Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Rewşa Rêxistinên Civaka Sivîl li Rojavayê Kurdistanê – Kovara Şar

Zana Ûmer: Saziyên civaka sivîl, xwe didin nasîn ku saziyên wan nehavil in û endamên wê bi rengekî xwehiştî xwe birêxistin dikin bi armancên diyar mîna çespandina têgehên lihevborîn, jiyana hevbeş, aştiya navxweyî, dadmendî, û hin nirxên din yên ku armancên civakê ne.

Ew xwedî roleke girng in di navbera civak û desthilatê de,  li kû derê pirsgirêk derkeve, di navbera desthilat û civakê de, wê demê saziyên civaka sivîl pêşengtiya parastin a mafên civakê dike, bi awayin aştiyane, dijî dijberiyê.

Navên van saziyan, saziyên civaka sivîl e, ev sazî bi desthilata pênçemîn têye nasîn, ji ber ku rola wê ya çavdêriyê li ser dezgehên fermî heye.

Mirov ku bala xwe dide vê şirove û danasînê wê binase ku ev danasîn û şirove ji bo civakên aram ên ku têgehên yasayê tê de hatine çespandin dibe, û pergala pêwendiyan dike di navbera desthilatê ji alîeykî ve û ji alîyekî din ve civaka ku di bin kontirola yasayê de ye. pêdîviya herêm û welatên ku di rewşeke şer, şoreş û şerê navxweyî de, an bi giştî di qonaxek veguhezane de derbas dibe, saziyên civaka sivîl watayekê din distîne, ji bilî wateya wê ya di civakên aram de. Mîna Sûriyayê bi giştî û Rojavayê Kurdistanê bi taybetî.

Li Rojavayê Kurdistanê heta radeyekê rewşek cûda ji rewşa Sûriyayê bi giştî derketiye holê, ji ber ku şer derbasî bajaran nebûye, liv û tevgerek çalak ji damezrandina saziyên sivîl çêbû ye, bi sedên sazî di hemû cureyên xebata sivîl de karên xwe dikin.

Pîvanên karûbarên van saziyan û ji taybetmendiya Rojavayê Kurdistanê, pîvanin din tevî pîvanên saziyên civaka sivîl (bi giştî) hene, wekû ku me anî ziman ji encama rewş a taybet ya Rojava ye.

Pirsên herî xwe didin pêş; mirov dikare di xwendina bersivên xwe de rewşa van saziyan binerxîne?.

Gelo ev saziyên sivîl girêdayî ne yan na?  Çi yasa van saziyan birêxistin dikin? Têkiliya di navbera wan û desthilatên herêmê de çawa ye? Nêzîkbûna wan ji mijarên siyasî re? Ew sazî karmendên wê bi rengekî xwehiştî kar dikin an na?.

Di nîşana lêpirsîn a me de çend cureyên saziyan me pêk anî, ji bo hewildana şirovekirineke giştî.

Têkilî û girêdan:

Rêxistina Rojavayê Kurdistanê ya Mafê Mirovan:

Xalid Ûmer, endamê rêveberiya rêxistinê wisa rêxistin û sedemên hebûna xwe tîne ziman:

“Rêxistina Rojavayê Kurdistanê ya Mafên Mirovan di 1/6/2013 an de hatiya damezirandin, ji ber rewşa şer û awarte ku Sûriyayê bi giştî tê de derbas dibe derfet ji peydakirina jîngehekê re çêbû ku bi hêsanî û neveşartî hemû mafên sereke yên mirovan ku têne binpêkirin bên parastin. Piştî derfeta ku derket holê û li Rojavayê Kurdistanê milet bi xwe, xwe birêve dibe, rê ji avakirina dzgehan vebû. Ji ber ku me xwest li ser bingeha yasayê civaka xwe ava bikin, hin mafnas û rewşenbîr, em civiyan û ev rêxistin hate damezrandin».

