Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Karûbarê sivîl û tevlîhevbûna alozî û pisporan – Kovara Şar

Pesin, pênasîn û nasnav di navbera yên ku karûbarên giştî de kar dikin tevlî hev bûne, û ev tevîlhevbûn rê li pêşiya gellek alozî û windabûna ked û şiyanan vekir, jixwe yên neşaraza derbasî gellek waran bûn tevî ku çi beşdarbûneke wan î rasteqîneyî yan şarazayek zanistî û yan jî şiyanin akadîmî tune bû. Wekû ku tê zanîn hindek pîşe û psporî girîdanek wan î zîndelî bi behre û çanda kombûyî ve hene, mîna pijîşkek derbasî nivîsndina rojnamegeriyê bibe, yan ê karker afrandinê bike, her wisa yê endezyar jî di nîgar û şêwekariyê de, lê lêkolînerek akadîmî ku temenê xwe di daner û lêkolînê de buhirandibe derbasî bazarên siyasî û nakokiyên partîtiyê bibe, yan welatiyê rojnamevan bibe şaraza û rahênerê ragihandin û celebê rojnamegeriyê, yan şirovekerek stratîjî, wê çaxê dûrbûn xuya dibe û şaştî jî cihê xwe digr

Ji bilî hindek serbihuriyên tekane û komane yên kêm û ciyewaz, pêwîstî heye ku berî bidin pisporîyê û danîna pîvanin ku jêhatinê bike bingeh bo dezgehkirina kar û birrîna rê li pêşiya kurtêlxuran, ji ber di aloziya rewşê de û pêdîviya bi geşpêdayînê re pêdîvî bi kesin pispor çêdibe, yan bi kêmanî ew kesên ku hewil didin da bighêjin pisporiyê, rahênan û perewerdeyê bistînin û bêhtir guh bidin agadarî, xwendin û şopandinê, çimkî xwendina hindek pirtûk li ser şopandina rojane û çavdêriya guhertinan, her wisa beşdarbûna di kargehek kar de yan belkî bêhtir jî nayê wê wateyê ku ew kes dê bibe şaraza û zîrek.

Tevlîheviyên twerî xuya ew in ên ku di navbera partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl de çêbûne, tevî ku partiyên siyasî derbasî gellek rêzbendan bûn, ev tişt bi xwe hişt ku bibin beşek ji civaka sivîl, nexasim ên ku hêzên wan î leşkerî tune ne, yan gotareke tund ji yê dîtir re pêşkêş nake, lê dibe ku armanc hevdijî hev bin di her du rewşan de. Divaye ku partiya siyasî li ser programeke siyasî û hilbijartinê avayî be, ku armanca wê bighêje desthilat an nûnertiyekê di rewşên demuqratiya ku têye xwestin, û her wisa çalakiyên wê bi rengekî sivîl be bo pêkanîna armancên wê yên siyasî, lê berovajî wê, rêxistinên civaka sivîl ên serbixwe di warê siyasî de, ew dezgeh in ji bo pestan, komkirin, piştgirî, xwehiştin  û rajeyê ne, û roleke wan î sansor li ser desthilat û dezgeh û karmendên wê heye, û carinan jî dibin tevgerên wijdana ku bi navê kolanê diaxive û karê protesto bikar bîne. Tiştê ku dibe windabûna sînoran e di navbera tiştên sivîl ên serbixwe û tiştên ku ji bo programên siyasî tê bikaranîn

Her wisa rêxistinên sivîlane hene ku gavin mezin di hindek waran de avêjtine, û alîkarî ji desteyin navneteweyî jî standine da program, kargeh û projeyan pêk bînin, pirsgirêk û astengiyên wan jî hene wekû rêxistinên din ên ku nû hatine avakirin, ta ku ev pirsgirêk taybet bin jî bi wan, lê hindek ji wan, ne ji pêdîvî û pêwîstiyan dest pê dikin bi qasî ku ji xwesteka piştgir bi xwe ye, ta ku ne li gorî rewşa aniha be, wê çaxê tiştên herî bi bandor û kûr dibe berdêlîyê tiştên ser rû û fireh û projeyên wan derbasî gêjengeya beravêtîbûn û dûbarkirinê dibin

Çawa be divê em xwesteka hejmarek baş ji yên ku derbasî xêza karûbarên giştî bûne da roleke karêger di karê sivîl de bilîzin nîşan bidin, qena raman û rêdana sivîl bi rengekî kûr û resin ku girêdayî jiyana rojane be bidine xuyan û ne di hundirê holên rahênan û salonên rewşenbîran de be, û nebe hew tenê pirsgirêk û neyiniyan bidne xuyan bêyî ku nirxê giranbuha ji detspîşkirî û projeyên ku hewil didin bo geşpêdaneke rasteqîne û herdemî diyar bikin, ên ku ji pêdîviyên civakê dest pê dikin ber bi damezrandina naverokek sivîlane yî xurt ku bingehên wê di hundirê herêma Cizîrê de hene

Gellek têbîniyên giranbuha ji kesên şaraza, pispor û cemawerên ku bi guhdan û hezkirin hejmara yekem ji kovaka ŞAR şopandin gihişte ber destên me, û hindek şaştiyên rêbaz û çapemeniyê destnîşan kirin, şaştiyên ku komîta sernivîsê li ser wan rawestiyan da di hejmara bê de durist bikin

Em spasiya hemû kesên ku têbînî û sererastkirin gihandin me, yên ku nerînên me ji naverok û şêweyê kovarê re dewlemendtir kir

Komîta Sernivîsê


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170