
Hesen Helîmê
Nebêje ev rivîna belakirî, gihayê gavên te ne,
nebêje xweşiya çirsandin a wan, te radiwestînin,
nebêje dawiya cîhanê, weke ku tu Televîzyonê vemirînî…!!
Belê tu bûyî yê ku dixwazî xelk lê binêrin
ji bo rojên te nebin çivîkên penaber di gulîstana
te yî ji axê,
belê tu bîra rivînê dipelînî.
Tiliyên te dibin zîvek hêrayî, bi ser diyariya sîwaran de vedinişe,
û hinekî wan gong dike,
tu dikî kazkaz ji bo xelk li te bizîvirin, û benê ku zarokan ji zû ve li qirika te girêdane vekin,
yan li benda avêtina parîk nan li ser merdbûna sergoyekî.
Tu direyî û teriya xwe dihejînî,
Reyandina te qelsbûnek tund e, eşkere xuya ye ji keriyê te ve,
dev qelsbûna te dikin, her wiha tu dikî kazkaz,
zûrzûra te dernakeve pêşiya kevirên ku têne te,
kevir îskîska tundiya bê baweriye, tu direvî ser mezel
li şûna tirba dê û bavê xwe dinêrî,
şûn jî te nabîne, şûn li tirsa xwe digere,
tirsa ku tu bi xwe lê digerî yan tu li benda piyara gulleyekê yî,
ew ya li xwe deyne ku te bikujî.