameya Ronahî û beşê lêpirsînê:
Ronahî rojnameyek Siyasî, Çandî, Giştî, Heftiyane ye. girêdayî dezgeha Ronahî ya ragihandin û weşandinê ye, 123 hejmar jê hatiye derketin. Rojnamevan Suheyla Elsûfî ya ku li ser lêpirsînan radiweste:
“ Em hewl didin li ser mijarên ku bêhtir bala civakê bikşîne rawestin, lê pirs ew e, gelo civak û saziyên xwe amede ne yan na ji bo rojnamegeriya lêpirsane, serjimar û belge di dest rojnemevan de tune ne, dezgeh û sazî jî di vê qonaxê de hîn bi behaneya ku di destpêkê de ne, wê çi belge ligel wan hebin ku nîşanî me bidin”
Wisa berdewam dikir: “ Ger rûdawek hebe bi tenê yê ku dîtibe em dikarin hevpeyvînekê bi wî re bikin, ji alîkî din ve jî, mîna dezgeh an berbirsiyar kes xwe nade pêş “.
Dema ku min li ser rewşa rojava û desthilata ku aniha heye pirsî, ger ew dibe kelem di rêya rojnameya wan de, ewê got: “ ne her demê, û ne bi wateya ku bibe kelem, bêhtir ku buyerek hebe yan kêşeyek hebe, bi sedemên ewleyane lêpirsîn tê rawestandin, an jî ger erê di destpêkê de tune be. Desthialta ku aniha heye ji percewendiyên xwe dibîne ku şerekî wisa li dijî gendeliyê hebe, ew dibîne ku ev erkê ragihandin û çapemeniyê ye “.
Gelo dibe ku kesek bi desthiladar be, û bibe kelem di rêya lêpirsînekê de, ku belkî encama wê ne li gorî wê be, ti lêpirsîn hene ku hatin rawestandin di rewşek wisa de?
“ Ronahî bû yek ji sedemên ku berpirsayerk di şarederiya mezin a bajarê Qamişloyê de ku here cem Asayîşê, di encamê de ew berpirsyar ji karê xwe hat rahiştin “.
Ev 123 hejmar ji Ronahî derketine, berpirsyarek ji karê xwe -ji ber lêpirsînek rojnemevanî- hate dûrxistin . Li rojava ev buyerek balkêş e !!?
Di encama lêkolînên li ser naveroka rûpelên Ronahî yê de, mirov dibîne ku rûpelek ji bo lêpirsînan nehatiye danîn, li gorî Elsûfî dibêje ku “ di nava rûpelên Ronahî yê de beşên civak, abûrî, jin û siyasî hene, dibe carinan ku di her rûpelekê de ji van beşan lêpirsînek li ser wê hebe, mîna ku lêpirsînek li ser buyerek jinê hebe di beşê jinê de. Lê ta aniha me ti rûpel ji bo lêpirsînan pêk neaniye, bi hêvî ne ku di paşerojê de em karbin vê gavê pêk bînin “
Kovara Welat :
Welat kovarek Çandî, Giştî, Serbixwe, Nîvmehane ye. 9 hejmar jê derketine. Îmad Talatî di destiya kovara welat de ye, li ser mijara ku çima beşê Lêpirsînan di kovara Welat de pêk neanîne, Talatî wisa dibêje:
“ Di qonaxa ku em tê de derbas dibin, a ku girêdayî ye bi rewşa welêt bitevahî. Di baweriya min de, nearamiya siyasî û ta ya ewlehî jî dibe sedem ku gelek şaştî derbas bibn bêyî lêpirsîn. Tenê li ser asta xizmetguzariya civakî dibe ku rojnamegerî bi erkên xwe rabe “.
ew li ser bingha rojnamevanên çalakvan hatiye avakirin, ev cûre ji rojnamevanan li sûriyayê hat afirandin, ji ber rewşa şer ê giran û derfeta ku rojnamevanên pispor nikarin derbasî sûriyayê bibin, çalakvan bi xwe bûn rojnamevan, projeyên van rojnamevanên çalakvan jî kovarek mîna Welat derdixînin, ma gelo ji ber ku lêpirsîn wekû beşê herî pispor di nav beşên rojnamegeriyê de, ta ku rojnamevanên çalakvan nikare lêpirsînan pêk bîne?
