EM DÊ BIBIN HUNERMEND !!

IDRÎS HISO

Dilyar û Dilbirîn, bira ne û cêwî ne, temenê wan îro dike neh sal. Berî ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibin li Taxa Xerbî ya bajarê Qamişlo jiyana xwe dikirin. Mîna hemû zarokên Sûrî û Rojavayê Kurdistanê her sibe ji malê berê xwe didan dibistanê, lê ji ber rewşa xerab, ceng, şer, dorpêçkirin û bêkariyê bavê wan ji neçarî berê xwe da Başûrê Kurdistanê, bi hêviya ku ew karibe karekî bike û van zarokan bi pariyek nanê ne tal şa bike, ta ku dengê şêtbûna mirovan li welatê Sûrî û bajarê wan raweste… Bavê wan ku mirovekî hejar û nexweş e, dibêje: “Ev qedera me ye”.

Ev tişt rast e ku mirov her demê rastî qedera xwe tê …!!

Her wisa dibeje: “Dema Xwedê Dilyar û Dilbrîn da min, min wê demê jî digot ev qedereke baş e ku Xweda ez rastî wê anîm… min gellekî kêf ki, lê tu dibîne îro navnîşana me bûye konek û nasnameya me jî ..ez û van zarokan bûne hejmarek di kaxetên UN de”.

Dilyar û Dilbrîn rojên xwe di navbera dibistanê û lîskê de, di zikak û kolanên Taxa Xerbî de diqedandin, lê îro kolan û bênderên kampa Gewîlan ji wan re bûne cî û war, her roj di nav ax û gemarê de dilîzin, ev her du ne tenê di zikê dêya xwe de cêwî bûn, na ew her demê ligel hev in, ji hev qut nabin, egera tu yekî tenê ji wan bibiînî nîn e, lê tiştê wan ê balkêş ew e, ku her demê ligel hev sitranan dibêjin, ew li kampê binav û deng bûne, her wisa ji wan re tê gotin, nexasim ji aliyê kesên biyanî ve yên ku tên wêne û zanyariyan li ser vî miletê penaber didin hev; ji wan re tê gotin (Cêwiyê Sitranbêj).

Dilyar û Dilbrîn bûne armanca kamîre û mobaylên her kesî, bi hezaran wêne ji wan re hatine kişandin, ew jî ji aliyê xwe ve, dilê kesekî nahêlin, hertim sitrana bo mendal, xelkên kampê û biyaniyan re dibêjin.

Lê tiştekî balkêş ligel wan heye, ew jî ev e:

Dema ku mirovek sitranekê ji wan her du hunermendan dixwaze, di destpêkê de pirsa navê wî dikin, û paş re navê wî dinasin, wek mînak heger navê wî kesî Behzad be, ew yekser vê sitranê jê re bi vî şêweyî dibêjin:

Ay welî welî Behzadêm wêlî

Behzad zavaye lo da em biçne xêlî  ……

Di vir de gerek Behzad hinek pere bide wan, û heger ku pereyên dighên dest wan pir bin dengê wan zelaltir dibe(ango li gorî nav sitranê dibêjin û li gorî pereyan dengê wan zelaltir dibe).

Her kes dema xwe ligel wan bi ken û kêf derbas dike, lê tenê dêya wan dema li wan guhdarî dike fermêskên xwe paqij dike.

Îsal Dilyar û Dilbrîn ji dibistanê dûr in, çimkî dema wan xwest navên xwe tomar bikin, rêveberiya dibistan a kampê  ji bavê wan re got: Îsal cihê wan nema ye, çû sal bê!!

Heger tu ji wan bipirse ma ku hûn mezin bibin hûn dê bibin çi?

Her demê bersiva wan jî ev e: “Em ê bixwînin û bibin Hunermend”!

Heger hunermend hebin ez pêşbînî dikim wê paşeroj baştir be.