Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Hevpeyvîn bi Gulsin Mihemed re, Endama komeleya Şawîşka – Kovara Şar

Çawa jin cihê xwe di civakê de dibîne, û ta çi radeyê jin dikarîbû xwe ji têgehên kevin rizgar bike. Her wisa bandora jinê di qonaxa me ya aniha de çawa ye?

Ez weke jin, kesek ji vê civakê me.. belkî  gellek tiştên civaka me ne li gor mercên mirovane ne jî, ji aliyê hindekan ve, lê dîsa mi li xwe ne neriye wekû jineke bê hêz.. loma jî tim mi xwe di nava xebatê de dîtiye.. û ez bi xwe cihê xwe çêdikim û tekez dikim di rêya vê xebatê re,  û ne li benda civakê me ku keys û derfetê bide min. Li gor dîroka jin a kurd

Gulsin Mihemed, Endama komeleya Şawîşka
Gulsin Mihemed, Endama komeleya Şawîşka

weke ku ez nas dikim û weke ku min şopandî ye, lê mixabin di tevlîbûna me û hin civakên dîtir de weke civakên Muslman, hinek bandor li me jî kir û jina kurd jî kete bin bandora hin mercên olî, lê dîsa jî di dîroka me de tim û tim derfeta jinan hebû ku xwe kêmî mêran ne didîtin, ji bo wilo jî em aniha dengvedana wê dîroka zengîn in, li aliyê têgehan jî.. jixwe her ez wan şîrove dikim, û dibînim ku ew ne ji xwe re çêbûne; bi salan hişmendiyek hatiye avakirin, em jî dixwazin van nerînan bugherin, û bandora me hebû di dîroka civaka kurdî de, û wê tim hebe, niha jî derfet mezin e ku em xwe bînin ziman û kesayetiya xwe ava bikin.

Jin li seranserî Rojavayê Kurdistanê dikarîbû kesayetiya xwe xurt bike, tu çawa vê xalê dibînî? Û derfet li pêşiya jinê, anih, heye ku bi rola xwe wek endamek di civakê de rabe?

Jina kurd tu caran  û bi çi şêweyî neyinî nema ye, ger hûn vegerin dîrokê hûn ê gellek mînakên balkêş bibînin. Aniha piştî şoreşa Sûriyayê û ya Rojavayê Kurdistanê derfet gellekî bêhtir e, û jin li her deverê heye, ne tenê di karê civakî, siyasî û sivîl de, lêbelê heta di karê çekdarî de jî xwedî bandoreke mezin e û bi wate ye, û jina kurd li Sûriyayê di karê pratîk de çalaktir e ji jinên Ereb û pêkhatiyên din, jina kurd ta niha jî têkoşîna wê berdewam e û ne li hêviya  kesî ye ku rê bide pêşiya wê,  jixwe jina kurd di van salên dawî de bûye mînakeke ji bo şoreşgeriyê, her wiha  di hemû civakên Sûriyayê û kurdistanê de jî, û heger mirov li dora xwe binere bi rastî ew dê bibîne ku  jina kurd li Rojavayê Kurdistanê di gellek aliyan de daye pêş, berovajî wê  ger mirov li parçeyên din binere dê vê rewşê nebîne; bi rastî jinên kurd dixwazin ku di civaka me de hinekî ji kesayetiya jinên me pêk bînin .

Çi astengî û pirsgirêk li pêşiya jinê hene? Nemaze piştî ku gellek komele, sazî û rêxistinên jinan li Rojava hatin damezrandin, tu çawa karên wan dinirxînî?

Bi rastî gellek astengî û pirsgirêk hene, lê ew bi xwe kêm dibin ji ber ku rewşa gellek tiştan tê guhertin, nerîna civakê ji jinê re, danûstandina mêr bi mijara azadî ya jinê re, nerîna jinê bi xwe jê re, hemû di dema me yî aniha de tê guhertin û zelal dibin, hin bi hin ew astengî jî li pêşiya karê jinê kêm dibin.

Hebûna gellek sazî û rêxistin, ne astengî ne, ev rengek ji rengê tevgereke jinê ye, û ez bawerim wê rojekê ev saziyên curbecur bibin bingihek ji bo rêxistinek jinê di asta herî xurt û bi bandor de; jixwe ku astengî nebana, me jî berxwedan ne dikir.

