Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
HEVDÎTIN BI HISÊN CEMO RE – Kovara Şar

– Weke ku tê zanîn, Sûrî bi giştî ber bi şerek navxweyî ve diçe, lê li herêmên kurdî hîn ev metirsî diyar nebûye, berovajî wê rewşek baştir ji bo hevjiyanê heye, çima ev rewş li Rojavayê Kurdistanê hat parastin, û gelo dê berdewam bibe yan na?

Nivîskar û Rojnamevan Hisên Cemo
Nivîskar û Rojnamevan Hisên Cemo

Sûrî ne ber bi şereke navxweyî ve diçe, ew bi xwe şerek navxweyî dijî. Ez nabînim ku rewşa hemwelatiyan di Rojava de cuda ye ji

rewşa giştî di Sûriyayê de. Rast e hinekî dûrî şerê giran e, lê ev taybetmendî ji helwesta siyasî ya tevgera Kurdî hatiye, lê mixabin ev tiştek “demekî ye”, ji ber ew xerabiya ku rêjîma “Baas” bi awayekî berfireh bi ser kurdan ve neanî, wê dijberiya Erebî dê bi wê erkê rabe, çi bi navê eşkere mîna (Artîşa Azad) û çi bi navê ne eşkere mîna (Daiş) ê.

– Mîna rojnamevanekî pispor di rojnamegeriyê de, tu çawa karê rojnamegeriyê li Rojavayê Kurdistanê dinerxînî, nemaze di hundirê qerebalixa ku gellek kes di bin navê çalakvan û rojnamevan de, têkilî û bercewendiyên xwe pêk tînin?

Rewşa rojnamegeriyê ne gellekî xerab e, bi taybet dema ku şer di deverin Kurdî de diqewime. Hinek kêmasî hene di aliyê “profisinalê” de, lê di dawî de wêneyê dighîne derve. Li vir tiştek nû heye: Rojavayê Kurdistanê hat vekirin li hember çapemeniya Ewrupî. Min bi xwe hinek ji wan rojnamevanên Ewrupî dîtin, li Amedê û Stenbûlê. Mebesta min ku agahî nema di bin kontrola partiyekê tenê de ye.

Li ser ku hinek berjewendiyên xwe pêk tînin di rêya rojnamegeriyê re, kêmasîyin bi vî rengî der dikevin dema ku rojnamevan hindik bin. Ez nikarim ji çalakvanê ku di nav şer de be, û berjewendiyên xwe jî pêk tîne, jê re bibêjim: Şerm e, Ji ber divê ez cihê wî bigrim. Valabûnek mezin heye, û tiştekî normal e ku kesin wilo cihê xwe di vê rewşê de bigrin.

– Tu di rojnamegeriya Erebî de dixebitî, û têkiliyên te bi ya navneteweyî jî re heye, nerîna wan ji paşeroja tevahî Sûriyayê û bi taybetî ezmûna Kurdî re çawa ye, ti xalên girîng di wê rojnamegeriyê de heye ku li ser çarenûsa miletê Sûriyayê rawestiya ye?.

Rojnamegeriya Erebî li gor siyaseta dewleta ku wê xwedî dike, agahiyan dide. Îro belkî ev cara yekemîn e ku helwesta rojnamegeriya Erebî hat guhertin û parçebûnek tê de çêbûye li ser doza kurdî. Ev parçebûn, wek min got jî, li gor berjewendiyên her dewletê (Rojnamegerî û ragihandina wê dewletê) firehtir dibe. Belkî ev gotin li ser rojnamegeriya Erebî nû be, lê ez ê ramana xwe zelaltir bikim, ez dê ne li ser nivîskarên ku li ber mafê kurdan didin biaxivim, ew kesin ji gelê kurd re heval in, lê ez destnîşana nakokiyên di navbera Dewletên Kendavê de (Khaleej Alarabî) û Turkiyayê dikim. Rojnameya Imarat a fermî “Al-itihad” di navnîşan û naveroka xwe de dinivîse: ”Kobanî”. Ev ne ji ber têkîliyên dewleta Imarat bi kurdan re heye, (bi taybetî Herêma Başûrê Kurdistanê) lê ji ber nakokiyên bi Turkiyayê re.

Bi giştî, pejirandina Kurdan di beşek ji rojnamegeriya Erebî de ew jî “demekî ye”. Lê ev fersendeke ji kurdan re ye, ku hinek tiştan ji van nakokiyan qezencekê bigrin.  

– Gellek rexne li rewşenbîrê kurd dibe, tu çawa rewşa wî di vê qonaxê de dinrxînî, û gelo bi erkê xwe di civakê de rabû yan na, û çima ev rengê neiynî li ser heye?

Rewşenbîr yek ji milet e. Xûrtbûna  rewşenbîran bi xûrtbûna civakê ye. Lê dîsa jî ez dixwazim tiştekî di vî warî de bêjim: Ne her Rewşenbîr girêdana wî bi gel ve wek hev e, her yek bi rengekî ye, hinek karê wan rexne ye, rexnedayîna her tiştê çewt bibîne, lê dema ku fermanek bi ser gel de tê, tu wî dibînî rêbertiya gelê xwe dike; Gel bi tenê nahêlê. Ez dibînim Rewşenbîrên Kurd bi giştî cihê xwe girtine û xwe ji vê rolê narevînin. Tevlî wilo jî, pirsgirêk ne ku nakokiyên di navbera Rewşenbîr û çivakê de der dikevin, lê mixabin di navbera tevger û Rewşenbîran de ye. Li vir pirsek heye: Baweriya gel bi kê tê dema ev nakokî der dikeve holê ? Bersiva min, bawerî bi tevgerê ve bêhtir heye. Ji ber wilo, civaka Kurdî di bin bandora tevgera sîyasî de ye. Em carinan dibînin bê çawa hinek Partî navê hinek ji Rewşenbîran di çavên gel de dişewitîne, çawa wan pîs dike. Ez nabêjim Rewşenbîr ji tevgerê çêtir in (baştir in), tenê rêbertiyê tevgera siyasî ye. Bi xwe jî cudabûnê di navbera her duyan de nexweşiyeke, û wê ev nexweşî bidûme.

