Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Amûdê Çîrokeke Bêdawî ye – Kovara Şar

Zohrab Qado: Dengbêj Garabêtê Xaço wiha li ser zimanê Edûlê hezkiriya Derwêşê Evdî dibêje “ Ez ê li ser girê Amûda şewitî bisekinim, welle doxa teşî ya xwe veşêrim “. Bi rastî jî, jixwe bajarê Amûdê navê xwe ji girê Amûdê wergirtiye û hemû çîrok û nivîs vê yekê tekez dikin. Mehmûd Efendî Elûsîzade di sala (1267 K – 1850 Z) de û derbarê vegera xwe ji bajarê Stenbolê bo Bexdayê di Amûdê re derbas dibe û di pirtûka xwe de(1), Amûdê bi van gotinan tîne ziman “ Nêzî saet neh em gihiştin gundekî bi navê Emûde, ew bi xwe navê girekî li wê deverê ye û nêzî gundê Dara ye, û şêniyên wê nêzî heftê malî bûn, mizgeftek lê hebû û li gorî bihîstina min xelkên wê hemû Misilman in, ez li mala mirovekî bi navê mele Silêman bûme mêvan û ew ji mezheba şafi’î bû “. Lê avakirina bajarê Amûdê vedigere bêhtirî 350 salî berê, ji ber gellek malbat li Amûdê hene ta bapîrê xwe yê 9 – 10 an dibêjin, ew malbatana jî navê xwe dikin Amûdî mîna mala ‘’ Ûcê, Deqorî, Kamil ‘’ … hwd .(2) Wekû em dibînin Amûdê destpêkê ji çend malan pêk hatiye lê bi salan malbat xwe lê girtine û ava û şên bûye, piştî cenga cîhanê ya yekemîn bi dehan malbat ji welatê Serheda, Amedê û Omeriyan – Kurd, Ermen, Siryan- ji ber komkujiyan, birçîbûn, dervederkirin û tengasiyê berê xwe dane binya xetê û Amûdê bû himbêzgeha wan. Bi vî rengî Amûdê ji gundekî bû bajarek e ava û rengareng.

Lê ji bo navê Amûdê, ji bilî çîrok û berhevkirinên devkî me ti belgeyên piştrast nedîtin derbarê vê babetê de. çîroka herî naskirî di nav şêniyên bajêr de ew e: ku keça mîrê Mêrdînê kurekî bi awayekî nerewa dizê û bi mebesta ku jê xelas bibe wî radestî xulamê xwe dike bo ku wî bikuje, lê ew xulam kuştina kurik bê dilê wî bû, û dema digihêje girê Amûdê – hin dibêjin gundê Darê- wî datîne ser stûnekî li banê gir, îca ew zarok tê dîtin û çîroka wî li ser zimanan digere. Li gor vê çîrokê navê Amûdê ji gotina ku bi wateya stûn a bi zimanê Erebî yan yê Siryanî (Emûd) hatiye. Lê hin dibêjin ew ji wergera navê gundê Darê ‘’ bajarê Dara yê dîrokî ‘’  yê pirstûn hatiye, ji ber ku hin ji kalên Amûdê ji çemê wê re dibêjin ‘’ çemê Darê’’ tevî ku ew çem ne ji gundê Darê tê.(3) Lê nêrînek din heye ku wê mîna navê bajarê Amed û Amêdiyê ya ku di dema Islamê de bûye Imadiye dibînin.(4)

