
Isam Yûnis: Jin weke têgeh navek ji zayindekê re, ji ber jin bi xwe nûnertiya tuxmê mê ji mirov re dike, ji ber vê yekê jî, jin bi roleke mezin di avakirina civakê de dilîze,
Tundûtijî ew yek ji wan bezandinên herî xuyayî ye, yê ku li ser jinê têye bikaranîn, û bûye weke diyardeyeke cîhanî, ji ber girîngiya vê mijarê. Dr.Mîdya Mehmûd lîkolînek balkêş nîvisandî ye di bin navê tundûtijya li ser jinê ku têye bikaranîn, sedem, diyarde, şêwe, û encama wê (weke nimûne Jin a kurd), ev pirtûk di sala 2008 an de di rêya pirtûkxan a çarçira ya çanda kurdî, bi zimanê Erebî hatiye çapkirin, û ev pirtûk hatiye wergerandin li ser destê nivîskar: Fewaz Ebdî, lê hîn ne hatiye çapkirin.
Pirtûk ji pênc beşan e, di beşê yekemîn de nivîskar tundûtijî weke gotin di ziman de dide nasîn. Û di yê duyemîn de şêweyên tundûtijiyê dide xuyakirin, weke ku Dr. Mîdya dide xuyan ku gellek şêwe di civakê de hene jê: tundûtijiya eşkere, a veşartî, a li ser laş dibe, a derûnî, a ramanî , a siyasî, û ya abûrî. Di beşê sêyemîn de li ser tundûtijiya gotarê/ gotara tundûtijiyê di xive, û weke mînakan tîne ziman çaxa dê ji keça xwe re dibêje:(ezê bêvila te jêkim),( stû yê te bişke),(bimire). Di beşê çaremîn de sedemên vê diyardeyê şîrove dike û ji wan sedeman: Sedema ol, abûrî û civak, sedemên siyasî, sedemên perwerdeyî, sedemên ramanî, û sedemên derûnî. Di beşê dawî de ji vê pirtûkê Dr. Mîdya destnîşana encamên tundûtijiya li ser jinê dike, û ji wan encaman: diyardeya xwekujî yê, û ya din jî jin bazerganiyê bi laş xwe dike, lê weke ku tê xuyakirin ku ev tişt di civaka kurdî de tune bû wek civakên din.
Dr. Mîdya Mehmûd li ser xalin gellekî girîng di civaka kurdî de rawestiya ye, û dide xuyakirin bê çawa jin li cihekî bilind e, û ji mêj ve ew û mêr di yek pileyê de ne( Şêr şêr e çi jin çi mêr e), li ser rewşa wan jinên ku bi roleke xuyayî di jiyana civakên xwe de lîstin û bûne weke simbolan axivî, û helebet di civaka kurdî de jî gellek nav hene, yên ku serokatiya êlên xwe kirin, di karê siyasî û çandî de xebitîn, û ta gellekan ji wan rahiştin tifingan û şer kirin, lê piştî ku civaka kurdî bû qadek ji civat û olin biyanî re û bi taybetî ola Islamê û civaka Erebî, civaka kurdî dûrî xwe û xuzayî ya bîr û baweriyên xwe çû, ji ber vê yekê gellek derd û êş di nav civaka me de peyda bûn, û yek ji êşên herî dijwar tawanên rûmetê ne, û mixabin bi awayekî berfireh ev diyrade belav bû, û ta ji hêla dewletê jî, ev pirsgirêk di yasayê de ne hate çareserkirin.
Di dawiya pirtûkê de Dr.Mîdya weke pirs dibêje: Em ê çawa li hemberî vê tundûtijiyê rawestin, û ev bi xwe barê rewşenbîr, hunermend, nîviskar, dezgeh, navend, û saziyên dewletê ne da karîbin yasayin sivîl di vî warî de derxin, ku karîbin di rêya wan re parestina mafên jinan bikin.