
Nezîha Ebûzêd: Di rêveçûnadîrokê de, gellek nivîskar û dîroknas rola jinê di jiyanê de dane xuyan. Wek dayik, jin, yar û rêbera miletan jî. Gellek şaristan bi rêvebriya jinê, bûn simbolên hêz û pêşveçûnê. Jinê da xuyan ku ew xwedî biryareke rast e, û dikare serokatiya welatan bike, û beşdariya mêran bike di hemû mijaran de, her wiha di bazirganiyê de jin beşdar bû û bû sedema serkeftina welatê xwe. Di her qûnaxê de jin rastî zordariyê dihat. Di pirniya civakan de mafê jinê dihat veşartin, û jin ne weke mirovekî xwedî maf bû, tenê mîna koleyekê bû ji mêr re. Berxwedana wê her dem dewam dikir. Lê alîkarî jê re tune bû, ji bo vê yekê, jinê gellek zehmetî dît. Û nikarîbû xwestekên xwe wek mirov pêk bîne, ew guhdara mêran bû. Lê gav bi gav hewl da ku rahêje perdeya tarî ya nezanînê ji ber çavên xwe, û da zanîn ku ew endamek pir giring e di civakê de, nabe ku tu kes bi nerînek

kêm li wê binere. Bi Hemû derfetan jinê alîkariya mêr dike, di hemû mijar û deran de. Amadebûna wê di qadên şer de jî hebû û hê jî berdewam e, berxwedana jinê ne tenê di ware civakî de heye, jin bi hestin xurt berê xwe dide qadên şer, mil bi mil ligel mêran şer dike, ji bo parastina axa welatê xwe, bê tirs ji zordariya tu kesî. Bê guman beşdariya wê di qadên şer de, dibe sedema hêzek pir mezin ji bo ku diyar bike ku nabe di civakê de cudahî di navbera wê û mêr de hebe, dive tenê dengê mirovahiyê bi serkeve, ne desthelatiya mêr li ser jinê. Dema ku jin radihêje çekan, ew dibe veguhestinek ji qûnaxek pir zehmet re. Tirsa ji dengê mêr dibe hêzek ji wê re li himberî dengê qadên şer. Taybetmendiya jina şervan di cîhanê tev de belav bû, û bû gavek dîrokî ji bo parastina
mafê jinê. Gellek jinên kurd bûn simbolên azadiyê, û bûn mûm di tariya welatê xwe de. Ji ber ku rewşa welatê xwe -bi astek mezin- nêzî rewşa xwe dibînin. Kombûna stema bi salan hişt ku jin ha ji mafê xwe yî veşartî hebe, û ji xewa nezanînê şiyar bibe, dest bi çalakiyên xwe di warên çand, raman, huner û siyasetê jî kir; bû rêberek xurt di gellek rêxistinan de, daxwaziya mafê welatê xwe kir, û li himberî dijmin şer kir. Û berpirsyariya welatê xwe ji erkê xwe dît, lewra dît ku rahiştina çekan ne tenê karê mêr e, çimkî welat mêr û jinê himêz dike, û gavek giring e ku jin bi kar û xebatên bo hilandina cudahiyê di navbera xwe û mêr de radibe. jin bi şerê xwe doza azadiya jinên cîhanê dike. Doza rawestandina tundûtijiya li ser jinê dike, ne tenê azadiya welat, lê azadiya
civakê jî ji ramanên kevneperest. Bawermendiya jinê bi giringiya standina maf û azadiyê bû sedemek ji berdewamkirina jinê re di şer de. Jin a şervan dengê jinê li tevahiya cîhanê gihand kesê kevneperset û paşveçuyî, û da zanîn ku ti carî jin nayê şikandin. Wek mînak: Jin a ku li Rojavayê Kurdistanê, bi hestin çeleng û xurt, li himberî hêzên paşketî û tundrew şer dike, ew rûmeta xwe û welatê xwe diparêze û ti carî
qayil nabe ku tu kes vîna azadî û aştî û jiyana civaka wan bişkîne, tenê keç û xortên welat dikarin axa xwe biparêzin. Jinên şervan di hemû pevçûnan de doza wan serkeftin e, her wiha amade ne ku ta guleya dawî jî şer bikin. Lê ew ti carî xwe radest nakin, bi ramanên azad berê xwe didin civak û qadên şer, ta ku dest bi berevaniyê bikin. qûnax bi qûnax hewl bidin ku rahêjin hişê kevneperest ji hest û mejiyê şêniyên welatê xwe, û bibin destpêkek ji xebatek serkeftî re ji bo hemû jinê cîhanê. Bêguman jin a şervan bang dike li jinên cîhanê ku hişyar bin ji bo standina mafê xwe, di her demê de û li her derê, tu cudahî di navbera mirovan tune ye, jin ne bi doza koletiyê dijî, jin ne qurban e ji bo ku dengê mêr bi serkeve, ne tenê guhdareke ji fermanên mêr re, ew xwedî mafin veşartî ne û divê bi hemû derfetan alîkarî bighêje wan, ta ku stem û zordariyê ji jiyana xwe hilînin. Jin xemla jiyanê ye nabe ku were kuştin, pêdîviya wê ji rêzgirtinê re heye. Erkê civakê tev de ye ku jinê ji metirsiyan biparêze. Ji ber jin jiyan e, hevalek pir dilsoz e, dayikek dilovan e. Civak bi hebûna wê ava dibe û bi şikandina wê dişke, ew e sedema berdewambûna cîhanê. Mafê jinê di asta giringiya mafê mirovan de ye. Ji her kesî tê xwestin ku bi jinê re hevkar be, ta ku ji xewa nezanînê rabe û daxwziya hemû mafên xwe bike bê tirs. Û qeyda ku bi hezarê salan li dest û lingê wê hatiye girêdan bê şikandin, û qeyda mezintirîn ya ku ramanên wê dorpêç kiriye, bê hilanîn. Bêguman xebata jinê berdewam e ta ku zilm û zoredarî hebe. Ji ber jin bi dilê xwe azad e, rizgar e û çeleng e. her dem û her gav serbilind e. Welat bi alîkariya wê bi ser dikeve û pêş ve diçe. Parastina azadiya jinê standina rizgarî û azadiya welat e.