Sunday , 27 May 2018

Sînema di şoreşa kolanê de

417 views

Şêro Hindê: Di şoreşên rast de, sînema ji hemû bûyer, çîrok, êş, wêrankirin û jinûavakirinê li kû dimîne? Bi tenê dîmenên nûçeyan li ser kenalên televizyonan û wêneyên propaganda ya hêzên siyasî, hişê dîmenên şoreşê gêj dike, û ji wateya wê ya dirust û simbolîk derdixe.

Di şoreşên ku li Rojhilata Navîn digerin, fîlmên ku çêdibin di bin çi navî de bin, Belge Fîlm yan jî Sînemaya Belgeyane yan cûreyên din jî, piraniya wan mîna hemû beşên wek siyaset, ragihandin û hêzên leşkerî li gorî berjewendî û nîrên aliyên ku piştgirî û alîkariyan  ji wan re pêşkêş dikin girêdayî ne, ji ber ku çêkirina fîlmên sînemayê gellek mercan dixwaze, çi ji alî teknîk û pisporî yê ve be, û çi ji alî mercên hunerî û derfetên azadiya tevgerê ve be.1005992_520709217995901_98006870_n

Di gellek karên ku di bin navê sînemayê de çêdibin, ew nerînên kûr çi ji bo dîmenê û çi ji bo diyacîtîka ku di pêvdiçûna çîrokê de be peyda nebûye, ji bo ku ez gellekî li ser navên sînemayê, mercên û derfetên çêkirina wê ne axivim, tenê çend nerînên xwe li ser rasteqîneya wêne û dîmenên ku di vê şoreşê de hatine kişandin, û her wisa windabûna wateya hesteyî di hundirê dîmenên ku ji armancên xwe tên dûrxistin ez dê bênim ziman, ji ber mejiyê ku dîmenê hildibjêre bitenê mebestên ragihandinê pêk tîne, mînak, hejmara şehîdan ji hejmara tabûtan dide nasîn, bêyî ku rûyê ew kesê radihêje wan tabûtan, çavên wan û lingên wan î lezok jî bike armanc û bide pêş qena wateya kûr ji bûyerê re kurt û hestyar bike.

Di xwepêşandanekê de guhdana yekem ew e, ku girseyî ya gel bide xuyan an berovajî bike, lê dema, ew dayikên ku tên xwepêşandanê, û berê xwe didin malê, bitenê di kolanan de ramanê wan, dilên wan î şkestî, lîstikên zarokan di hundirê qerebalixa siloganan de, çalakvan û hunermendên ku li ser sînoran têne girtin, berê sibehê di nav mijê de ku li aliyekî sînor welatê wan û li aliyê din di nav pençên leşkerên sînor de, ji bin pûtê serokê rêjîmekê ber bi pûtekî din de, leşkerên sînoran, qerfên wan, rûyên wan î bê xweşbext, mixtiyên şebeşan ên ku bê çinîn mane.

Li gorî ew tiştên ku mi anî ziman, wateya dîmenan û bedewiya wê û birêveçûna çîrokê li her alî xwe bi hev digrin, bêyî ku ti nameyên siyasî pêrgî rastiya van dîmenan bê, ne bi dîmeneke ku jinek rûyê xwe girtiye û li ser destdirêjiya ku lê bûye diaxive; hovîtiya mirovan tê xuyan, dîmenên leşkerên ku di odeyên bûk û zavan de, bê çawa livîn û kincên wan bela dikin û li xwe jî dikin, û wêneyên zemawendên wan pêş hev dikin û ji hev re li gorî hestên xwe yê qirêj şirove dikin.

Di piraniya karên ku di van şoreşan de hatin pêkanîn, her car tiştek kêm dima, yan bedewiya wêneyan, helwesta hunermend an jî mercên sereke yên hevgirtina çîrokê û simbolîtîka dîmenên rû bi rû, hestên afirandinê yê bê helwest û qirêja ragihandina bialî, tim derfetên çêkirina dîmen a rasteqîne winda dike.