Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Sînor êşa milet giran dike – Kovara Şar

Cîhad Derwîş: Bi derbasbûna kêşe ya Sûriyayê di sala xwe ya çaremîn de û piştî ku şoreşa wê di van salan de ji şêweyê aştiyane derket û berê wê ji aliyê rêjîma Sûriyayê û hin dewletên navneteweyî û herêmî ve hat guhertin, û ji bo pêkanîna berjewendiyên xwe li vî welatî şoreş bi awayekî ne rêxistinkirî çekdar kirin, her wiha hewil dan ku kurdan jî bikşînin vî şerî yê ku dawiya wê ne diyar e, û bandora wê jî, rojane hemwelatiyên Sûriyayê wê dibînin û jiyan dikin; li gorî gellek çavdêran dê nêzî 10 salan kêşeya Sûriyayê berdewam bike.

Ev arîşeya ku Sûriyayê bi giştî tê de derbas dibe, bandore xwe li ser hemû şêweyên jiyanê kiriye û bi taybet di warê aborî û xizmetguzariyê de. Tevî ku herêmên kurdî di rewşekê de ye, em dikarin bibêjin ku di ewlehiyekê de jiyan dike, lê ne dûrî bandora vê ariyîşeyê ye,  ev nêzî 3 salan e, ku hemû rêyên Rojavayê Kurdistanê bi bajarên navendî û yên mezin  mîna Şama paytex û parizgeha Helebê re ji aliyê komên tundraw de yê bi ser El-qaîdê ve hatine birîn, û hatûçûna bazirganan rawestiya ye û welatiyên kurd û yên herêmê li ser rêya deşteke berfireh ji aliyê çekdar û rêgiran ve bûne armanc, lewra ji ber vê yekê hemwelatiyên  ji hemû bajarên Rojava bi rojan di rêza qutkirin a kertek balefirê de dimînin, ta ku bi ewlehî bighêjin bajarên din î Sûriyayê

Ji destpêka alozî ya di Sûriyayê de ta aniha, dewleta Turkiyayê hemû deriyên sînorî ji aliyê xwe ve bi Sûriyayê û Herêma Kurdî re bi taybet girtiy, tenê hemû deriyên xwe xistin xizmeta berjewendiyên dewleta xwe, û bi vê karyarê rê li pêşiya vejandina herêmê girt, tevî ku pêdîviya hemû pêkhateyên vê herêmê bi vekrina sînoran hebû çaxa ku di bin penç û gefên komên tundrew de bûn.

Bandora hewildanên tevlihevkirina rewşê li Raojavayê Kurdistanê û dorpêçkirina wê di warî aborî de ji aliyê dewletên ku li ser sînorên Rojava ne ve, di rêya girtin a dereiyê sînorî bi Rojavayê Kurdistanê re, bandoreke neyînî li ser rewşa jiyan a aborî ya nişteciyên vê herêmê kir, ji birrîna  hemû rêyên bazirganiyê û rêgirtina li ber hatûçûn a hemwelatiyên vê herêmê ji hemû pêkhateyan, û nehiştina derbasbûn a alîkariyên mirovahî, û ya herî dawî qutkirina hemû rêyan di navbera her du parçeyên kurdistanê de,

