
Ciwan Nebî: Sêmalka dergehê penaberiya Kurdên Rojavayê ber bi başûrê Kurdistanê de, bi qasî ku Kurdên Rojavayê dûrî hev dixe, dûrî mal û mirovên wan, hew qasî wan nêzîkî zimanê wan dike_ Kurdên Rojavayê yên Kurmanc, ku li Hewlêr û Silêmaniyê bi soranî diaxivin, fêr dibin û Soraniyan fêr dikin kurmanciyê_ ev e mijar, gellekî girîng e…
Kesên serwext î ziman û zaravên zimanê kurdî dîwarên di nav zaravên soranî û kurmancî de nas dikin, herwiha dîroka Kurdan, rewşa siyaysî û bobelatên bi ser wan de bariyayî ku bêhtir dîwar bûn di nav van zaravan de, nedihiştin bigihêjin rehên xwe yên hevbeş weke zarokên zimanekî, nedihiştin mirovên zaravan bigihêjin hev. Dezgehên ragihandina kurdî, alavên têkliyê yên din jî, bi encama gellek sedeman biser nektin ku bi rola xwe, weke ragihandina erebî rabibin _ mînaka herî nêzîk_ ku roleke mezin ber bi nêzîkbûn û naskirina zaravên zimanê erebî de lîst. Li vir çareyeke din gerek bû, rêyeke din, Sêmalka, bi tevî hemî êşên xwe dergehek bû ku van zaravên kurdî, ta asteyekê pêrgî hev bîne, di jiyana rojane de, di kêlîkên herî hestiyar de, em di rêya Sêmalka re diçin Hewlêrê, li wir pêrgî soranî tên, hewil didin di axaftina şifêrê soranî de bigihêjin, di axaftina goştfiroş, asayîş û pijîşkên soraniyan de, herwiha yê Soranî jî heman hewildanê dike, ber bi zimanekî hevbeş de, ber rehên ziman de, em yên ku ji derveyî TV an ger me Soraniyek li Qamişlo bidîta me wêneyeke xwe bi hev re dikişand, em nuha bi hev re dijîn û diaxivin, em hewil didin di axaftina hev de bigihêjin, fêr bibin, em biser dikevin…
Ziman, li hemî wellatan zaravên wan bi rengekî yan bi rengekî din dûrî hev dikevin, pêdiviya wan bi têkeliya zindî dimîne bo nêzîkî hev bibin, bo mija bi ser wan de bariyayî zelal bibe, bi ser hev ve bibin, Sêmalka bi rola xwe dergehê vê têkeliyê bû, yê Soranî dema bi yê Kurmanc re diaxive hemî gotinên xwe yên kurmancî bikar tîne, herwiha yê Kurmanc, li vir zimanê kurdî dubare xwe nas dike û diaferîne, zimanekî hevbeş di gotinên cuda de jidayik dibe, em guhertina ku zarav bi ser gotinên me de dibarînin nas dikin_ çi xweş e yaw_ li Hewlêrê Kurdên Rojavayê bi soraniyeke tije gotinên kurmancî diaxivin, dixwînin, dinivîsin û rêya xwaringehekê pêş Kurmancê ku hîna fêr nebûyî soranî dikin…
Bi hesanî: Em Kurdên Qamişlo, ger neçûba Kobanî, Efrîn û Helebê wê me ji axaftina Kurdên wan bajaran fam nekira, ne jî wan, ev encama siyaseta li dijî zimanê me û dûrbûna di nav me de bû, lewra em nuha, bi encama pêkvejiyana hevbeş bi hev re diaxivin, bêyî ti alozî di têgihiştinê de, em zarokên zimanekî ne, li Hewlêr û Silêmaniyê nuha heman ezmûne dubare dibe, nuha li wan bajaran sêsed hezar Kurdên Rojavayê hene, sêsed hezar fêr dibin soranî û kurmaciyê didin fêr kirin, di rêya têkelî û danûstandina rojane de, em ji mêj ve pêdiviyên vê têkeliyê bûn, zimanê me pêdiviyê vê têkeliyê bû. Ez vê dibêjim, Sêmalka dergehek e di nav Kurdên rojava û başûrê Kurdistanê de, di heman demê de dergehê zimanê kurdî ye di nav Kurmancên Rojava û Soraniyên Başûr de _ spasiya Sêmalka bikim?