
Diyar Hesso: Şer, mirin, wêran, talan, peyv in ku mil bi mil bi navê Sûriyayê re dimeşin. Ji dema qeyrana Sûriyayê ve gellek dîmenên wiha derketine pêş. Şer her bi her kînekê di hundirê hemwelatiyan de çêdike. Lê li herêmên kurdî ango li Rojavayê Kurdistanê, rewş cuda ye. Li şûna şer aştî xwe dide pêş û rê li pêşiya gellek pirsgirêk û aloziyên nakokiyê digre. Li şûna ku mal wêran bibin, avahî têne avakirin. Ji mirinê jiyanek tê veqetandin û rewşek bedew diyar dibe. Şînkayî li kolanan belav dibe, dar tên çandin û park tên vekirin. Ji kînê têghiştin, hişyarî û aramî tê afrandin. Hebûn tê parastin û maf tên cêbecêkirin. Azadî li Rojavayê Kurdistanê peyda dibe. Pêkhateyên herêmê pergala jiyan a hevpar pejirandine
?Lê di rewşa pir dijwar de ya ku Sûriyayê tê de derbas dibe, ev yek çawa pêk hatine ? Nemaze li hember kirêtiya serjêkirinê, bedewiya jiyanê çawa peyda dibe
Dema ku mirov li ser rawest e, dê têbighêje ku ev yek ji encama têkoşîn a bêhempa ya gelê herêmê ye. Pêkhateya kurd jî pêşengiya vê têkoşînê kiriye û hemû pêkhateyên herêmê di hundirê xwe de civand. Negirêdana bi aliyên derveyî welat û tevlênebûna şerê deshilatiyê yê ku li Sûriyayê tê birêvebirin, risteke mezin di pejirandina pergal a jiyana hevpar de lîstin. Her wiha çand û taybetmendiyên gel, dîroka hevbeş û hevdû pejirandin jî mercên peydakirina vê aştiya sivîl bûn. Ji aliyekî din ve jî gel êdî di wê baweriyê de ye ku Şerê navxweyî dê tu encaman bi dest nexe,
?heta kîjan astê ev rewş dikare xwe li hember demê bigire? Heta kîjan astê mirov dikare bibêje ku li Rojavayê Kurdistanê aştiyek mayinde heye
Dibe ku carinan kiryarên tundiyê yan jî alozî derkevin holê, dibe ku carinan jî hewldanên têkbirina vê pergalê jî hebin. Lê di baweriya min de ew ê tenê kiryar û poxên kesane yên dûrî ruh û rastiya civakê bin. Gel êdî dizane ku pergala herî guncav, pergala jiyan a hevapr e. Gel dê xwedî li keda xwe derkeve û dê bi paş ve gavan neavêje. Ji mêj ve gelên herêmê bê kîn û bê dijminatî bi hev re dijîn û dê wiha berdewam bikin. Dibe ku berê têkiliyên di navbera pêkhateyan de bisînor bûn, her pêkhateyek di civaka xwe ya girtî de jiyan dikir, ger danûstendin hebû jî, di asteke pir kêm de bû û kes ji wan pêkhateyan newêrî bû ku derbasî civaka yê dîtir bibe. Ev Pêkhateyana êdî kêf û şîniyên hev parve dikin, li şahiyên hev amade dibin û cejnan bi hev re pîroz dikin, hezkirinek û rêzgirtinek di navbera pêkhateyan de çêbûye û li ser çand, ziman û nirxên hev vebûne û xwestekek li cem tevan çêbûye ku baş hevdû nas bikin
Her wisa gellek hemwelatiyên Sûriyayê yên ku ji cih û warên xwe penaber bûne, xwe li vê deverê girtine. Ev kesên han ji aliyê gelê herêmê ve hatin pêşwazîkirin û cihê xwe di civakê de dîtin, ew jî ligel xelkên herêmê bi aramî û aştî dijîn, li zemawend û şîniyan amade dibin. Li vê derê kar dikin û di dibistanan de tên perwerdekirin. Ev kesên ku li herêmên xwe rû bi rû bi qirkirina kuştinê re diman, li vê derê tên parastin. Ev kesên ku rûmet û nirxên wan li bajarê wan dihatin binpêkirin û rastî kiryarên dûrî sincê mirovahiyê dihatin, li vê derê mafên wan ên jiyan, kar û azadiyê tên parastin
Civaka Rojavayê Kurdistanê û afirandina mercên jiyana hevpar dikarin bibin nemûneyek ji bo tevayî Sûriyayê. Şêniyên herêmên din jî dikarin fêrî hezkirin û rêzdariyê bibin. Mînaka Rojavayê Kurdistanê bûye şewqeke hêviyê ji bo hemwelatiyên Sûriyayê yên ku ev sê sal in hem ji bo peydakirina pêdiviyên rojane hem jî li dijî kujer û xwedî bercewendiyan têdikoşin, ji ber ku di çawanî û şêweyê pergala hevjiyanê de, rastiya mirov û mirovatiyê xuya dike
Ger civaka Rojava di van mercên herî dijwar û derfetên herî kêm de, ku pêkhateyên wê bi aştî bi hev re dijîn, dê tu caran rê nede şerekî navxweyî, ger di nav wêraniya Sûriyayê de Rojava ava dibe, dê tu caran xerab nebe, ger kîna şer dibe hezkirin û rêzdarî, ger jin azad dibe, ger hebûna mirovan tên parastin, wê demê mirov dikare bibêje ku li Rojavayê Kurdistanê aştiyeke navxweyeyî heye
Mirov dikare bibêje ku her rewşa Sûriyayê xerab dibe û her ku şerê navxweyî gur dibe, her ew qas gelê Rojava bi jiyana hevpar ve tê girêdan. Her ku dorpêçkirin li ser Rojavayê Kurdistanê giran dibin, her ew qas gel nêzî hev dibin û bi hev re li hember vê dorpêçkirinê li ber xwe dide. Her ku mirin xwe li Sûriyayê dide pêş, her ew qas wateya jiyanê li Rojava tê zanîn. Her ku jin li Sûriyayê tê windakirin û hebûna wê tê binpêkirin, her ew qas pêwîstiya bi azadiya jinê dikeve rojeva Rojavayê Kurdistanê. Her ku hewldanên çareserkirina qeyran a li Sûriyayê ber bi xitmandinê ve diçin, her ew qas girîngiya çareserî ya demokratîk li Rojava tê xuyakirin. Her ku rewş li Sûriyayê aloz û tevlihev dibe, her ew qas rewşa Rojava diyar û zelal dibe. Her ku çanda Sûriyayê tê reşkirin û windakirin, her ew qas çanda resen a Rojava tê vejîn. Her ku ewlehî li Sûriyayê winda dibe, her ew qas wateya aramiya li Rojava tê naskirin, û her ku diçe hêvî û mafên gelê Rojava yên jiyan, azadî û aramiyê dibin rastî tevî hemû şaştî û nakokiyên siyasî û alozî û pirsgirêkan