
Xweşnav Heso: Dadmendî yek ji pir mijarên pîroz û belavkirî ye di danûstandin û şêweyê civakê de. Gellek hêl û lay xwe dibînin di nava civakê de, ji ber ku mirov li ku derê hebin, bêguman ew ê xwestekên wan jî hebin.
Tevî dahatan ên ku divêtin werin parvekirin, û li vir, ew yek ji wan rêyên ku ew ê bi vî karî rabe, helbet ew ê di rêya Dadmendiyê re be. Ji Dadmendiyê re serokatiyek heye li ser gellek bêje û têgihiştinên hevsî, wek Azadiyî û Wekheviyê. ji ber ku Dadmendî li hember tu sînorî ranaweste.
Dibe ku mirov azadiyek bêhtir bixwaze, lê ji nişka ve ew ê li ber asteke xwiyayî raweste, da ku ew azadî nebe rengek ji germoliyê!, lê mirov nikare li ber astekê ji astên Dadmendiyê raweste, ji ber ku Dadmendî naye dabeşkirin û veqetandin, û yek civak nikre ta dawiyê xwe têrî Dadmendiyê bike, bêguman dawiya Dadmendiya tekûzkirî.
Bi vê wateyê Dadmendî çakiya giştî ye, û her wisa ew têkildar e di navbera têgehiştina Azadî û Wekheviyê de; tête rêxistin û sazkirin, Dadmendî di navbera wan de hevsengiyê dike.
Tevî wilo jî, stem û zorkarî bi mirov re heval bû ji destpêkê ve, û ciyewaziya di navbera mirovan de derket û zelal bû, nemaze di warê xwedaniya tiştan de, ya ku li ser kesayetî û ezîtiyê pêk tê.
Ji çaxa ku civak seretayî û li paş bû, ta ku xwe veguhest bo civakek rêxistî; wekhevî winda bû, ji ber ku koma kesan bûn xwedî zevî û gund, û xwe dîtin mîna niştecihên her tiştî li wan deveran. û di gerîna salan de ji boyî wan zagonek peyda bû, ew zagon wan ji her tolavekê parast, tevî ku wan mafdar kir û destên wan êdî bi awayekî zagonî û fermî berda û serbest kir!
Ew ciyewazî hin bi hin bêhtir aloz bû, û ev tişt hişt ku mirov biyan û cûda bibe, ne tenê ji surişta xwe, lêbelê da ji xwe jî gellek caran. Ji lewma jî ew rêjîma aloz a civakê hişt ku têkiliyên mirovantiyê wêran bibe, ji ber ku civak hate parçekirin û êdî bû bi du qatên xwe, yên diyar û nas.
di warê Seykelocyayê de, bêjeya Dadmendî ya Civakî tê bikaranîn bo ku çawa astên piraniya kesan li ser pêdiviya vê Dadmendyê û ya ku gerek e her kes bi wê şad be, û ji wê re xwedan be, li gorî pêdivî û kêmaniyên karên wan bibe.
Cûreyên Dadmendiyê:
1. Dadmendiya Pêdîviyan:
Tê naskirin bi Dadmendiya Markisî, û li gorî vê yekê dahatên civakê gerek e li her kesekî belav bibe, li ser bingeha dagirtin û qayilkirina wan pêdiviyan ên ku bêhtir giring û lezok in. Wek nimûne, di hundirê malbatê de, ew kesên mezin dahatan li hemû kesên wê malbatê balav dike, her yek li gorî pêdiviya wî.
2. Dadmendiya Hevkêş:
Ev Dadmendî tête diyarkirin ligel kesên ku di civateke xuiya de bin, ên ku her yek ji wan li xwe dinêre wekû yekîneke serbixwe di nava komekê de, û her yek ji wan wek ê din e, ew hemû beşdar dibin di dahatan de, û sembola karê wan ev e:
kes bo civakê ye, û civak bo her kesî ye!
3. Dadmendiya Dadperwerî:
Ev Dadmendî li ser têkiliya du hêlan xwe ava dike, wekî bazarê, danûstandin!, û sûdeya mirov di karê wî de li ser ked û semyana wî ye.
4. Dadmendiya Yasayî:
Di vê cûreyê de, diyar dibe ku Dadmendî tenê ew e ya ku nûnerên desthilatê wê divivsînin ji civakê re, û dema kuYasa tête bicihkirin, ew tenê dimîne! Ku ji mirov re Dadmendiyê peyda dike û diparêze, bêyî ku guh bide nerîn yan jî pêdiviyên wî, û ne bala xwe dide sûde û keda kesekî da ku ji bo wan Dadmendiyê belav bike!
Di dawiyê de em serencam dikin ku pêkanîna Dadmendiyê tenê dimîne wek sawîr û xwenekê di mejiyê mirovan de, û mixabin yek rê tune ye da ew bi rengekî durist cihê xwe bo hemiyan bigre, tenê dimîne ev tişt girêdayî desthilatek e dadperwer, ku ji her kesî re be û xebata wê bo hemî kesan be.