
Idrîs Hiso: Ûmer Sîdo yê ku bi temenê xwe 16 salî ye, ji ber ku mala wî li taxa Şêx Meqsûd li Helebê hat bombebarankirin, û ne girîng e ji aliyê kê ve wek ku Ûmer dibêje, ew ji neçarî ligel malbata xwe bû penaber li Başûrê Kurdistanê, û aniha li kampa Gewîlan akincî bû ye.
Cara pêşî ji bêkariyê ji Efrîna şêrîn koç kirin û berî dane Helebê, jixwe Ûmer Efrîn nedîtî ye, lê her demê dibêje Ez ji Efrînê me, ez Efrînî me …
Li bajarê Helebê Ûmer ligel karê xwe diçû dibistanê jî, astengyên jiyanê û nexweşiya Ûmer jê re nebûn kelem berê, û aniha jî nebûne kelem li pêşiya vîna û hêza wî, “ Bavê min û dêya min ji min re digotin Ûmer tu kar nekî, tu ji xwe re bixwînî kurê min… lê mi ji wan re digot na ez ê herduyan jî bikim bavo…dayê “.
Dema dibistan li kampê vebû Ûmer ji kesên pêşî bûn ku navê xwe tê de tomar kir, xwest xwendina xwe berdewam bike.. lê rewşa xerab a mala wî wek malên din ên penaberan hişt ku Ûmer berê xwe ji dibistanek biçûk û nazik bide dibistaneke mezin û çetin, Ûmer biryar da ku di dibistana jiyanê de fêr bibe. Ji ber dibîne ku ew dibistaneke rasteqîne ye.
Ûmer dest bi kar kir, dest bi projeya xwe kir, sepetek avêt milê xwe û berî her kesî tişt û pêdîviyên herî mezin ji bo penaberan bidest xist, ew jî çixare û kartên mobaylan bûn.
Bi devekî li ken, rûyekî geş û zimanekî şêrîn tiştên xwe li ber dilê penaberan xweş dikir, digerand û dihşt ku ji wî bikirin, pere ji hinekan deyn dikr û li hinekan vedigerand, û her demê jî gotina wî qewata wî bû, û soza xwe ligel hevlên xwe pêk tanî; gellek mirov bûn dostê wî.
Ûmer mehane tê cem rêxistinên biyanî qena dermanê nexweşiya xwe ji wan bigre, ew bi xwe nexweşê Îpîlîpsîyayê ye û bi hatina wî ya her dem, karmendên biyanî bi wî re bûn dost û heval.
Ûmer ew bi tenê ye yê ku di nav karkerên kampê de daxwazên bekirên xwe ji kesên sivîl û leşkeran re dighîne ber destên wan. Ûmer paş re bi kenekî sivik û seriyek ku her dem hejok e, helbet ew hîç ne bi vîna wî ye, lê ji ber nexweşyê ye, bi şehnazî dibêje: “ Min xizmeta dîlîverî anî kampê jî!
Navê Ûmer li seranserî kampê bi BIZNIZMAN belav bûye, ew jî bi kumê xwe yê mîna kumê Turkan, serê xwe dihejîne. Ew tim li karê xwe miqate ye, û di ber karê xwe re bê rawestandin, di rêya mobaylê xwe re, li stranên devera Efrînê guhdar dike ….. lê yên ku qenc li çavên Ûmer binêre wê karîbe paşerojê bixwîne….Her demê heger tu tiştekî ji Ûmer bixwazî bi şêwezarê Helebî wê li te vegerîne…mişî.