Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
DAWIYA TIŞTEKÎ – Kovara Şar

Nivîskar: Ernest Hemingway

Wegerandin ji Inglizî: Azad Xalid

Di rojên berê de kendava Hortons bajarokekî bo birrîna textan bû. Çi kesê ku li wê derê jiyan kirbû ji dengê birrekên mezin rizgar nebûye, ku ji Aşê li ber gola avê dihat. Salek hat ku perçeyên daran ji bo mebesta birrînê nema bûn. Gemiyên textan hatin kendavê û bi perçeyên Aş ên ku komkirî li qadê mabûn, hatin dagirtin. Hemû komên textan hatin rahiştin û birin. Hemû mekîneyên Aş ên mezin hatin derkirin û danîn ser pişta yek ji wan gemiyan, bi destê wan zilamên ku di Aş de kar dikirin. Gemî ji kendevê derket û ber bi gola avê de bi rê ket, û li ser pişta xwe her du birrekên mezin hilgirtibû, ew hilgirên ku perçeyên daran diavêtin ber birrekên girover, hemû silînder, dûlab, qayîş û hesin.  Bapaçên gemiyê hatin vekirin û ber bi gola avê de çû; bi xwe re hemû tiştên ku Aş kirbû Aş, û Hortons kirbû bajarok, bir.

Xaniyên yek qatî, xwaringeh, embar, nivîsgehên Aş û Aşê mezin bi xwe jî çolkirî û vala mabûn, di nava komên toza textan de, ku mêrgên pirr çirav li ber qiraxa kendavê nixumandibûn.

Piştî deh salan tiştek ji Aş nemabû ji pêvî kevirên spî yên bingehan. Li wê derê Nêk û Marjorî rava masiyên Trawtê deqsor dikirin, li seranserî qiraxa gola avê.

“Wan e Kavilên me, Nêk’’ Marjorî got.

Nêk , qeyik diajot, li kevrên spî nerî.

‘’Erê wan e’’ got.

‘’Tê bîra te çaxê Aş bû?’’ Majorî pirsî.

‘’Baş tê bîra min’’ Nêk got.

‘’Bêtir wek kelehekê xuya dike’’ Majorî got.

Nêk tiştek negot. Qeyik ajot heta ku dûrî dîmena Aş ketin, bi xeta deravê re diçûn. Piştê wê Nêk kendav derbas kir.

‘’Masî xwe bi çengel nagrin’’ got.

‘’Na’’ Majorî got. Majorî sinnare bi destê xwe zeft kirbû di hemû dema ravê de, tevlî dema ku diaxivî jî. Wê hez rava masiyan dikir. Hez ravê di gel Nêk dikir.

Li kêleka qeyikê masiyeke Trawt ê mezin rûyê avê şikand. Nêk sewl bi hêz kişand ji bo ku qeyik bizîvire û sinnare here nêzîk masî. Gava pişta masî ji avê derket qeyik bilind bû. Dilopên avê bela bûn, her wekî ku kulmek fîşek hat berdan nav avê. Masiyeke din jî rûyê avê şikand û li aliyê din ê qeyikê xuya kir.

‘’Wa dixwin’’ Majorî got.

‘’Lê xwe bi çengel nagrin’’ Nêk got.

Qeyik zîvirand ji bo ku her du masiyan bigre. Majorî ta nekşand heta ku qeyik gihşt qiraxa avê.

Qeyik kişandin ber qiraxa çem û Nêk rahişt sîtilek mişt çêlîkên masiyan. Nêk sê ji wan bi detsê xwe girtin û serê wan jê kirin û çermên wan gurandin, wê çaxê Majorî jî destê xwe xist sîtilê û li çêlîkekê digerya, di dawiyê de yek girt, serê wî jê kir û çermê wê gurand.

Nêk li masyê wê nerî.

‘’Polekê wî jê neke’’ got. Kêr tê tu weke dane bi kar bîne, lê baştir e heger to perê wî bihêle.

Her du çêlîkên gurandî ji terya wan bi çengel ve daliqandin. Piştî wê Majorî qeyik ajot ber bi avê de, ta bi diranên xwe girtibû, û berê xwe dabû Nêk, ê ku li ser qiraxa avê rawestiya bû, û sinnare bi dest xwe girtibû û tayê wê berda bû.

‘’Ma divê ez ta berdim? ‘‘Majorî bang kir, û ta bi destê xwe girtibû‘’, Helbet. Berde bila biçe. ‘‘Majorî ta berda nav avê û li tûmikê nerî çawa diçe xwarê di nava avê de.

