
Ciyewaziya bikaranîn a di sînemayê de
Şêro Hindê: Berî ku kamîre bi rengekî berfireh têkeve şêweyên curbecur ên tevgerê bi rêbazên pir hişk ku li gorî koçeyên pîvayî û bê lebat dihat bikaranîn, û bêyî ku em dîroka destpêk a tevgera kamîreyê bînin ziman, mirov dikare bi tenê bêje ku destpêkê dîmen mîna şanoya bûkên ku bi destan dilebitîn dihate dîtin û paş re wek ku qorziya dîtinê ji alîyê bînerên şanoyê yên ku di rêzên yekemîn de rûdiniştin dîmen dihat çêkirin, ev kar bi xebatên G. Simith qorziyên dîtinê hatin guhertin û firehbûn û tengbûna dîmenê jî li gorî guhertinên dramayî şêweyê xwe stand, jê û şûn de kamîreya sînameyê bû ew alava kedî û har.
Tarkovsky kameriya wî ya bi tevgera giran û bi pîvan wek ku bi tenê fîlm tevgera kamîreyê ye, bûyer û bûnerên fîlm dibin awarte, kamîreya wî pir saykolocî û kûr e. Tu bêhitirî çavên kamîreyê dibînî, tu her dem bi du astên dîtinê hest dibî, tiştên ku xuya dibin mase, neynik, pencere û di asta din de çax û dem li hawîrdora van tiştan ew bêhna demê ya ku şûna xwe li ser kes û tiştan dihêle, ji bilî kûrbûna rahiştin a dîmenê û qorziyên ciyewaz û dînamîkiya ritmîk a ku di tevgera kamîreyê de tu her tişt û kesên hawîrdor dibînî, çep û rast, jêr û jor, tevgera bayê û bandora wê li ser guhertinên derûnî yên ku kamîreya Tarkovsky ji me re wan ji derdora navend a dîmenê dide hev.
Di salên 50 yî de û destpêka salên 60 yî de gellek rengên ciyewaz û hestiyar di rahiştina pirsgirêkên (dem)ê yên felsefî de û girêdana wê bi dîmen û tevgera kamîreyê re hebû, fîlmên wê demê di bin navê sînemaya ( Dema Tomarkirî ) de dihatin nasîn, lê pir ne hatin nasîn û dîtin jî.
Ciyewaziya li cem Tarkovsky ew ritma dînamîkî ya ku derbasî giyanê (Cî) dibe, wek rêbazeke taybet ku zimanê xwe yê sînema yî aloz di çalakiya ritim û tevgera kamîreyê de pêk tîne.
Rûdêmên sînemayê û guhertinên mezin di dîroka vê hunerê de gellek caran bi pêşketina bikaranîn a kamîreyê û şêweyên wê ne, destpêkê di hundirê stodyoyan de û paş re derveyî wan, û tevgera kamîreyê, nêzîk kirin û dûr kirin, wisa kar bi rê dibû, paş re jî hemû alavên ku radihêjin kamîreyê, ji bilî ku kamîreyên cuda û alavên sivik mîna, ronahî û alavên tomarkirina dengên ku nema dibin asteng li pêşiya lezkirina kar û hesaniya tevger a derhêner, tevlî raman û nerînên wî yên hestiyar û revok ketin rojevê.
Amir Costa Rica yek ji wan derhênerên ku bi rengekî ciyewaz kamîreya xwe tev digerîne, dibe ku bandora hin derhênerên mezin lê bibû, mîna Fellini û Tarkofiskî, lê bi taybetmendiyeke xuya û li gorî mijarên fîlmên xwe û civakên ku her dem armanca çavên wî yên zîrek in. Costa Rica dikarîbû di valahî û tengbûnê de, rastî û xewnên cîhana xwe bênê ber çavan û rêdana kamîreya xwe kontrol bike, dîmênê dirêj bê rawestandin ber bi navendên bûyerê de û li hawîrdor qerebalixa kadir, tijebûna bi sewal, dar, reng û mirovên li ser qiraxa ziyan û gunehbariyê hemû çêra kamîreya wî ne.
Kamîre wek ewrekî bi dû van simbolan dikeve wek çavên caneweran ditirs e û êrîş dike ber bi jor carekê û cara din ber bi jêr de, di du astên cuda de, kamîreya wî dixebite, carekê li ser rûyê erdê û cara din di bin erdê de û bi dû perîka wî ya li Emêrîkayê winda bibû dikeve, û gellek caran bi alavên wî yên seyr ve tê girêdan û bi wan re ber bi kaş û newalên Yugoslavianê de ber bi jêr û jor de wer dibe; dibe ku em li ser kamîreya Dokma neaxivîn, lê ew mijareke berfireh û pirmînak e.