Taltî wisa vê mijarê dinirxîne: “ Di warê pisporiyê de, piraniya kesên ku di ragihandinê de li Sûriyayê bigiştî û li herêmên kurdî bitaybetî dixebitin, ne bispor in di karên rojnamegeriyê de, lê karîbûn gelek xebatên balkêş bikin, lewra jî ew dikarin ku lêpirsînê bikin bi ezmûnên xwe yên ku wergirtine ji qadê “.
Îmad wisa berdewam dikir: “ Di Welat de, em hewil didin, ku pirisgirêkên civakî pêşkêş bikin di rêya raporên xwe re, ev pirisgirêk girêdayî rewşa rojane ye, ne ya millet e, û wek alaveke ragihandinê, erkê me ye ku em van derbixin û bidine pêş li ber kesên berpirisyar da çareyan ji wan re bibînin “.
Rojnameya Nûçeya dawî:
Çandî, Siyasî, Nûçeyî, Rojane û serbixwe ye, li bajarê Hesekê derdikeve û xwe dighîne bajarên Amûd û Dirbêsiyê. Ev rojnameya yekemîn e ku rojane li rojava derdikeve.
Xalid Ûmer li ser rojnameyê dibêje “ Em bêhtir li ser rewşa nûçeyan bi rengekî berfireh radiwestin, nêzî 60 hejmar derketine, di du mehan de bêyî rawestandin”.
“ Em gelek zehemtiyan dibînin ji bo beşê lêpirsînan, ev rastî ye, pirê sedeman jî ev e, em nikarin vî beşî ji rojnamegeriyê pêk bînin, sedema herî xurt ku ew rojnamevanên pispor û ekadimî ligel me tune ne, ya din jî ku ev beş ji nivîsandina rojnamegeriyê pir serêşiyê ji saziya xwe re tîne. Em aniha nikarin vî barî hilgirin, dibe ku aramî bêhtir were bajarê me û her sazî, partî, tevger û kes, di bin kontirola yasayê de bin, wê demê em ê karbin lêpirsînan pêk bînin”.
Her wisa Ûmer li ser girînigiya vî beşî ji rojnamegeriyê got: “ Lêpirsînên rojnemevanî li ser gendeliya sazî û rêxistinan pir girîng e, em bêjin ne bêjin, rojnamegeriya me li rojava di vî warî de di kêmaniyê de ye, ji ber wê jî rojnameyên me nabin gelêrî, lewra em dûrî êşa miletê xwe ne”.
Xalid berdewam dike û dibêje: “ Lê em di paşerojê de dê li ser hin lêpirsînan ên rêxistinên sivîl rawestin, em encamên van lêpirsînan û belegeyên wê jî belav bikin. wê demê em ê amade bin jî ku qurbaniyan jî deynin; bêyî qurbanî em ê ti carî pêş nekevin “.
Beşên rojnamegeriyê bi xwe felsefe ye, her beşek pêdivî û pêwîstiyek wê heye, li himber wê jî mercên geşbîniyê jî hene, hin merc bi rojnamevan ve girêdayî ne û hin bi civak û rewşa siyasî ve.
Ta aniha li rojava ji nav van rojnameyên ku me xistibû nişna lêpirsîn a xwe de, dora 200 hejamrî bigiştî derketine, tenê lêpirsînek di rojnameya Ronahî de pêk hatiye.
Rewşa siyasî, çespandina civakek yasayî, belavkirina têgehên civaka sivîl û geşbûna bazirganiyê dê têra geşkirina rojnamegeriyê bike. Ev li rojava hîn pêk nehatiye. lê li himber wê jî rojnamevanên rojava sed carî radiwestin, berî ku berê xwe bidin vî beşê girîng ji rojnamegeriyê. Di encam de rojnameyên rojava ji rojnamegeriya lêpirsane bêpar in.