Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Şar, Bihar û Meşa Şevê: Şam, Qamişlok û Amed – Kovara Şar

Ebdelah Şêxo

“Tu dê welatên nû nebînî.

Wekî din, tu dê deryayan nebînî

Dev ji te bernade ev şar/bajar;

tu dê li heman kuçeyan bigerî …”

Konsantînos Kawafîs

Di romana “Reş û Spî” ya Îbrahîm Seydo Aydogan de, wekî gellek malbatên Kurd ên di heyamên salên 90’î yên “janistana artêşa Tirko” de, malbata lehengê romanê “Robîn” neçar dimîne ku ji Amedê bar bike ber bi Stenbola bîyanî de. Li wir, sancî, êş û tajanên Robîn xwe di bilûleke nû de ro dikin, ji ber ku “şarê nû” tê wateya “jîyaneke cuda”. Robîn ê ku di gellek cihan de nûnertiya kesayetî ya nivîskar bi xwe dike, piştî windakirina birayê xwe “Seydo” yê ku li ser destên “kiryarên nedîyar” ên eşkere hate kuştin; Dîyarbekira xwe jî winda dike û dibe mirovekî beredayî li kolan û skakên Stenbolê bêyî ku bizanibe bê ew li çi digere… Lê em –Kurdên Rojavayê Kurdistanê û hemwelatîyên Sûriyayê kavil, tiştên me hebûn ku em winda bikin û em li tiştên xwe digerin li kolanên Amed, Stenbol, Dîlok, Batman… hwd.DSC04472

Di dema derbaskirina sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê de, grûpa me ya ku ji qaçaxçiyên jîyanê pêk dihat, sê caran ji hêla leşkerên Tirko ve hate zeftkirin: Cara yekê me xwe bi revê rizgar kir; cara duduyan ez û çend kesan di xefika têlên ristî de werbûn û em di xwînê de man, lê dîsan jî, lingo bi qurbana serî be law! Me xwe rizgar kir; lê em cara sêyan hatin dorpêçkirin! Em êdî di bin pîyarîya leşkeran de bûn. Leşkerekî Tirk ê kurdîaxêv bi Kurdîyeke nîvşikestî ji me dipirse: “Hûn ji ber çi hatine Turkiyayê?” Îcar bersiv tevlihev dibin: “Kar, xizanî, Beşar, bermîl, nearamî, elektrîk, nan, filan û bêvan…” Tenê ez û endamên malbata mirovê Ereb (Helebî) bêdeng dimînin; belengazê Xwedê nizane bi Kurdî bipeyive, lê tu kuro? Tu hatiyî Serxetê çi?

Belkî tu hatibî ku tu rewşa “Meşa Şevê” ya Amedê bibînî!

Rawestin,ka em hinekî bihnvedanekê bibin… Ka em qasekê vegerin Şamê; Şevistana Şamê.

Her şev, meşa hemdemî dest pê dike, wekî rikberî û miqeresîyekê bi netiştî re û bi her tiştî re. Ji Çîyayê Mezê sernişîv bibe û Otorêya Mezê bide ber xwe heta ku tu di Bazara Hemîdîyê re der kevî û tu bigihî Derîyê Tûmayê (Bab Tûma). Bayê şevên buhara Şamê hênik e û te serxweş dike, “wekî hûnandina gulîya jinekê beriya razanê.” Di rê de, mirov li pêrgî rastîya qelebalix û xirecirê tê. Di rêya vegerê de, nêzî Dadgeha Leşkerî, tu li wêne û gotina serok rast têyî: “I believe in Syria.” “Wey Xwedê emirê te biqusifîne erê Welleh! Û topek li bedenê keve…” Tu di dilê xwe de dibêjî û tu çend sixêf, dijûn û çêrên Xerbîkî ji navikê û ber bi jêr de li bejna wî dibarîne, paş re tu li derdora xwe dinêrî da ku tu bizanî ku tu kes çavdêrîya te nake… Axxx çi xweş bû, min vê carê jî dilê xwe lê hênik kir!

