
Xunav Kano: Xêro: “Xwezî xizan bûma, qena min pirtûk u kovarên kevin li ber deriyê (meştelê) bifrota”.
Dema ku mirov ji bajarekî weke Qamişlo be, û ji navçeyeke veşartî û jibîrkirî be, navçeyeke bilind, ku li Rojavayê bajêr dikeve, navçeya ku hevjîniyê bi rojê re dike, bi rengê Birteqalî re, bilindbûnek xweragirtî, her dem bîranînên xwe bi dilsozî himbêz dike, taxek seyr e, dayikek -bê westan- danê dike.
Dayika ku gellek zarok anî, perwerde kir, mezin kir, û berî her tiştî wan fêrî xwedîderketin û malbatê kir, zarokên ku nikarin cêja wî şîrî û wê danê jibîr bikin, ku biçin (Şanzalîzê) jî dê her dem tiştek di serê wan de daleqandî bimîne, ew tişt dayika wan (Hilêliya) dilovan e.
Lawê (Hilêliyê) her tişt tê de bang û gaziyê dike, dibêje:
“Ez lawê Hilêliyê me, Hilêlêkî me”.
Eger tu li tevgera wî binerî, tê nazikbûna darên tiwa û hejîran dê bibînî, eger tu pê re biaxivî dê zimaneke cûda were holê, tiştek hesan e, lê ne her kes dikare bikar bînî, eger tu xêza wî ya şermîn bixwînî, wê keçên Hilêliyê dê bi dêmên xwe yên nazelîn û narînî xuya bikin.
Lawê Hilêliyê aşiqê pirtûk û pênûsê, her sibeh dema ku şiyar dibe, taştê bi yara xwe (Hilêliyê) re dixwe, gêra şeva derbasbûyî ji bîranîn û şûna mêvanan -bi cansivikî- dide hev, dûv re li sikakên yara xwe dimeşe wek rojê, dema di elendê de hiltê, û bi rûkenî silavê li her tiştê li dora xwe dike, dikeve servîsê û sîperê wî dest bi mijûliyê dike, ku ew li vê gerdûnê evîndarê du tiştan e, Hilêliyê û pirtûk, ji ber dilê wî yê tevzînok, di dawiya şevê de dema pirtûkekê dixwîne hest dike ku li kolanên Hilêliyê dimeşe, û dema li kolanên Hilêliyê dimeşe ew hest dike ku tirimbêl-resîf-dar û dikan rûpelin û ew perîka wan e..
Diçe bazara Qamişlo, deriyê dikana xwe mîna rûpela pirtûkeke nû vedike, derbas dibe hundirê dikanê, lê ew hest dibe ku ew derbasî pirtûkxaneyekê dibe, li kinçên jinan ên daleqandî dinere, ew di çavên wî de hemû lehengên çîrok u romanan ne.
Eger tu serdana wî bikî, qehweyekê ligel wî vexwî, dê ji te re behsa gellek çîrokên girêdayî qehweyê bikî, wek ku tu pirûtkekê ji komek çîrokên li ser qehweyê dixwînî, ta ku bighêje kesayetiya navdar li (Hilêliyê) ya ku bandor lê kiriye, behsa (Hesenê Heriyê) dike û dibêje:
“Eger derfet hebe, ez ê hawzê avê li Hilêliyê bineqşînim, û peykerê (Hesenê Heriyê) û bizinên wî çêbikim, û li biniya malan, peykerê (Waliyê Dîn) û ew refek qaz u werdek diajû çêbikim”.
Dibêje: “Hesenê Heriyê nêzî 6 şerwal û 6 çakêt li ser hev li xwe dikirin, û kincên wî her dem bi herî bûn, û tenê her şeva cejnê serê xwe li ser çemê dehlê dişuşt”.
Kesayetiya (Mihemed Xêr Umer) a ku li ser diaxivim, çîroknivîsek ji bajarê Qamişlo, ji taxa Hilêliyê ye, pirtûkek wî bi navê (Li ser min diaxivin ) heye, komek çîrokin, bi zimanê Erebî ne, di sala 2012 an de hatiye çapkirin, dema tu wê pirtûkê bixwînî agirê sobeyên daran ên Hilêliyê, mîna tabloyekê diyarî te dike, dema tu wan rûpelan radikî tu hest nakî ku ev rûpelên pirtûkeke normal e, ji ber xîmav a wê, tîp û derbirînên wê, birîn û bîranînên mirovekî ne, pirtûk ji 13 çîrokan pêk tê.
Di rûpela 17 an de ji pirtûkê, tu bêrgî çîroka bi navê (Gelo li ser min diaxivin?) dibî, ev çîroka ku bala min kişand weke nêçîrvanekî ku nêçîra xwe dît, bi taybetî kesayetiyên wê (Misto û Cabirkê) yên ku bê destûr derbasî dilê xwendevan dibin.
Di şevbuhêrkeke wêjeyî de min Xêro nas kir, min nizanîbû ku ew nîviskar e. Her dem xwe diveşêre, ji kamîreyan direve u li rêzên dawî rûdine, min nas kir ku ew pir fediyok e û xemgîn e, dibêje:
“Xwezî tenê li çolekê bûma û -bê fedî- li ser vî miletî bigiriyama”.
Girêdanek asê di navbera hest u pênûsa wî de heye, di gellek deveran de diyar dibe, di çîroka wî de ya bi navê (Kiriya Servîsê). Her wiha piraniya kesayetiyên çîrokên wî di jiyana rasteqîneyê de heye, mîna “Misto, Cabirkê, Birko, Layê Remo, û Adem) di çîroka dawî de ya bi navê( Girinejîn û ramûsan) kesayetiya wî xuya dibe, bi taybetî xewna lehingê çîrokê ku: “Baweriya milet tenê bi baqijkirinê, bi zanînê û bi geşpêdana bajarê wî tê”.
Piştî ku ew kesayetiya li bajarê Qamişlo digere, ji gemar û paşketinê matmayî dimîne, dibêje: “Tenê kafîtiriya Mewid di xweşikbûneke dûmahî de dimîne…!”.
Bi kenek ber bi girî ve, daketina asta strana zemawendê, li ser zimanê lehingê çîrokê dibêje: “Tama memikên te xweş in weke goşt û birincê, mîna kevçîk tirşikê…”.
Tevlî ku Xêro mektûm e dibêje:
“Belkî ez dinivîsînim ji bo nameyekê ji wan kesên ku dixwestin me tune bikin bişînim, ku Kurd tenê bi çanda xwe berevaniyê dikin !”.
Di nav cûreyên cawê li dikana xwe digere, wan ji zibûnan re şîrove dike, ji hiriyê ye, ferû, cûx u cêns in.
Di hişê wî de her dem pirtûkên (Kavka, Selîm Berekat) û gellek afirênerên din dimînin, wek ku ji xwendevanan re dibêje: “Ev roman e, helbest e, çîrok e”.
Di dawiya rojê de (Xêro) tariyê li dora xwe çêdike, tenê ronahiya heyva Hilêliyê serdana tenahiya wî dike, weke kewekê ku li hêlîna dayika xwe bi aramî radize, û gotina (Rambo) ya her dem dibêje:
“Tenê bi min re kilîta vê buhişta hovane heye!!…”