Ji bo pirsa ku ew destekê ji TEV-DEM ê digrin, û gotinên ku li ser wan tê gotin ku ew ne bêalîne, Xalid Ûmer wisa ev mijar şirove kir:

“Bi çi awayî girêdana me û çi partî û tevgerê re tune ye, em bi karûbarên xwe radibin bêyî ti destwerdanek ji çi hêzê be çi PYD, çi jî TEV-DEM ê be, yan ji Hikûmeta kantona Cezîrê be jî, lê kêşe di baweriya min de ev e ku çi rêxistinek sivîl di hundirê Rojava de were damezrandin her demê hin kes û sazî wateya girêdana wê bi partiyên siyasî ve dikin, ez ji wan kesan re dibêjim ku çi dezgeh û rêxistinên ku li derve hatine damezrandin nikarên li ser erdê karên xwe bikin; ez careke din dibêjim ji bo ku ser me were gotin em serbixwe ne, divaye em ji welatê xwe koçber bibin!!? Em ê di hundirê welatê xwe de bin û em ê bi pîvanên civaka xwe û bi psporî jî pêk bînin“.

Komeleya Qamişêlo a Zarokên Astendar

komeleyek di derbarê guhdana zarokên seqet (Xewdî pêdîviyên taybet) de dixebite, wekû ku hatiye nasîn li ser vê komeleyê, ew bi her alîyî ve têkildar e.

Mîdiya Osman ji komîta rêvebir a komeleyê ye, û mamosteya navendê ya guhdanê ye, dibêje:

“Komeleya Qamişlo a Zarokên Astendar ew ji sala 2009 an de karê xwe dike, berî şoreşa Sûriyayê, wê demê me dixwest ku terxîsa xwe ji dewletê werbigrin û bi heman navî, lê rêjîm daxwaza me ret kir, em neçar diman ku karê xwe veşartî bikin, ew jî dibû kelem û karê me di asteke pir nizim de bû. piştî 2011 an me bi rengekî berfireh karê xwe kir û ji ber ku berê amadekirinên me hebûn, me bi lez ew navên zarokan ên ku pêwendiyên me bi wan re hebû me li ser du astan bi rengekî eşkere karê xwe kir“.

Ji bo cureya xizmetguzariyê ev cure ji saziyan pir derketin holê, wek ku hatiye nasîn ev mijar pir gengeşe li ser hatiye kirin, ne tenê li Rojava lê li Sûriyayê bi giştî, ji ber ku her aliyek siyasî xwest ku di rêya alîkariyan re propogandayê ji xwe re bikin, me ji KQZA pirsî gelo peywendiya di navbera wan û partiyên siyasî de çawa ye, dibe ku partiyek li himber alîkariyên mezin ku propogandayê ji we bixwaze ? Mîdiya  Osman bersiva xwe wisa dide:

“Em hewil didin ku nêzîkbûna me ji partiyên siyasî re wek hev bin, ew çi alîkariyan bidin van zarokan em ê spasdar bin, karmendên me û rêveberî ti girêdana wan bi ti partiyan ve tune ne, rêzgirtina me ji simbolên civakê re jî heye, lê dema partiyek an tevgerek ji ya din bêhtir desteka alîkariyan bide, di encam de wê spasiya me ji wê partiyê re bêhtir be, ev nayê wateya ku em bi wê partiyê ve girêdayî ne “.

Ji bo mijara girêdanê, me berê pirsa xwe da rengekî din ji saziyên sivîl, ew cureya ku di asta partî, sazî, dezgeh û rêxistinan de karê xwe dike,

Navenda Civaka Sivîl û Demokrasiyê li Sûriyayê

navendeke serbixwe û nehavil e, nivîsgeha wê li bajarê Qamişlo jî heye. Navend di 1/12/2011an de ji hêla hemjarek çalakvanên Sûriyayê li derve û hundirê welat hatiye damezrandin û armancên wê ev in:

-Dariştin û Bicihkirina nirxên demokrasiyê di civaka Sûriyayê de, û bilindkirina asta hişmendî ya şaristanî li cem hemwelatiyên Sûriyayê.

-Belavkirina çand a şaristanî û dîtina rêkên nû bo gihandina vê çandê ji civakê re.

-Xebat bo rakirina bermayên serdestiyê ji nav civaka şaristanî li Sûriyayê û dariştina çareseriyê.

-Rakirina astengiyên li pêş berî avakirina ramaneke şaristanî û demokrasî, û peydakirina hemû şêweyên piştgiriyê ji tevgera şaristanî û demokrasiyê re.