Piştî girtina sînor ji aliyê Hikûmeta Turkiyayê ve, çavên kurdan li  Rojava çûn ser Herêma Başûrê Kurdistanê, û siyasetmedarên wê dest bi têkiliyan li ser asta herî bilind bi perpirsên Herêma Başûrê kurdistanê re  kirin , û li ser vekirina deriyê sînorî ( Sêmalka ) lihev kirin, û li ser vê lihevkirinê hemwelatiyên Rojava ji xwe re gotin ( kesî kurdan tune ye ji bilî kurdan ), lê piştî demekê ji derbasbûna hin alîkariyên mirovahî û hin karên bazirganiyê, ev derî kete bin bazarên siyasî û li ser zirziya siyasî ji aliyê her du parçeyan ve, deriyê ( Sêmalka ) hate girtin û ta astekê bilind bû deriyê koçberî û hatûçûyîna nexweşan ên ku bi rojan di bin siyekê de ku ji hin qerpalan pêk dihat diman ta ku xwe ji tîrêjên havîna germ biparêzin û bighêjin aliyê din î avê, û her wisa ev derî bû xaçirêk ji pêlavên paqij yên siyasetmedarên Rojava re jî, û tenê qeyika ku siyasetmedarên Rojava pê diçûn aliyê din î avê, bûye ji bo anîna laşên welatiyên Rojava yên ku jiyana xwe li Herêma Başûrê Kurdistanê ji dest didin.

Her diçû û rewşa jiyan a nişteciyên vê herêmê tûşî zehmetiyan dihat, jiyaneke aborî xerab, ku êdî rojaneya wî têra nanê wî nake, her wiha  kêmbûna hemû pêdîviyên jiyanê ji pêwîstiyên xwardinê û pêwistiyên kar û bilindbûna nirxê madeyan li beramberî zehmetiya bidestxistin a van madeyan ji ber tunebûna wan di bazarê de, û nexasim ji aliyê tenduristiyê ku  nebûna piraniya dermanên girîng mîna (şekir – dil û paqijkirna gurçikan ) bû pirsgirêkek mezin li pêşiy welatiyên nexweş  û  rêxistinên ku li Rojava di warê tenduristiyê de xebata xwe dikin, tevî gellek hewildanên wan ku van dermanan peyda bikin û di rêyên qaçax re derbasî herêmên kurdî bikin, lê ev hewildan gellek caran rastî astengiyên  rêyên sînorî yên herêmên derdorî Rojava dihatin .

Ziyana girtin a deriyên Sînorî, ne tenê bandora xwe li ser kata tenduristî, aborî û xizmetguzariyê kiriye, lêbelê bandoreke xirab li ser rewşa çandiniyê ya ku bingeha aborî ya şêniyên Rojava ye kiriye, ku êdî cotkarên herêma kurdî nema dikarin pêwistiyên çandiniyê ji ( Semad û dermanê nexweşiyên çandiniyê ) peyda bikin.

Jixwe tiştê ku kes ne li ser diaxive û ne jî roniyê didin ser, hejamra mezin a penaberên ku ji parêzgehên din ên Sûyriayê li bajarên herêma kurdî bi cih bûne, ji ber ew jî sedemek ji aloziya abûrî ya ku di civakê de peyda bûye, tevî ku hemwelatiyên vê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe bi dilekî fireh pêşwaziya wan penaberan kirin, lê çi alîkarî ji wan re jî nebû, û di roja me yî îro de ew jî heman êşên vê dorpêçkirinê dikşînin.

Rewşa hemwelatiyan li Rojava bi vî awayê zehmet  e, û  mijara kolan a kurdî li seranserî Rojavayê Kurdistanê, bû: Deriyê Sêmalka vebû ??!! Deriyê Sêmalka hat girtin .. û Zêrevaniya sînorê Turkiyayê qels e .. Zêrevaniya sînorê Turkiyayê tund e …

Bandora girtin a rê û sînoran li pêşiya hemwelatiyên ku di vê herêmê de jiyan dikin (Kurd -Ereb- Suryan- Aşûr- Ermen û penaberên parêzgehên din), li ser welatiyan wê tiştekî tenê diçespîne, ew e ku zornebaziya hebûn a xwe bikin û li ser berhemên xwe jiyan bikin, û li hêviya kurdên her sê parçeyên kurdistanê û ne jî rêxistinên navneteweyî nemîn in ku bi hemû şêweyî destekê bidin Rojava, mîna ku çawa Rojava di salên zehmetiyê de mal û canê xwe ji birayên xwe re pêşkêş dikir û hîn jî.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170