Piştî ku şer li Şamê gur bû û tovê xwendekarîya te qelîya, tu vegerîyayî Qamişloka xwe, êdî “mala pîrê, stara pîrê ye!” Meşa şevê li Qamişlokê şîrîntir e, ji ber ku elektrîk qut dibe, dinya dibe tar û taristan û êdî tu kes nizane bê kî kî ye û çi çi ye; bimeşe û hey bimeşe heta ku tu li pêrgî xwe bêyî û tu xwe vebibînî. Ma ne dibêjin ponijîn di meşê de berhemdartir e! Derkeve ser Kaşê Hilêlîkê, demekê li Qamişloka xwe binêre: Gilokeke reş ku hin lekeyên spî wê xerab dikin! Elektrîk bi dorê ye: Taxekê hembêz dike û ji taxeke din dixeyide. Ji Kaşê Hilêlîkê nişîv bibe û şeva Qamişlokê ramûse: Ji Rêya Amûdê heta bi Enterîyê. Qamişlok şêrîn e ne wilo? Zimanên cuda û çandên rengîn; wekî baxçeyekî curbicur; wekî canekî ku bi sed dilî ji dinyayê hez dike. Lê meşa şevê li vê derê nîvçe dimîne, wekî hemû bîstekên xweşîyê, wekî xwezîyên ku her û her di qirikê de dimînin…

Niha jî dema Amedê ye. Meşeke dilodîn li windageh û bîyanistaneke jakaw û dirinde. “Bi tu rengî nabe ku ev şar bibe paytext ji Kurdistana xewnan re. Yaw milet bi gelemperî bi Tirkî dipeyive û hayê wan ji bayê felekê nîne…” Tu di naxê xwe de dibêjî. Tu di nîvê bajêr de yî “Yenişehir”; cihê tentene, debdebe, quretî û rewşenbîrokên fortek ku hîletê mirov ji wan diçe. Amed bajarekî bi qelebalix e, natibite, mîna zarokekî şûm û bêcir. Pêşî, tu bajêr xweş nas nakî. Tu nizanî bê dê neqişeya rêwîtîya meşa te ya şevane ji ku dest pê bike û li ku biqede û ji ber vê sedemê, tu bê serî digerî. Tu pêşî diçî devera “Ofîsê”, navenda bajêr. Na bi Xwedê, meş li vê derê nabe, ev der bazarek e ku dike qîrqîr li ber semaya heyvê… Tu berê xwe didî “Sanat Sokağı/Kuçeya Hunerê” li devera “Kooperatifê”, ligel ku qelebalixa wê derê tengezartir e û rewşenbîrokên xwîngiran bêhnê li mirov diçikînin, lê hin tiştên dilveker bala mirov dikişinin. Tiştê herî xweşkok û berdil muzîka “Sokak sanatçıları/Hunermendên Kolanê” ye. Ew hunermendine gerok in, her rojê li bajarekî ne û hunera xwe ya qeşeng difiroşin guhdaran. Tu li wê derê debar nakî, tu berê xwe didî Bircên Amedê. 82 bircên bi heybet ku mirov li ber avahîsazîya wan mat dimîne. Tu bircan didî ber xwe heta ku tu di taxên xizanan de derdikevî. “Ev Amedeke din e”, tu ji xwe re dibêjî. Zimanê Kurdî heta radeyeke pakopîso li vê derê zindî ye û hestên neteweyî bilind in, tu vê yekê di çavên mirovan de û di awayê jîyana wan de dibînî û helbet di dirûşmên welatperwerîyê de yên ku dîwaran dixemilînin. Ev rastîya hemû welatên cîhanê ye; welathezî û neteweperwerî bi giranî barê xizanan e. Tenê xizan dizanin lêvên welatê xwe bigivêşin.

Tu westîyayî vedigerî kuna xwe ya li “Yenisehirê” û tu rûpela Meşa Şevê ya nizanim çendemîn diguherînî û tu li bende şeveke din dimînî. Lê tu êdî xweş dizanî ku dê Şam û Qamişlok û niha jî Amed dev ji te bernedin, ew ê te daqurtînin, ew ê te vegermirînin, ji ber ku şar bîrewerîya mirovan bi çetetî didize û alava dizîyê jî her û her Meşa Şevê ye.

Êdî bila muzîka “Meşa Şevê” ya koma “Sîya Şevê” te bilorîne û bila dengê kovankêş ê “Sezen Aksu”yê çavdêrîya gavên te bike:

“Gidiyorum yine bu şehirden

Ayaklarım geri geri…”*

* “Her ku ez dîsan ji vî şarî diçim

Pêyên min berepaşkî dimeşin…”


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170