Ji bo mijarê karê wan ku li ser erdê di hundirê Rojava de û pêwendiya di navbera wan û desthilata herêmê de, Dara Hesen û Duniya Fewaz wisa ji me re ev mijar nirxand in û gotin:

“Em navendek serbixwe ne, endamên navendê bi ti partiyên siyasî ve ne girêdayî ne, ew kesin serbixwe ne, karê me karekî sivîl e, li ser bingeha çespandin a têgehên sivîl di hişmendiya civakê de, nemaze nirxên azadiyê, dadmendiyê, û jiyana hevbeş, ji ber wê jî em ne di wî warê pêşbirga siyasî de ne bi desthilata herêmê re“.

Kelem û astengî:

Mîdiya Osman, li ser mijara astengiyên kar wisa dibêje:

“Astengî li ser pir astan heye, yek ku hişmendiya civakî bi karê sivîl û xwehiştî hîn ne hatiye zelalkirin, mixabin car carinan ew kesên ku di nîşana alîkarî ya me de ne; wek zarokekî astendar malbata wî dibe kelem. Ji ber di nerîna wan malbatan de ku şermek e zarokek astendar di mala wan de hebe, wekî din astengiyên peydakirina mamosteyên pspor hene, ew jî, ji ber rewşa koçberiyê, wek mînak, astengiya abûrî û têkiliyên bi rêxistinên navneteweyî jî heye”.

Li ser asta mafên mirovan Xalid Omer, li ser astengiyên karê xwe wisa dibêje:

“Dezgeh û saziyên li Rojava hîn nû ne, û ezmûna rêveberî, yasa û danûstendinê di asteke pir nizim de ye, ji ber wê jî dema ku em di çi mijarî de kar bikin em li rastî vê kêmezmûnê tên, jixwe em jî yên vê rewşê ne, di vê mijarê de em rexnê li xwe jî dikin“.

Di warê astengiyên kar de, Dara Hesen dibêje:

“Milet li Rojava di hişê wan de ti cudahî di navbera karê sivîl û karê siyasî de nabînin, di rêya têkeliyê re hate diyarkirin ku piraniya rêxistinên bi rengekî sivîl xwe diyar dikin ew xwedî rêbaz û bernameyeke siyasî ne, mîna partiyên siyasî, û ev vedigere bandora dehên salan ji tunebûna karê sivîl li Sûriyayê bi giştî, her wisa tevî qelsbûna rêxistinkirinê di van rêxistinan de“.

Li ser mijara gendilî ya civaka sivîl ku di dema dawîyê de hin navên rêxistinên sivîl derket in ser ragihandinê, Dara hesen dibêje:

“Çare di vî warî de ew e ku rêxistinên navneteweyî yên ku piştgiriya abûrî didin rêxistinên sivîl, komîtên şopandinê ji bo pêkanîna pîvanên zelalmendiyê pêk bibînin, û divabe ev komît bi xwe ji rêxistinên navnetweyî bin, mîna Rêxistina Zelalmendiyê ya Navneteweyî“.

Li Rojavayê Kurdistanê karê sivîl derfeta xwe dibîne.

Mîdiya Osman dibêje: “Jîngeha avakirin a hişmendî ya karê sivîl li Rojava heye, û em vê derfetê baş dinerxînin, lê ji geşkirina wê re merc in din hene, di serî de em karibin zelalmendiyê di rêxistinên xwe de xurt bikin, ji ber ku heger baweriya civak a me bi me neyê wê demê em ê nikaribin ti alîkariyan ji zarokan re jî bikin“.

Dara Hesen jî di vî warî de dibêje: “ Karê sivîl li Rojava hîn di despêka xwe de ye, bingeh jê re tê danîn, gellek rêxistinên sivîl jî dereketine holê aniha, civak li Rojavayê kurdistanê beriya aniha rewşke sivîl nejiya ye, ji ber wê jî, çi karekî sivîl were kirin wê li rastî astengiyan bê, ta ku armancên xwe pêk bînin, aniha jî derfet û azadiya karê sivîl heye, ev hemû ji bo berjewendiyên çi rêxistinê be jî baş e ger bixwaze li Rojava kar bike“.

Karê sivîl li Rojavayê Kurdistanê roj bi roj karêger dibe, tevî ku hindek astengî jî ta aniha di warê yasayê de valahiyek heye, nexasim di warê birêxistinkirina karê sivîl de.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170