Jin jî xebatkar e

Nerîn: Fatîma Teyî, bi vî navî şêniyên gund wê nas dikin, ew jinek e û temenê wê 50 salî ye, ji gundê Besta Sûsê ye, yê girêdayî bajarê Dêrkê li Rojavayê Kurdistanê, ew bi xwe bi rûdêmên kurdî û kincên xwe yên folkilor î koçerî xuya dike.

Nîşana wê kirasê wê yî fireh û Kerikê reş e, yê ku gellek caran jinên koçeran bi ser kirasên xwe de ber didin… lê bila ji bîra me neçe ew șelemeya ku li newqa wê hatiye hev.. ew șelemeya bi xwe xuya dike wekî masiyekî ku bi rengekî badayî li dora wê newqê dizîvire, bi meraqeke teybet hatiye nexşandin ji wê newqê re.
Wek her jineke kurd zor û stem ji destê vê jiyanê dîtiye..her rojê mast ji çêleka xwe digirt û dianî bajarê Dêrka Hemko ji bo ku bifroşe û bi pereyên wî mastî jiyana xwe berdewam bike.. tê nasîn ku bazareke taybet bi mast bi navê çarşiya mast li Dêrka Hemko heye..û jinên koçeran bi tevahî mast û penêrê xwe tînin wê bazarê ji bo ku wan bifroşin. Fatîme, ew jî yek ji wan jinên koçeran e.. ji ber ku mastê wê gellekî xweş û balkêş e, em her du rojan kuweyek ji mastê wê dikirrin û her cara ku ew tê ez heman pirsê ji wê dikim, çi dihêle ku çêja mastê te wilo xweş be, bi çi awayî tu vî mastî wilo xweş dikî, ew dibêjê: “Keça min ez şîr gellekî dikelînim û pişt re ez şîr sar dikim, û divê ku şîr ne gellekî sar be û ne jî gellekî germ bibe, paş re piyalek mast î biçûk bi ser şîr de dikim û dixime cihekî germixî ta ku xwe bi hev dû ve dikre “.
Ji bilî mêst, ew binav û deng e di çêkirna penîr, sîrik, lorik ȗ nȋvișk de.

Çîrokin wê yî balkêş hebûn, ji dêya min re digot, dema ku dihate serdana mal a me û li ser êş ȗ kederên xwe,her wisa, li ser zaroktî û jiyana  xwe di gund de diaxivî, û çawa dikarî bû zarokên xwe  xwedî bike -bêyî bavê wan- ji ber ku hevjînê wê ji mêj ve jiyana xwe ji dest dabȗ . Ji wan çȋrokên ku ji dêya min re digot, bê çawa ew ji gundê Sêmalka reviyan ȗ çȗne gundê Besta Sȗsê, ji ber gundê Sêmalka bingeha malbata hevjînê wê bȗ, lê nikarȋ bûn ku li wir bimȋnin ji ber xwedȋ neyar bȗn, ȗ hevjînê wê jȋ neyarên xwe kușt ji ber mijarek bê ser ȗ ber, Fatima bi vê çȋrokê dilê me bi xwe dișewitand ȗ hêstirên xwe bi kevnika xwe paqij dikr ta ku dihișt hêstrên dêya min jȋ bêne xwarê ȗ her dem gotinek digot:

“ Erê dunya pȗç e, petal e û fena ye ji ti kesȋ re nemaye “. Di welatê me de jiyan her zor e bi taybet ji jinan re, barê zarokan, tenê bê heval, bê piștgir ȗ tevȋ ku ev jin di asta herȋ kêm de ji mirovantiyê jiyana xwe dibhurȋne, wê rûmeta xwe ji pașeroja zarokên xwe wergire û ev tiştekî berbiçav e.