Li firehiya Deşta Mêrdînê bajarê Amûdê kevintirîn bajar e, ji ber vê yekê ew ne tenê bergeha koçberên ji ber kuştin û birçîbûnê bû, lêbelê bergeha xwendevan, xoce, zana û ronakbîran bû jî. Wekû me anîbû ziman piştî Cenga Cîhanê ya yekemîn gellek malbat ji seranserî welatên Serheda, Amedê û Omeriyan xwe li Amûdê girtin, ev bûyer gellek bandora wê li ser geşbûna bajarê Amûdê ji hêla aborî, zanistî û rengarengîniyê ve hebû. Di encamê de Amûd mezin bû û tevgera bazirganî û zanistî û siyasî lê peyda bû. Di sala 1920an de Seydayê Mele Ubeydullayê Hêzanî berê xwe ji gundê Darê dide bajarê Amûdê, û Hucreyekê ‘’ dibistanek olî’’ ava dike, ev bû encama derbûna kesayetiyin mîna( Seydayê Cegerxwîn, Mele Şêxmûsê Qerqatî, Seydayê Ebdulletîf, Seydayê Mele Ebulhelîm … hwd) yên ku li ser destê Seydayê Mezin‘’ wekû ji Seydayê Ubeydulla re dihate gotin’’ xwendibûn, û pişt re Seydayê Ebulletîf û Helîm her yek ji wan dibistanek taybet bi xwe ava kirin û ew rê berdewam kirin, û di sala 1929 an de Seydayê Ubeydulla koça dawî dike, û li gor gotinan gora wî yekem gor li goristana Amûdê bû.

Li hêlek din rewşa hişyarî ya kurdperweriyê li bajarê Amûdê bi hatina kesayetiyin mîna ‘’Qedrî Can, Reşîdê Kurd û Hesen Hişyar … hwd’’ geş dibe, û di sala 1938 an de komeleya Xoybûnê biryar bi damezirandina‘’ Nadî Ciwanên Kurd’’ bi rêvebiriya Mihemed Eliyê Şiwêş dide. Bêguman bajarê Amûdê mîna hemû herêmê di bin desthilatdariya Osmaniyan de bû, û Axa û serekêl desthilatdarî lê dikirin, lê derbarê hevpeymana (Sykes-Picot)1916an de tevaya herêma li binya Xeta tirên a (Berlîn- Bexda) bû para Fransayê, bajarê Amûdê jî bi rûdanê re gellekî têkildar bû, Ebdulletîf Huseynî di nivîsek xwe de dibêje : “Di sala 1922 wan de û bi mebesta xurtkirina desthilatdarî ya xwe, Frensiyan hewil dan ku derbas bin Amûdê lê ew yek bi ser neket, carek din hewil dan bo avakirina qereqoleke cendirmeyan, ev yek pêk hat lê li gor mercên xelkên Amûdê. Wê çaxê (Se’îd Axayê Deqorî)û hevalbendên wî ji êla kîkan (Rûstam – Gutna), êla Milan (Îsa Ebdulkerîm) û êla (Temika) têkilî bi Qewareya Niştimanî (Şukrî Quwetlî, Se’della Elcabirî û Fexrî Elbarûdî) re li bajarê Şamê dikirin. Di sala 1926 an de li bera Amûdê û di navbera gundên (Til Hebeşê , Çûlê) de pevçûnek giran rû da, û di encamê de 24 kes ji xelkên Amûdê jiyana xwe ji dest dan. Û di sala 1937 an de şer li Amûdê dest pê kir, û ew jî şerê sekvan û cadeyan bû, û Fransî hatin paşxistin, di roja din de balafirên Fransî êrîşî Girê Hebeşê kirin û jimara kuştiyan 32 bûn, û li gundê Qereqobê muxtarê gund (Mehmûd Hito) hate kuştin. Û pişt re li gundê Til Xenzîr û Dîkê, û di roja sisyan de bajarê Amûdê hate bombebarankirin, windahî û kuştî ji gava hatina Frensiyan ta sala 1937 an gihişte nêzî 150 kesî“. (5) Lê birrek ji Xiristiyanên bajêr bûyera sala 1937 an (Toşa Amûdê) mîna komkujiyekê li dijî xwe dibînin, ev nêrîn jî hêjayî gellek lêkolînê ye. Xiristiyanên Amûdê’’ Ermen û Siryan’’ ji ber komkujiyan reviyan û li Amûdê bi cih bûn, û taxa xwe ya bi navê Taxa Xiristyaniyan (Fillan) li başûrê Amûdê ava kirin, pêre kenişt, dibistan û dikanên xwe jî ava kirin û bûn beşek ji bajarê Amûdê, û Girê Şermola yê ku piraniya xaniyên Amûdê ji axa wê hatiye avakirin, bû goristana miriyên wan (6). Ji malbatên Xiristiyan ên navdar li Amûdê: (Se’îd Ishaq, Êlo, Artîn, Qes Ilyas, Hêlûn, Harûş, Xaço, Nîşan.. hwd), hîna jî çend malbatên Xiristiyan li Amûdê dijîn û her du kenişteyên Siryan a Ortodoks û ya Katolîkan jî li cih in, lê gellek wêranî bi goristana wan ve hatiye.