– Gellek sazî, rêxistin û dezgeh ên ku karên sivîl, rojnamegerî û mafên mirovan dikin li Rojavayê Kurdistanê hatine damezrandin, ta çi radeyê tu karê wan baş dibînî, û wê karîbin di hişyarkirina civakê de rolekê bilîzin?

Bersiva ku ez li vir bidim dibe bersiva pirsa te yê bûrî. Rêxistin û dezgehên çivaka sivîl divê cihê xwe di her deverê de bigre. Bala xwe bide çi qas zehmet e, xelkê Kobanê yên ku koçber bûn, dilê mirovan dişewitîne. Ev ji ber ku rêxistin û dezgehên çivaka sivîl qels in û bi rola xwe ranabin, yan jî tune ne. Çima? Ji ber ku PYD gellek astengî xist pêşîya rêxistinên bi vî rengî(helbet ên girêdayî partiyan û dijberiya Sûriyayê), da ku rola xwe di çivakê de bibînin. Lê gellek ên serbixwe jî karên xwe bê astengî dikin.

– Tu çawa rola rojnamegerî û ragihandina Kurdî dibînî, nexasim di van bûyerên ku anih diqewimin?

Şoreşa ragihandinê hişt ku ragihandina fermî ya Dewletan bê kar bimîne, bi taybet ev Dewletên herêmî, nema baweriya gelan bi şîroveyên fermî ji bûyeran re tê. Rast e ragihandina ku di bin navê “Taybet” de dixebite ew jî bû rengek ji ragihandina fermî. Mînak: “Alarabiyê” ya Siûdiyê ye, “Alcezîre” ya Qeterê ye.. “Skay news” ew jî di bin bandora hin Dewletên Kendavê de ye, lê pirbûna kanalên bi vî rengî (fermî yê ne eşkere) hişt ku çavkaniyên nûçeyan bêhtir zengîn bibê.

Eger em bên li ser ragihandina Kurdî, mixabin heta îro jî ne cihê baweriyê ye, ji ber ku Partî ji rêxistinên sivil xûrtir e. Partiyên me rola dewletan li ser ragihandinê dilîzin, çi yên di Herêma Kurdistanê de û çi jî yên di bin bandora PKK ê de. Hîn armanca yekemîn di ragihandin û rojnamegeriya Kurdî de ev e: Çêkirin û parastina “Rêber” e. Hinekî rewş di Suleymaniyê de balkêş e, belkî ji ber qelsiya YNK ê ye, yan dibe ku sedemên cuda hebin.

Di nerîna min de ev ne gellekî kêmasiyek mezin e, mebest: Her çar parçeyên Kurdistanê di rewşeke awarte de derbas dibe. Lê gelo kêmasî di programa çivakî de ye,  ew yê herî girîng e. Em dikarin bûyerên rast ji yên derew derxin, di rêya çalakvanan re yan jî di rêya çavkaniyên cihê baweriyê re.. çawa be agahiyên ne rast yan jî yê derew dimîne yek ji karên (fermanberiyên) ragihandinê ye, tevlî ku şerm e. Ev eger em li ser bûyerên siyasî- ewlekarî biaxivin. Li vir ez dixwazim tiştekî bibêjim: Kêmasîya mezin li vir e, ku ragihandin tenê bi siyasetê were naskirin. Mijarên çivakî hîna cihê xwe negirtiye. Ez nabêjim tune ye, gellek program hene; li gor dîtina min ne timî, lê kenalên kurdî nikarîbûn cemawerekî ji civakê li ser mijarên civak û wêjeyê çêke, cemawer tenê yê siyasetê ye, di aliyekî de kenalên Partiya Karkerên Kurdistan biser ket, ew jî aliyê stran ye, û cemawerek baş ji derveyî hîma xwe yî siyasî gişand ber bi xwe ve, her wisa gellek programên civakî jî di hemû kenalên kurdî de hene, lê hîn jî gerek bêhtir bin. Di kenalên ku bi zaravê kurmancî ye, pêdîvî bi kenalek bo weşandina programên zarokan li seranserî rojê heye, û ew bi xwe bûdçeya wê bêhtir e ji kenalek nûçeyî, û peredayîneke mezin jê re gerek e. Lewra di baweriya min de, ev dikeve ser milê Herêma Kurdistanê. Dema ez li Başûr bûm mi çend caran kenalek şopand, lê ew bi zaravê soranî bû, mebesta min kenalek bi zaravê kurmancî ye, û bi taybet kurmanciya Bakûr, ji ber metirsiya çandî li wê derê bêhtir e, têgehên zarokan dike ku werin guhertin bo Erebî û Turkî (zarokên Rojava û Bakûrê Kurdistanê). Zarok nûçeyan naşopîne, pêdîviya wî bi programin di asta xwestekên wî de heye, lê mixabin ev tişt kêm e.

– Li gorî nerîna te êrîşn Dewleta Islamî li Iraq û Şamê li ser bajarê Kobanî, û êrîşên balafirên Kwalisyona Navneteweyî wê çi encamên wan be?.

Wê berxwedan berdewam be, çi bi Kobaniyê re û çi ji boyî Kobaniyê.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170