Aniha wek komeleya Şawişka ku ez yek ji damezrînerên wê me, di nava du salan de karîbû gellek karên giranbuha bide ber xwe û bighêje encamên baş, me dikarîbû hin projeyên abûrî yên biçûk ava bikin û hin jinên ku li Rojava ne, gellek derfetên mirovanî di dest xwe de girtine, û me hin projeyên din jî pêk anîn.. wek mijarên perwerdeya hin zarokên seqet (xewdî pêdîviyên taybet), bi giştî li gor derfetên me yên biçûk me dikarîbû gellek tiştên mezin û bi bandor bikin; tim û tim jî weke jin.

Di nerîna te de, çawa wê jin karîbe mirov û civakê ava bike. Û ti nimûneyên berbiçav hene ku jina kurd dikare ligel mêran xebatên cihêreng bike?

Ez li Jinê nanerim ku ew ji ezmanekî din hatiye, loma jî karê wê normal e, û gerek e li her deverê jî hebe, ji wêje û siyasetê heta bi karê çekdarî jin di nava tevgereke pêwîst de ye û mînak gellek in, û berbiçav in. Di aliyê karên sivîl de jî, û bi dehan şehîdên Jin li Rojavayê Kurdistanê navên xwe di dîrokê de nivîsandin, ne tenê dîroka Sûrî û Rojavayê Kurdistanê, lêbelê di dîroka cîhanê tevî de.

Tu paşeroja jinê di herêmên kurdî de çawa dibînî. Gelo, di nerîna te de wê jina kurd karîbe bibe pêşenga Azadî ya jinê di Sûriyayê de?

Ku mirov destê xwe deyne ser wijdanê xwe, ji niha û ji berî sê salan ve jina kurd pêşeng e ji azadiya Jinan re li Sûriyayê û li Rojhilata Navîn jî, yê ku bixwaze dikare bê Rojava û mînakan li ber çavên xwe bibîne! Ku em vegerin dîroka şoreş a Sûrî û ya Rojavayê Kurdistanê, bi rastî em ê bibînin ku jina kurd ne tenê derdiket meş û xwepêşandanan, lêbelê di aliyê zanistiya şoreşê de jî gellek karûbar avêtin ser milên xwe û pêk anîn, û di dema ku gellek jinan xwe didîtin şoreşger û rewşenbîr di ragihandinan de, jinên kurdan li hawîrdora vî welatî rahiştibûn alaya şoreşê û dabûn pêş, jin di paşerojê de wê karîbe şoreşa ramanî lidar bixe ta ku jin ji tariyê derkeve û bighêje azadiya xwe.

Gellek navên jinên çalakvan ên kurd li Rojavayê kurdistanê hebûn, gelo dikarîbûn bi erk û rola xwe rabin?

Erê hebûn, lê ji ber hebûna partiyên siyasî ya ku rolek di dûrxistina xortan de ji çalakiyan lîst, her wisa jin jî hate dûrxistin. Lewra jin ma dîla gotin û karên bê sûde di hundirê civka kurdî de, ji ber vê yekê rola wan tenê di warê gotinan de bû bêyî ku bibin kar; jinên kurd mîna partiyan in, tenê man wekû bîneran ji rewşa siyasî re.

Hîn jî dengê jinan ên ku di rêxstin, sazî û komeleyên sivîl de yan ên girêdayî jinê kar dikin bê bandor in di civakê de, sedema vê çi ye?

Dengê jinê tevî hemû astengiyan hîna jî dengvedana wê mîna zingilan di asîmanê rêxistinên civaka sivîl de deng dide, û rola wan bi rengekî xurtir e ji rola jinên çalakvan, û ji ber astengiyên hewarçûyînê- wekû ku ji kurdan re bi tevahyî- jê re jî, qada karê wê di warê çandî de tenê destnîşan kir. Û bi vî awayî şêwyên astengiyê ji çalakiyên li ser qadê bêhtir bûn.

Wekû ku tê zanîn ger desthilatek piştgiriya mafên jinê di civakê de neke; wê jin karîbe azad be..! Ev tişt di rojeva Rojavayê Kurdistanê de heye?

Em dibêjin yasa, nabêjin hukmet. Lê tevî wilo jî em dibêjin ku serxwebûyîna jinê di atsa abûrî de ew tenê rêya wê ye ber bi rizgarbûnê ji bendên civakê ve, û pirsgirêka rizgarbûna jinê girêdayî mêr e, yê ku jê tê xwestin wan bendên ramana gelêrî yên ku jinê li beramberî mêr kêm dike bişkîne.

 


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170