
Rojnameya Bûyer her 15 rojan bi her du zimanan ( Kurdî û Erebî) derdikeve, rojnameyeke serbixwe ye, navenda wê li bajarê Qamişlo ye, yek ji armancên wê weke ku hatiye nivîsandin li ser rûpela pêşî ji rojnameyê ( Daxwaza me Rojnamegeriyek Bêlayen û Azad e). Rojname ji 16 rûpelan pêk tê, û mijarên Siyasî, Aborî, Civakî û Çandî jî dişopîne.
Li navenda komeleya Subartu li Qamişlo pêşangehek ji hunermend Amir Ferso re, di bin navê (Şaristaniya Mîdî di tabloyan de) de lidar ket. Pêşangeh ji 24 tabloyan pêk hat, jixwe mijarên wan jî girêdayî dîrok û şaristaniya Mîdî bû.
Di çarçiva projeya (li hev bibûrin da aştî belav bibe) ya ku navenda Biratî ya Demoqratî û civaka sivîl pê radibe, nivîsgeha Hesekê û bi alîkariya navenda El-Nûr a civaka civîl û aştiya navxweyî kar kirin bo amadekirina simînerin danûstandinê bo naskirina rêyên herî baş ji pêkanîna armancên projeyê, her wisa gellek nûnerên rêxistinên bajêr jî beşdar bûn.
Navenda Smart a tenduristiya derûnî û geşpêdayina mirovane li bajarê Qamişlo, simînerek di bin navê (Dest bi dest ber bi avakirina xûyîtiyê ve) de lidar xist, destpêkê navend hate pênasîn, û paş re têgeha geşpêdaiyn a mirovane hate şirovekirin û her wisa armanc û mijarên wê, û hêmanên alîkar di pêkanîna wê de hatin destnîşankirin.