Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
ZERDEŞTÊ KAL “Di navbera felsefeya jiyanê û yekyezdaniyê de” – Kovara Şar

Xweşnav Heso: Hozanyar Zeradeştê kal di jiyana xwe ya ramyarî û jîreyî de li sedema êşê û niyaza bedîtiyê mijûl û raman bû, ta gihişt ku ew li hemberî duyaneya Yezdanî ya beşdar rawestiya ye.
Ji hêlekê ve Yezdanê çakiyê –Ehoramezda- û li hêla din Yezdanê bedîtiyê-Ehrîman-e, û ji van her du Yezdanan hêza afrandinê hate peydakirin. Ew her du Yezdan, her yek ji wan alîkar û beşdar e di dîmenê suriştiyê de, ji layê afrandin û peydakirinê, ji lewma jî ev surişt bi rengekî nakok û cihêreng diyar dibe, û bi rûyê çakî û bedîtiyê xwe xuya û eşkere dike.
Zeradeştî baweriyek oldarî ye, li dora parestina yekyezdanî xwe dibîne û ava dike, ew Yezdanê giştî û cîhanî ye, û hê jî dengê Zara tê gava ku bangî –Ehoramezda- dike…
Zeradeşt bangî mirov kir ku çakiyê bike, bêyî ku li xelatê bizîvire û hêvî bike. Ji ber çakî di hundirê xwe de, xelat ji xwe re hilgirtiye, û ji ber wê gerek e ku alav û pêwîstiya tumblr_mp7tklh6Vb1qc6wuio1_r1_500bedîtiyê ji giyanê xwe yê gunehkar re derîne, û li şûna wê bîr û karên çak bi cih bîne.
Ev tişt girêdayî dana Yazdan e, Yazdan mejî daye mirov û pênûs jî ji wî re diyar kir, û bi wê pênûsê wî da bi zanîn, û ew hînî her tiştên ku mirov nizanîbû kir, û hişt ku mirov li ser tabloya jiyan a xwe nîgar bike, li gorî dilê xwe, û xwestek û vîna xwe ya azad jî, ji piştî ku Yezdan ji wî re rêya çakiyê zelal kir û ferman da ku li ser wê rêyê bidome, û gavan biavêje pêş, her wisa rêya bedîtiyê ji wî re diyar kir û ferman da ku dûrî wê here û berxwedanekê li hember bedîtî û –Ehrîman- bike.
Ev hemû tişt pêk tên di rêya mejî re, ewê ku Yezdan daye mirov, û di rêka cinava pak a ku di derûnê mirov de hatiye çandin ji hêla Yezdan ve.
Ev xala girîng a ku Zeradeşt li ser wê felsefeya xwe ava dike, ya ku dibêje, bi azadiya mirov di hilbijartinê û xwestek û karan de. Zeradeşt hêz da mirov ku tenê li dilê pak û mejiyê durist guhdar bike,Tenê divê ku mirov li dengê azadiyê mijûl û kardar be.
Ji berî her sê olên asîmanî û gellek baweriyên cîhanî û hozanyaran ve, Zeradeşt bi yekbûna Xweda bang kir, û li ser azadiya mirovan di hilbijartina kar û daxwazan de tekez kir. Zeradeşt heznedikir ku mirov her dem bare xwe biavêje ser Xwedan ! Belê dixwest ku mirov çakiyê bike, tenê bo çakiyê, ne ji boyî buhiştê û xelatên dawiya rojê!
Li gorî Zeradeşt divê ku mirov bedîtiyê neke, ne ji ber tirsa ji agir û dojehê, lêbelê ji ber ku ew karek li dijî suriştiya mirov e!  Gerek e hemû karên mirov bo bercewendiya mirovahiyê be, û hemû xebat bo bilindkirina navê Yezdanê gewre, û geşkirina jiyana tevahiya mirovan be.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170