Di roja yekeşemê 13/11/1960 î de şewata Sînema ya Amûdê bû(7), ew felaket û bobelata herî giran e ku bi ser şêniyên vî bajarî de hatibû, ji bo alîkariya Şoreş a Cezayirê, pereyên temaşevaniya sînemayê ji şagirtên dibistanan dihate civandin, û Sînema ji dêla du caran sê caran hate bikaranîn, jixwe avakirina sînemayê jî ne li gor pîvanên avakirina sînemayan bû, û ji ber germbûna alavan, agir xwe avête filman û hundirê sînemayê  bû mîna ku gazxaneyek bişewit e, û di encamê de nêzî 250 – hin dibêjin bêhtirî 300- zarokî bi şewata wî agirî bûn qurbanî, serê malê yek, du û bêhtir jî. Şewata Sînema ya Amûdê her dem lehengiya Mihemedê Se’îd Axa û jina bi navê Ferîda Elî ya ku gellek zarok ji agir rizgar kirin û nikarîbû kurê xwe ji nava wî agir derîne, tê ber çavan(8); ev bûyer jî her dem cihê xemgîniya xelkên Amûdê ye.

Taxên bajarê Amûdê bi navê avahî, ol, êl an jî kesayetiykê dihatin naskirin, mîna: Taxa Mizgefta Mezin, Heciyan, Melan, Mandiyan, Xirbe Kavirya, Seydan, Qubalatiyan, Mirtiba, Xatûniyan, Kurimyan, Gabaran, Aşê Elawî, Xirstyana .. hwd. Di erdnîgariya xwe de jî bajarê Amûdê xwedî Qelaçek û du çeman e, Çemê Darê yan jî Çemê Xenzîr an jî Çemê Amûdê wekû di sitrana Mihemed Arifê Cizîrî de tê gotin ‘’ Gewrê, havîn e dinya li me kelan û kel e, birrekî xifşan û xezalan li binya çemê Amûda şewitî kir mexele “. Jixwe çend golên navdar di dirêjahiya derbasbûn a bajarê Amûdê de heye, sê golên Enter in û yek bi navê Hêndero ye û ya din jî bi navê Şêxê Doda ye ‘’. Li derdora Amûdê ji hêla bakur ve Omeriyan bajêr bi rez û mixtiyên xwe xemilandin e, di nîvê bajêr de bazara Fatore ‘’ Pertel’’û Ereseya sebze, goşt û qûtan heye. Lê mijarên herî navdar di Amûdê de û ya ku di vê nivîsê de hilnayê, çîrokên dînên wê ne, jîrbûna pîşesaz û hostayiya nivîskar û hunermendên wê ne, bi rastî jî Amûdê bi minare ye –Rewşengeh e- Fehîma …..

[divider]

  1. Neşwet Elmudam fî Elewdetî île Medînet Elselam, Şihabeddîn Mehmûd Efendî Elelûsîzade, li Çapxaneya Welayeta Bexdad hatiye çapkirin di sala 1293 k, 1876Z, rûpel 90.
  2. Deham Ebdulfetah, bi rêya hevdîtinekê.
  3. Ebdulletîf Huseynî, Miswedat Medîne, çapxaneya Yazcî, 2002,rûpel 19.
  4. Dilawerê Zengî, bi rêya hevdîtinekê.
  5. Têkilî bi rêya internetê.
  6. Girê Şermola girekî şûnewarî ye lê bêguman ti lêkolîn di gir de nehatine kirin, ji ber vê yekê jî ti agahiyên pişrast li ser şaristanî yan navê tune ne.
  7. ji devê Edîbê Qdo, ew yek ji kesên ku di bûyera Sînemayê de bû.
  8. Ev aghî ji devê kurê vê jinê ‘’ Dilawerê Zengî’’ bi rêya hevdîtinekê min wergirtiye.

Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170