
Mijûlbûna bi tiştê ku dibe demek dirêj û êşek mezin dixwaze, û li ser pencereyên hêvîdariyê, perdeyin bi xwîn û bêhna barodê gemar bûne, û ji pişt cama wê ya şkestî ew şer xuya dike, ku çi mikyac an birînkarî wêneya wê bedew nake, ji ber ku ew buyerek e û ji armancên wê, tenê rengê reş, şewat û parçeyên laş xuya dibe.
Di çirava şer î mayînkirî de pêdîvî bi danheva kedan bêhtir dibe, qena tariyê derbas bikin û rêyin ji bêhnvedan û tevgerê re di nav dilxwazên aştiyê de bibînin ên ku gerewiyê li ser jiyana hevbeş bi yê dîtir î ciyewaz re dikin, ji ber divê dengê sivîl nizim nebe, û ew yên ku berîvaniyê di ber nirxên hevjiyanê de dikin pêgehekê ji wan re bibîne, û derfeta tevger a wan berfirehtir bikin da giraniya vê nakokî ya xwînawe sivik bikin, ji ber çaxa ku bayê gereweyên siyaset, leşkerbûyîn, û nakokiyên olî û regezperestî li bin guhê aştiya navxweyî û jiyana sivîlan dikeve, rewş aloz dibe, her wisa kar di warê giştî de dibe celebek ji rûbirûbûnê re.
Rojava, Cezîrê, Bakûr- Rojhilatî Sûryayê, Herêmên Kurdî, Kurdistana Sûryayê, Parêzgeha Hesekê, Bêt Nehrên û navin din têye bikaraîn bo destnîşankirina herêmên ku rengek şaristanî û pirneteweyî afirand, her wisa paşmayiyeke wê yî zengîn di hevjiyan û têkiliyin xurt de di navbera pêkhateyan de heye, Kurd, Ereb û Suryan, ev tişt bi xwe diyardeya herî xuya ye di herêmekê de ku harbûna xwîn, serjêkirin û şerê ku aniha dibe cihê wê tune ye, û ev tişt li ser sûdewergirtina ji şaştiyên dîrokê hate avakirin, lewra pêvajo ber bi aştiya civakî ve diçe, tevî hemû hewildanên ku dibû da pêkahteyan berdin hev.
Ev e herêma ku emê hajmarên kovara xwe yî çand î nû ya xwedî rêdana sivîl (ŞAR) tê de belav bikin, ev herêm ji deverên herî amade ye ji bo karê sivîl û ragihandinê di hundirê aloziyiya Sûryayê ya aniha de, her wisa daxwazeke mezin li cem hemwelatiyên wê yên cihêreng heye da nîrên tiracîdî yên ku herêma wan û deverên din ji Sûryayê hatine dorpêçkirin derbas bikin, ji ber ew derbasî nakokiyên nijadperestî, regezperestî yan jî olî yên xwedî rewşeke giştî nebû, tevî ku gellek caran bibû armanc ji gellek aliyan re da şer û wêran tê de berdewam be.
ŞAR ne xwedî helwestek siyasî ye, lê berê xwe dide pêşkêşkirina wêneyek li ser jiyana mirov û nerînên wan, û veguhertinên civakî, aborî û ramanî yên ku bi nakokîyê re tê diyar dike. Her wisa hewl dide jî bo nîşandana nirxên hevjiyan û lîborînê, û geşkirina têgihiştin a têgehên demoktratîk, mafên mirovan, civaka sivîl û bingehên wê, azadiya ragihandinê û hevbeşiya siyasî û civakî bo jinê. Her wiha balê dikşîne ser hemû tiştên girêdayî perwerdeya sivîlane û danasîna têgehên dezgehî yên ku hişyariya sivîlî dadimezrîne.
Aliyên jiyandarî û aborî bigiştî wê cihên xwe di kovarê de bibînin, her wisa dîtin û şopandinên rojnamevanên ciwan jî. Ji wêneyê re wê cihê wê yî vejîner di Şar de hebe, ji ber ku ew di heman demê de hestin kûr û bi lez dide û yê bîner dixe hundirê ramanê bêyî ti pêşgotinan. wêje û huner nayên paşguhxistin çimkî her du robarin giring in bo têrkirina wijdanê mirov û geşkirina hest û çêja wî.
Ezmûn di nivîsandin û sernivîskirinê de bi du zimanan, dibe ku westok be, lê karekî giranbuha ye û divaye bêye şopandin. Ji ber ku zimanê Kurdî li pêrgî tunekirin, paşguhxistin û astengkirin. Zimanê Erebî jî, ji bilî ku ew zimanê Erebên deverê ye, ew bi xwe zimanê fêrkirin û çandê bû ya ku di hundurê xwe de rahişt çand, raman, wêje û rojnamegerî, digel arezûyeke kûr bo tevlêkirina ziman û abeya taybet bi pêkhateyên Suryan û Aşûriyan ve çaxa derfet peyda bibe.
Hejmar yekem digel hilbijartin, dergeh û mijarên xwe wê bibe hejmareke bo ezmûnê, lewra em dê li benda têbînî û rexneyên cemawerên bi rêz, nemaze kesên pispor ên ku em şanaz dibin bi nerînên wan. Li hêvîya ku her kes hewl bide bo damezirandina çand a giftûgo û diyalogê ya ku zemîneke durist pêk tîne, dûrî biryardayînên tekezkirî yên ku em ji wan tengijî ne di rewşekê de ku reşkên mirinê tê de baz didin û bûye cihê wêran û vîzevîza gulleyan.
Sernivîsên kovarê