Majorî bi qeyikê vegeriya û tayê diduyan bi heman şêweyî avêt. Nêk perçeyekî dar ê giran danîbû ser dawiya sinnarê ji bo ku wê ragire û serê wê bi perçeyekî dar ê biçûk hildabû. Tayê sist li gilokê gerand ji bo ku ta bi hêrs dakeve wî cihê ku tûmik lê raweste, li ser qada xîz a gola avê, û niçik li ser glioka ta danî. dema ku masiyê Trawt daneyê bixwe û di gel xwe bibe, ta jî wê ji gilokê bê kişandin bi xurtî û wê bihêle ku gilok bike gîzgîz digel niçika ku li ser hatiye danîn.

Majorî qeyik dûrî tayê xwe, ajot ji bo ku wî nelivîne. Wê sewl lêdan heta ku qeyik giha ser qiraxê. Qeyikê hinek pêl digel xwe anî. Majorî ji qeyikê peya bû û Nêk qeyik kişand ser qiraxa avê.

‘‘Çi pisgirêk e, Nêk“? Majorî pirsî.

‘’Ez nizanim,’’ Nêk got, û darik didan hev ji bo êgir.

Agir bi darikan dadan. Majorî çû qeyikê û betaniyek bi xwe re anî. Sira bayê êvarê dûkela êgir bi ser wan de tanî, ji lewra Majorî betanî di navbera agir û gola avê de raxist.

Majorî li ser betaniyê rûnişt û pişta xwe da agir, li hêvya Nêk. Nêk hat û li tenişt wê li ser betanyê rûnişt. Li bişt wan darberû bûn ên ku bo cara duyemîn şîn hatibûn, û li pêşya wan devê kendava Hortons bû. Ne gellekî tarî bû. Ronya agir dighişt heta avê. Herduyan dikarî bûn her du sinnareyên hesin li ser ava tarî bibînin. Agir li ser giloka ta diçirisand.

Majorî buxçika şîvê vekir.

‘‘Ez naxwazim bixwim‘‘, Nêk got.

‘‘De ka were bixwe, Nêk‘‘.

‘‘Baş e‘‘.

Şîva xwe xwarin bê ku biaxivin, û li her du sinnareyan û li ronya agir li ser avê dinerîn.

‘‘Îşev wê heyv hebe‘‘ Nêk got. Berê xwe da aliyê kendavê û li wan giran nerî yên ku hêdî hêdî xuya dikirin. Wî zanî ku ji navbera giran de wê heyv derkeve.

“Ez dizanim“ Majorî bi kêfxweşî got.

“Tu her tiştî dizanî“ Nêk got.

“Nêk, tu bixwedê kî bes e, xwe wilo nek!” Majorî got.

“Ez nikarim, Nêk got. Tu dikarî. Tu her tiştî dizanî. Pisgirêk ev e. Tu dizanî”.

Majorî çi tişt negot.

“Min te hînî her tiştî kir. Tu dizanî. Ma tu çi nizanî?“

“De bes biaxive“ Majorî got. “Wa heyv derket“.

Her du li ser betanyê rûniştibûn bê go dest bidin hev, û li heyvê dinerîn çawa bilind dibe.

“Ne gerek e tu çewt biaxivî” Majorî got. “Bi rastî bêj çi heye?”

“Ez nizanim.”

“Helbet tu dizanî”.

“Na ez nizanim”.

“De ka bêje”.

Nêk li heyvê nerî gava ji nav giran bilind dibû.

“Êdî nema henek e“.

Newêrîbû li majorî binere. Dûv re lê nerî. Wê pişta xwe dabû wî. Li pişta wê nerî. “Êdî nema henek e“.

Majorî çi tişt negot. Nêk rawestiya û got: “Ez hest dikim wek ku hemû tişt di hindirê min de ber bi dojehê de diçe. Ez nizanim çi bêjim”.

Li pişta wê nerî.

“Ma hezkirin ne henek e?” Majorî got.

“Na“ Nêk got. Majorî rabû ser xwe. Nêk li wir rûnişt, serê xwe xist nav destên xwe.

“Ez ê qeyikê bibim” Majorî bang kir. “Tu dikarî bi peya vegerî”.

“Ne xem e“ Nêk got. “Ez ê qeyike bidehfînim nav avê”.

“Ne pêwîst e” wê got. Nêk vegerya û li ser betanyê xwe ramedand li kêlek êgir. Dikarîbû dengê sewllêdana Majorî li ser avê bibhîze.

Demeke dirêj li wir ramidandî ma. Hîn ramidandî bû dema ku dengê Bêl hatê ku ji nav daristanê tê. Hest pê kir ku Bêl ber bi agir de tê. Bêl destê xwe nedayê.

“Majorî baş bû?“ Bêl got.

“Belê“ Nêk got, ku ramidandî bû û rûyê xwe danîbû ser betanyê.

“Çi pirsgirêk hebû?“

“Na, çi pirsgirêk nebû“.

“Tu çawa yî?“

“Tu bixwedê kî Bêl dûrî min here, vê gavê min bihêle.“

Bêl sandwîşek ji buxçika şîvê derxist û çû ji bo ku li sinnareyan binere.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170