
Xalid Ûmer: Bi lez kincên xwe yên kar ji xwe danî, hinek kapeka ji ber birrîna textan li dor guhê wî mabû, çavê wî lê diket çaxa ku di ber neynika ber deriyê kargehê daleqandîbû re çû, bi lez vegeriya ber avê, çaxa xwe daqûl kir pereyên wî yên hesin ji bêrîka wî şemitîn û pêre yên kaxet jî ketin nav avê, bi qehir rahişt wan û bi lez derket bêyî ku li neynikê binere, du kat mane wê dergehê geracê bê girtin, û tirimbêl namînin.
li ber deriyê malê kilîta xwe der xist, derî vekir, kes li malê nema ye, îro daweta kurê xalê wî ye, giş li dawetê ne ewê jî bighêje wan, pereyên xwe yên şil der dixist û dan ber tîndanê, kincên xwe dan ser hev û berê xwe da serşokê, tiştekî tenê ew xistibû tayê, gund sê kîlomitran dûrî rê ye, hîna tirsa kuçikê reş di dilê wî de ye, gellek caran delingê wî qetandiye bi devlêkirinên xwe.
Li ber neynikê li katjimêrê nerî, maye kêmî katekê ku gerac bê girtin.
Beriya ku deriyê xwe bigre, qorzîka çakêtê wî bi derî ve xişiqî, hindek jê qetand, baş bû di cîyekî nexuyanî de ye-ji xwe re dibêje-.
Li ber dergehê geracê destê xwe avêt pereyên xwe ,şilbûn gellek di wan de nema ye, tirimbêla dawî ye û ew jî siwarê dawî ye, xwe avêt tirimbêlê, yê li kêleka wî destê xwe danî ser çoga wî” Ser çava Dilawer “, derket hevalekî wî, kir û nekir lê ciwamêr kirya xwe û ya wî herduyan da.
Berî bighêje rastî gund, careke din kûçik hate bîra wî,-li vê derê ji kerema xwe re- ji yê ajokar re dibêje, hîna peya ne bibû şewqa tirimbêlekê da çavê wî, ku merivine wî ne, dê ew jî biçne dawetê, di dilê xwe de got: Ez ji kûçik xelas bûm.
Li pêşya dawetê çav li Dêya xwe ket, bi lez çû cem, xirad- miradên di bêrîka xwe de dane wê ji bo ku di dîlanê de bêhna wî teng nekin.
Hinek merivên wî, xwediyên dawetê, bixêrhatina wî kirin, û berê wî dane dîlanê, baş bû roniya dawetên gundan kêm e- ji xwe re dibêje -qetandina ku li binê çakêt e tew xuya nake.
Ji nişka ve çavê wî li keçka meriv a wî dikeve, dilê wî tê de heye lê ceger nekiriye tu carî jê re bibêje.
Govend carekê geriya, destek ji paş de destê wî vekir, li dû xwe nerî dît ku ew keçike.
Di belakirina şêraniyê de mixaletiyek wî hat kêleka wî rûnişt, xwediyê kûçikê reş bû, kêfa wî gellekî jê re nedihat, got: Dilawer, min berî sê rojan deriyek nû ji hêwana malê re siwar kiriye, dixwazim tu bê da lê binerî ka bê textê derî baş e ya na, serê xwe hejand û bersiv neda.
Di rê de li ser kûçikê reş axivîn, got: Ma ne peyakî bêbav kûçik kuşt bi demança xwe, Dilawer di hundirê xwe de keniya û xwe kir ku li ber kûçik ketiye.
Berî dawet bidawî bibe, xelkên xwedî tirimbêl ên ji bajêr hatibûn dawetê, gotin: Ê bê tirimbêl be, û bixwaze vegere malê, cî heye.
Bi lez Dilawer berê xwe da Dêya xwe û got: Ê mi ez ê vegerim, divê sibe destê sibê li ser kar bim.
Xalê wî Şemsiddîn destê xwe li milê wî xist û got: Xwazê sibe piştî firavînê ez ê Dêya te û zarokan bînim û bêm.
Di rê de gişî rû li ken bû, nexasim çîroka kûçikê reş nema bû, û keçka ku jê hez dikir bêhtirî nîv katê bi hev re dîlan kiribûn.
Dema gihişt ber deriyê malê, katjimêr bibû dora duyê şevê, kêlîkekê rawestiya, li derdora xwe nerî, destê xwe avêt bêrîka xwe ku kilît ne tê de ye.