
Ciwan Nebî: Roj li bazara Qamişlo diçe ava, Raf’i Ismaîl derçûyê zanîngehê û serpereştiyarê civakî di dibistaneke Qamişlo de, bo pêdiviyên jiyanê ji malbata xwe re pêşkêş bike neçer karekî din dike, li bazarê, li ser erebeyekê zêr û zîvên qelp difiroşe. Qerebalixa bazarê, westandina Raf’i, dengê tirimbêlan, tevî bayê rojavayê.
Raf’i, bi cilên xwe yên bedew, bi ken, bi kirrînyarên xwe yên keç û jin re bazarê dike, hungulîskan li ber wan radixe, bazin û xelekên ku diçirisin, Raf’i li min dinihêre û diaxive: Neçar im ku du karan bikim, piştî nîvro, dema karê dibistanê bidawî dikim, bi lez têm bazarê, li ser erebeya xwe zêr û zîvên qelp difiroşim, rewş li Qamişlo giran bûye, ez jî naxwazim ji Qamişlo penaber bibim û malbata xwe penaber bikim, du karan dikim bo bi qasî pêdiviyên malbata xwe bim, pêdiviyên van rojên giran, kurê min, dema nexweş bikeve dixwazim karîbim wî bibim ser dextor.
Cenga ku ev bêhtirî sê salan li Sûryayê pêketî ye, metirsiyên cengê û dorpêçkirina li ser devera Kurdî, her wiha buhabûna pêdiviyên jiyanê berê gellek ciwanên kurd da penaberiyê, malên xwe hiştin, welatê xwe, ber bi kampên başûrê Kurdistanê de, ber bi Turkiyê, Libnan û Ewropayê de. Penaberiya kurdan bandoreke neyênî li jiyana devera Kurdî dike li Sûryayê, li doz û siberoja doza Kurdî li Sûryayê, bêhtirî wê demgirafiya devera Kurdî diguhere, nemaze penaberiya ciwanan_ endamên herî çalak û gerek di civakê de…
Li ser penaberiyê Raf’i dibêje: Ger ez derbikevim, tu derbikevî wê kî bimîne?
Wê ev welat bo kê bimîne?
Em li hêviya rojeke wiha bûn, ku li Qamişlo azad bijîn, weke ku em dixwazin, azad hez bikin û welatê xwe ava bikin. Bavê min carekê ji min re got ku welat serayek e, xweşik û bilind e, em ê bistînin, seraya ku xewna min bû, nuha li wê dijîm, penaber nabim û alîkariya malbata xwe dikim bo weke min xewna xwe bijî.
Li gor serjimaran hejmara kurdên Sûryayê digihêje sê meliyonan, ji wan bêhtirî sê sed hezar kurd ber bi başûrê Kurdistanê bitenê de koçber bûne, penaberiya kurdan ber bi Ewropayê û welatên derdorê de berdewam e, rêjeyek e, bilind e. Raf’i dibêje, rêjeyek e metirsiyar e.
Rewş li Sûriyayê nema derbas dibe, kar, jiyan û siberoj li Sûriyê nema ne. Ev in mehnên penaberan. Mehnên ku Raf’i wan napejirîne û hîna jiyanê li Qamişlo peydakirî dibîne, tevî zehmetî û westandinê.
Çîroka Raf’i wateya xwe distîne dema em mirovên bajarên Sûriyayê yên bi cengê wêranbûyî weke Hims û Helebê li Qamişlo dibînin, yan li bajarên Kurdî yên din. Mirovên ber bi devera Kurdî de penaber dibin, weke devereke aram, ku jiyan li wê aram e, lê di heman demê de ciwanên kurd bajarên xwe vala dikin û koçber dibin kampan. Ev hevkêşî di civaka Qamişloyê de gellekî gengeşe dibe, li ser wê Raf’i berdewam dike û dibêje: Balafiran, li Qamişlo bi ser me de negirtiye, ne jî tangan, jiyan li Qamişlo zehmet e, lê hîna berdewam e, em jî, gerek e, hinekî li ber xwe bidin, hinekî têkoşînê bikin û welatê xwe bi tenê nehêlin, em ê hemî bi ku de biçin?!
Li Qamişlo penaberiya kurdan gellekî gengeşe dibe, mijara herî henteş e, nerîn û dîtinên ciyawaz li ser henteş dibin, li Qamişlo hinek, bi kurtî sînorên vekirî sedemên penaberiyê dibînin, hinek penaberan, weke kesên ku ji erkên xwe reviyayî dibînin, hineke din penaberiyê bi mehene dibînin û mafekî rewa bo her kesekî ku bixwaze jiyana xwe bibîne, yan penaber bibe welatekî din bo kar û hinek welatê xwe hêjayî berxwedan û manê dibînin.
Raf’i nerîna dawî bijartiye, nerîna dawî, weke çîrokekê dijî. Çîroka têkoşerekî ciwan ku berûvajî gellek hevalên xwe welatê xwe bernade, Raf’i li ser hevalên xwe yên koçberbûyî diaxive: Min gellekî bêriya wan kiriye, min dixwest em ligel hev bana nuha, lê mixabin her kesek neçar e bi mercên xwe yên taybet, her kesek azad e ku jiyana xwe weke ku dixwaze binivîse_ hevalekî Raf’i di ber me re derbas dibe, silavê dike_ ez jî axaftina Raf’i, bi pirsekê dibirrim: Li civakeke weke Qamişlo ku karê li ser erebeyan şerm dibîne, nemaze ji derçûyekî zanîngehê re, hevalên te çawa li karê te li ser erebeyê dinihêrin?
Wisa vedigerîne: Hinek hevalên min, bi lez, di ber min re derbas dibin û fedî dikin li cem min rawestin, hineke din bi lez silavê dikin bo hest nebim ku wan li ber erebeyekê dîtim û fedî nekim_ dikene_ lê gellek hevalên din, weke te, em li ber erebeya min rûdinin û wiha normal diaxivin, kar ne şerm e, ji karê xwe fedî nakim, ji karê xwe hez dikim, ji welatê xwe, karê min dihêle li wellatê xwe bimînim û penaber nebim, dihêle ku hemî pêdiviyên xwe û malbata xwe pêşkêş bikim. Raf’i bersiva min dide û em li rojê dinihêrin çûye ava, li zêr û zîvên qelp li ser erebeyê, ku berî demekê weke rojê diçirisîn, weke ciwanên Qamişlo li vê bazarê, berî ku koçber bibin, weke Qamişlo berî koçberiyê.
Raf’i hevalên koçberbûyî li bîra xwe tîne, rojên xwe ligel wan, û destpê dike erebeya xwe bi çadirekê dipêçe bo çûna malê_ ez hest dibim ku Raf’i bîranînên xwe dipêçe.
Li Raf’i dinihêrim, li bazara Qamişlo, çi fireh dibe, bi lez êvaran_ Raf’i Buhara Erebî, li Tûnisê, bi erebeyekê destpê kir yaw !!
_ Bi erebeyekê, bi du erebe û sisiyan bidawî nabe jî…