
Ciwan Pîr: Mêjoya Hişmendî ya mirovahiyê, nakokî dida xuyan, mîna yasayekê ku hebûna wî bi pêş de dibir. Û ji ber ji hêla her kesî ve tê zanîn ku jiyan berdewame, rojên xwe bi nakokiyin cuda dest pê dikirin, hem di naverok û hem jî di şêweyê xwe de; li ser hemu astên civakî û yektayî.
Hişmendiya mirov bû ya ku rê da ber naskirina, Xêr û Şer, erênî û neyênî, hebûn û nebûn, nerîn û nerîna yê din. Her wisa di rêya wê re hebûnek xuristî û tekezkirî ji nakokiyê re nas kir. Bîrdozên ku Afirand, wateyek da hebûna wî, û Viyana wî yî hişmend çesipand, wek Hilbijartina Xuristî û veguheztina wî ji pergaleke civakî re ber bi yeke din ve, û ji pêbendên zikmakiya xwe rizgar bû.
Anthropologyia mirov di nakokiya wî ya Seretayî de bi xuristê re(Surişta Manê), wek aliyek ji vê nakokiyê re xuya dibû. Lê ji ber ku xwedî viyaneke hişmend bû, têgeha nakokiyê ya li himber xuristê, bû rêyek ji derxistina Yasayên ku Kontrola wê xiste dest xwe.
Lê nakokî wek yasa ku ji hebûna mirov nayê veqetandin, berê xwe guhert û hat li himberî Mirov bi xwe rawestiya. Gelo dibe ku ev tiştên di navbera mirov û birayê wî de dibin,vê yasayê bidin ber rûyê xwe? Dibe ku Mana yê bi Hêztir bibe Pêwîstiyeke bêyî ku tu rêzgirtinê ji Sinc û Pirensîpan re bikin?
Wek ku tê bi nav kirin (Nakokiya Şaristaniyan). Dema ku em li vê dîrokê binerin, gelek kiryarin bê sinc tê dîtin, ser çi astê be. Ji aliyekî din ve, Şaristaniya Mirovahiyê ji aliyê teknîk, teknologya, wêje û hunerî. Bi vî awayî mirov pîvanên pêşketina xwe anî holê. Her wiha ew Mijarên ku bi şêweyên xwînawe dijberî pêre dikir, hin bi hin rengekî şaristanî distend.
Pêşketina keresteyî, raman û giyanî, berî her du cengên cîhanê, bûbû hêzeke nû ku bi coş dixwest hebûna xwe bîne holê. Lê pirbûna navendên van hêzan û belavkirina wê yî Geographic, bû sedema ku bi şîwazeke tund xwediyê van hêzan serî ji xwe re kişandin. Wek mînak: Li rojhilata Ewrupayê bîrdozeke Total bû, û li rojavayî wê Netewî, Nijadperest, Şofoînî, Şepêlin Rast Xweparêz bû. Lewra ew hêz li pêrgî hev hatin, her du şerên cîhanî şêweyê vê nakokiyê dinimûne, û bû sedema kuştin a bêhtirî 60 mîlyon kes û wêrankirina bajarin ji bingehê de, ev ji bilî pejilandina Îkolojiyê bi çekên kîmyawî û atomî ku bi awayekî bê sînor dihat bikaranîn.
Paş re, navendên xwedî hêz gihan şêwazin nû, ku naveroka nakokiyê guhertin. Mînak, hevparkirna desthilatê bi gelê xwe re, û vejîna rijêmin demokratîk.
Ji ber ku bingeha hişmendî li cem mirov bi gelemperî yek e, gerek gelin din jî di danûstandina xwe bi têgeha nakokiyê re pêşkevin, şêwe û naverokên wê bugherin.
Dema ku mero bala xwe bide xuyîtiya mirov î rojhilatî li gorî pîvana demê, em dibînin hin ji wan pirsgirêkan ev demeke ku berdewamin, jixwe hin din rengê bêdawiyê standine. Bê ku tu guhertin, ne di naveroka xwe de û ne jî di şêweyê xwe de werin pêk anîn.
We ku tê zanîn mirov xwedî viyanek hişmend e û dikare naverok û şêweyê nakokiyê bughere. Ango ew viyan li cem me peyda nabe?
Vîn û guhertin e. Ji ber ê ku ber bi guhertinê ve naçe, ew viyan li cem wî peyda nabe, da ku wê guhertinê pêk bîne.
Pîvanin demê ji wan pirsgirêkan re bi wî rengî, berdewamiya surişta nakokiyê nîşan dide, bêyî viyaneke hişmend ji gurtinê re. Nakokiyê bi van rengan xwe berdewam dikir di rêya dezgeh an civakin ku ev naverok derdibirîn. Dibe ku ew sedem bûn ên ku viyaneke himşmend ji guhertinê re peyda nekir, û roleke berûvaj ji Stratîjiya damezirandin a xwe re stand. Ji dêlva ku ev dezgeh bibn destek ji bo çareserkirin, bidawîkirina milmilandinê û avakirinek nû ji têgeha nakokiyê re, bû rêbendek li himberî vê pêşketinê.
Mirovê hemdem- ê ku bingeheke nû di hinavê xwe de hilgirtiye, li bin guhê dîwarê paşmayî yê dezgehin rizyayî dikeve- hişt ku tevgera wî pûç bibe, û dûrbûnek xist di navbera wî û Rasteqîneya wî de.
Hilwişandina wî dîwarî, pêwîstiya şoreşeke yektane dida xuyan, ku jê destpê bike ji bo xweyîtiya xwe pêk bîne.
Ji bo ku şoreş di rêça xwe yî rast de be, divaye şêwaz û naverokin nû ji van pirsgirêkan re werin danîn, da ku di nav re çareseriyan û pêkanîna yekem gav di avakirina pergaleke nû û guhertina têgeh a nakokiyê di hawîr dora xwe de pêk bîne. Ji ber dezgehên civaka sivîl desteke ji bo derxistina mirov ji çirava wî ya dîrokî ye. Ew destekeke nû ye, ku ji komkirina mirovan re nîşan dide, bi peydakirina yasayin ku rola mirov tê de hebe, bêyî çav şikandinê. Wisa viyanek bê hempa tê pêkanîn ku ji hinavê mirov derdikeve, ne ji derveyî wî tê çêkirin.
Ji ber di xala destpêkê de, pêwîste ku ew mirov, xweyîtiya xwe nas bike, bêyî ku têkeve bin baskê deshilatdarekê ku berê ew çêdikir.
Ev şoreşên ku li dar dikevin, bi xwe tekezkirineke ji hilwişandina van dîwaran re ye. Bi vî awayî kesayetiya xwe yî yektane ava dike. Rojev wisa dibe neynikek ji hebûna wî ya birra re.
Berdwamî- bi vî rengî di vê qonaxê de di nerîna me de – hêvîyeke nû ye ji bo pêşxistin û veguhertina cûreyên nakokiyê li cem mirov, û rengkirina têgeha nakokiyê bi rengê wê yê mirovane.