
Hey wijdan.. ey xurista Xwedawendane «Rosso»
Îsam Yûnis
Wergerandin ji erebî: Ciwan Pîr
Wijdan ew e yê ku ciyewaziyê dixe navbera xêrxwazî û bedkariyê de û radihêje kirîzan di hundurê xwe de, wek mînak, nakokî di navbera erkan de, erk wek pabendî bi pîvanên civakê, û erk wek pabendiya yekta bi nerînên xwe yê curbecur re. Ango, kirîz di navbera her du erkan de bi cih dibe, û dijberî çêdibe. Li vê derê em dikarin maf bidin xwe ku em vî navî lê bikin «Kirîza wjidanê».
Mirov ev tişt di destpêka şaristanî ya xwe de bîr biribû, lewra bi efsaneyan ev êş derdibirî. Efsane hem nîşan û hem jî rênasa resenbûn a vê aloziyê bû di hundirê wî de. Bi demê re ev alozî bû enbûjeneke pelandî ku dihate guhdan ji hêla Sosyologiciya nûjen ve. Ji ber wilo ev pirs tên holê, çawa ev kirîz diyar dibe? Çawa xwe diyar dike û xwe hildide asta diyardeyê? Sedmên rasteqîne yî erênî bo vê diyarbûnê çi ne?
Ji ber ku ev diyarde vê kirîzê têvel dike, dêmek ew ji encama guhertinekê ye di koka civakê de, û kinarên kirîzê nîşan dike « Nehşiyariya komeyî û Xweyîtiya yektayî».Wisa, ev guhertin bi xuristbûna xwe şoreşgêr e. Gellek tiştên veşartî yên ku şêweyên hevnerînên di navbera wan de radihiştê, li vê derê tên xuyanîkirin. Ev kirîz di civakin sist de diyar dibe, ango bi wateyeke din, civakên Rotînî, Dogmayî, yên ku dûrî dewrana dîrokê diçin, di van civakan de reftarî bi dariştinên rewişt û nerîtên ku binyada reftarên ên yekta çêdike, diyar dibin. Çi daxwaz an çi hêjayî ye ku were daxwazkirin li cem ê yekta, tê pîvan bi pîvanên wê civaka ku nehişiyariya komeyî jê re çêdike. Wek mînak: Xêr, şer, dadmendî, nirxên payebilind.. Û HWD, berê hatine nîşandan, û bûne destek bo ku pêkanîna xweyîtî ya xwe werînin holê. Wisa nimûneyên hevsengkirî tên çêkirin. Ev binyadanan di saziyên civakî, siyasî, malbatî, û aborî de diyar dibin, û ji ber ku civak neveqtiyayî ye ji hawîrdora xwe, pêwîst e ku bi derdora xwe re were girêdan da ku taybetmendiya xwe bide nîşandan. Di encama vê girêdana pêwîst de, tevlêbûnk di navbera vê civakê û civakên din de çêdibe. Lê tevlêbûn di navbera civakeke sist û yekta de xwedî hêz li ser asta takekesane, ne li ser asta saziyan tê pêkanîn bi wateyeke din, ne ser bi sere. Ev yek di navbera Rojhilat û Rojava de tê dîtin. Encama tevlêbûna yektayiya rojhilatî bi civaka rojavayî re rikberîyekê di xweyîtiya wê de peyda dike. Ji ber ku ev tevlêbûn di navbera takekesekî li himber cureyekî ye. Li vir diyardeya kirîz a wijdanê li cem ê yekta tê peydakirin. Pepûko nikare xwe ji nehişiyariya xwe yî komeyî vegurêne – ji ber ku di koka wî de hatiye çandin- her wiha tevlêbûna wî bi yê din re – yê curbecur- ne ji encama dewran a wî ya xuristî hatiye pêk anîn. Ji ber yê din (Rojava) ji qonaxa hebûn a xwe yî bi hêz hatiye veguhertin ber bikaranînê ve, û hemû celebên pêkanîna xweyîtî ya xwe xistiye dest xwe. Her wiha xaçerêka yê kirdar (Rojava) êdî nema pêrgî yê din (Rojhilat) tê, ji ber wek ku em dizanin, raman di heman demê de xwe pêk tîne, wisa (Rojava) a lîberal, azad û nirxên wê yên nû ji azadî, wekhevî û nerîna wê ji mirov re wek mirov û demokrasî, ji dîroka dewrana wê yî xuristî derdibe. Tekûzbûna mêjûyê vê hêzê dide wê da ku lingên xwe li ser erdê bi xurtbûn biçesipîne. Lê xwediyê kirîzê ev tişt li cem peyda nabe.
Dema ku em dibêjin Rojhilat û Rojava, em ne li ser têgeha cih diaxivin, belkî yek di hundurê civaka xwe de be û bandora vê hêzê li ser hebe, lewra jî ev hêz li ser ê yekta bi şêweyeke neyênî tête têvil kirin. Pergala cîhangeriyê wek mînak neyêniya vê tevlêbûnê di jiyana mirovê rojhilatî ya rojane de diyar dibe. Slogan û şêweyên pêkanîna wan, nerînin wî yên ji paşerojê re û nimûneyên pêkanîna van nerînan, bûne kopîyeke kal ji xweyîtiya wî re. Em dikarin bi hev re bi hin diyardeyên diyarbûna vê kirîzê re biponijin; rexneyên tund, xwedîtina di ser civaka xwe re û sersarî û HWD. Ritma vê kirîzê li cem wî şêweyekî lezok werdigre, vajî wî takeksê ku hîna di bin baskê civaka xwe de maye. Tev de şêweyên bandora van tiştan ne.
Ka em werin li bernameyên ku dixwazin bighêjin: Demokrasî, fedralî û konfedralî.. binerin. Ew hîna di civakekê de ne ku li ser rengê ol, hoz û êlan dijîn, û ta jê tê, hewl dide ku vê pergala nehişiyarî li ser xwe tekez bike, û di heman demê de jibîr dike ku ev yek ji sedemên kirîza wijdan a wî ye.
Hilgirtina mirov ji van nimûneyan re û arazûya di pêkanîn a wan de, vîna guhertinê jê tê xwestin. Her wiha divê karêgeriya tekûzbûnê bi wê vînê re hebe. Ji ber ew êdî nema dikare vegre paş û ne jî bibe aliyek di tevlêbûna bi vê ramanê de – ramana ku dihêle kirîz li cem peyda bibe – .
Dariştinên şarewer, belkî guhertin û kesayetiyekê ku ji dewrana wî yî xuristî derdikeve, jê re pêk bîne, da ku kirîza xwe ya wijdanî çareser bike. Takekesek ji me bi hêsanî dikare êşeke zêndelî bide xuyanîkirin, lê vîneke bêhempa divêt da ku êşa xwe yî derûnî bîne der. Ji ber wilo bîrbûna aloziyê li cem ê yekta gava yekem e ku ji vê rewşa xwe yî neyênî û lawaz derkeve, û hemû celebên kirîza wijdanê li ser maseyeke gilover ber çavên xwe deyne, da ku çareseriyekê ji sîsika kesayetiya xwe derxîne û bêyî ku bandora derdor ser wî hebe pêk bîne; mîna her êşeke zendeliyê. Wisa xwe ji durûtî, derew û xweveşartina pişt tilîka xwe, wê karîbe xwe rizgar bike.