Friday , 24 November 2017
CIVAKA SIVÎL SEQET E

CIVAKA SIVÎL SEQET E

442 views

Imran Yûsiv: Zanyarên civakî tekez dikin ku xweseriya civakî zû bi zû nayê guhertin, û demek dirêj jê re divêt ta ku guhertinekê berbiçav tê de diyar bibe.

Gellek tişt hene bandorê li avakirina nirxên civakê dikin wek: (Bîr û baweriyên serwerdar, ayîn û ol, sîstema aborî û siyasî) û surişta avahiya civakê (êlî- koçerî-çandinî-pîşesazî-….)

kîjan ji van bandora wê ji ya din bêhtir û xurtir e? Ev bi xwe tiştek girêdayî rêjeyê ye, û bi hêsanî nayê pîvan.

Pirsa herî giring ew e, çawa em ê civakekê bugherin û nirxin şaristan î erênî tê de biçînin, kiryar û sincên kirêt û neyênî jê rakin? Bi çi awayî û alavên guhertinê? Çi rola sazî û rêxistinên civaka sivîl di vê guhertinê de heye?

Bêyî durûtî, civaka Sûriyayê bi giştî û ya kurdî bi taybetî, bêhtir ji 50 salî di bin desthilata rêjîmeke dîktator de maye, vê rêjîmê gellek nirx û reweşên civakê bi awayekî zane ruxandin, ji bo ku xizmeta bercewendiyên xwe yên taybet pêk bînin, mayîn û berdewamiya xwe, civak kedî kir û hemû bizav û tevgerên civakê pûç û binpê kir, di heman demê de kiryarên kirêt weşandin û navtêdan kirin wek(Durûyî, Derew, Keysebazî, Nijadperestî, Dijayetî û Nebawerî di navbera pêkhateyên civaka Sûriyayê de, dizî û bertîl di nav karmendên dewletê û dezgehên giştî de) em dikarin bibêjin ku ew partiya desthilatdar a ku xwe kir rêvebir ji dewlet û civakê re karîbû bi rêya planên siyasî û aydyolocî û rêbazên perwerdekirinê gellek ziyanê bighîne nirxên civak û welatiyên Sûriyayê, û gellek nexweşiyan di nav wan de biçîne.

Di destpêka sala 2011an de, miletê Sûriyayê bi serhildaneke gelêrî û aşîtyane rabûn, û tê de doza guhertin, çaksazî û azadiyê kirin, lê rêjîmê bi tundî bersiva daxwazên wan dan, pişt re hin bi hin ev serhildan bi aliyê çekdariyê ve çû, û doza ruxandin a rêjîmê kir, û di encama şerê çekdar î navxweyî de gellek tevlihevî çêbû, û ziyaneke pir mezin gihişte civaka Sûriyayê û welatiyên sivîl, her wiha nexweşiyin nû jî peyde bûn, mîna komên tundrew, koçberî, wêraniya aborî, kuştin û bi hezaran birîndar jî.

Rast e guhertina rêjîmê bi rêjîmeke bijartî ji gelê Sûriyayê gaveke giring e, lê ev tenê ji bo avakirina pergaleke dîmoqratîk nabe, pêdivî bi guhertinin mezin heye li ser asta civakê.

Tê diyarkirin ku di demên dawî de hin dewletên Ewropî û aliyin dîtir gihiştin vê baweriyê, lewra berê xwe dane piştgiriya sazî û rêxistinên civaka sivîl ên ku bi piranî hatin damezirandin di her sê salên dawî de, nemaze li deverên kurdî, ta ku karibin di rêya wan re guhertinê çêbikin.

Berî ku em li ser rola saziyên civaka sivîl biaxivin, pêwîst e em şêwe û rengên damezirandina wan zanibin –her dem nimûne deverên kurdî û Rojavayê Kurdistanê ye-

Li gor şopandin û agahiyan em dikarin sê cureyan ji saziyên civaka sivîl bihejmêrin:

1-Sazî û Rêxistinên Gelêrî yên Serbixwe:

Dema ku destê hêzên ewlekarî yên rêjîmê li herêmên kurdî sist bû, civaka kurdî berî da avakirina hin sazî û rêxistinên sivîl, ta ku hinek ji pêdîviyên xwe bi cî bike û tîbûna salên bindestî û stemkariya rêjîmê ku li dijî mafên kurdan pêk tanî bişkîne, wê çaxê beşin ji civaka kurdî rêxistinên taybet bi xwe ava kirin, wek (Nivîskar-Mamoste-Werzeşvan-Xwendevan-Rewşenbîr-Jin…) û hin sazî û rêxistin berî vê demê jî hebûn, lê bi dizî kar dikirin, ew jî karê wan bû bi rengekî eşkere û çalak.

Ev sazî û rêxistin bê ku tu girêdan bi aliyin siyasî yan aliyin derveyî ve hebe, û bê piştgiriya aborî û darayî -ji bilî aboneyên endaman- kar dikin, ku ew jî alozî û astengiyeke sereke ye di rêya karê wan de, ligel nebûna kesin fêrkirî di warê karê civaka sivîl de di hundirê wan de.

Lê tevlî hemû arîşe û kêşeyan karîbûn tevger û bizaveke çalak di civaka kurdî de çêbikin, û cihê xwe di nav de bigrin.

2-Sazî û Rêxistinên Partiyane:

Ev sazî bi dest û piştgiriya partiyên siyasî hatin damezirandin, bo xizmeta propoganda  partiyane bike, û ev diyardeyeke ne durist e di warê karê civaka sivîl de.

3-Sazî û Rêxistinên Bijardeyî:

Ev sazî girêdayî ne bi aliyin ji derveyî welat, xwedan piştgireyeke aborî xurt e, kadir û çalakvanên wê xulên fêrbûnê kirine, lê nikarîbûn ta nuha şaxên xwe di civaka kurdî de berdin, ji ber van sedeman:

-Karên wan di warê şêweyiyê de ne, ji bo bicihkirina pêdiviyên civakê yên sereke ye.

-Karên wan bêhtirî xwe ji bo ragihandinê ye, qena aliyên piştgir qayil bikin, û carinan xapandina wan bi rêya sextekirina helkewtinê bikin.

-Gellek ji van saziyan malbatî ne û ev jî cihê lêpirsînê ye?

-Tu alavên çavdêriyê li ser karê wan nîn in, nemaze ji alî darayî ve.

Ta ku sazî û rêxistinên civaka sivîl karibin bandorê li civakê bikin divaye ku:

1-Xweserî û taybetmendiya civakê baş nas bikin û bixwînin.

2-Pêdîviyên civakê rêz bikin û yên sereke ji wan deynin pêş.

3-Arîşe û nexweşiyên civakê baş bişopînin û rêyên dermankirin û çareseriyê bi şêweyên zanistî ji wan re deynin.

4-Xwe ji keysebaz û xwedan bercewendiyên kesayetî paqij bikin.

6-Karibin derbasî hundirê civakê bibin, ne ji derve de lê binerin.

7-Dûrî ecindeyên siyasî bikevin.

8-Karê sivîl karekî xwehiştî ye, dûrî hemû bercewendiyên kesane û qezencên darayî ye.

Civaka sivîl têgehek gellekî pêwîst e bo avakirina civakek durist, û pêwîst e ku mirov vê têgehê bi rengê wê yê herî zelal û paqij binase, ev yek bi xwe vedigere sazî û rêxistinên ku di vî warî de kar dikin.