
Cîhad Derwîş
Dengê kuxka xaltîka Recebê (ya ku lingên wê pûç e) metirsiyê li cem me çêdike, ne ji ber ku temenê wê mezin e, û ne jî ji ber ku nexweşiya penceşêra sîngê pê re heye, na, bi tenê  ji ber ku mala wê li kêleka cenetorê elektrîkê yê taxa wê ye, cenetorê ku elektrîkê dora 8 demjimêran dide mala wê, lê 8 demjimêran jî dûmaneke reş derbasî sînga wê dike.
Sala 2012 an, sala herî zor bû ya ku bi ser şêniyên herêmê de hat, ji ber tunebûna sûtemeniyê û birrîna elektrîkê, lê di despêka sala 2013an ve, her kes li hêviya ku çareyek ji rewşa tunebûna elektrîkê re were dîtin, ta ku karibin karê xwe bikin, û kêlîkine bi ronî di şevên zivistanê yên dirêj de bimînin.
Li herêma Cizîrê ji ber ku du navendên berhemdayîna elektrîkê hene, ji wan a herî mezin li parêzgeha Reqayê ye, û ew jî di destê çekdarên tundirew de ye, û ya din li navçeya Siwêdîkê ye, ew jî hêza wê tune ye ku pêdîviya Cizîrê ji elektrîkê peyda bike, lewma vê yekê rê li ber danîna cenetoran li taxên bajar vekir, weke çareseriyeke bi lez bo peydakirina elektrîkê û çalakirina karê hemwelatiyan.
Ji nîvê dawî yê sala 2014 an ta meha çile ya 2015an ve, jimara cenetorên ku li taxên bajarê Qamişlo yên ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Qamişlo ve hatin destnîşankirin gihaştiye (253) cenetorên mezin û bêhtirî (500) cenetorên orte, ev ji bilî  cenetorên biçûk ên taybet bi mal û dikanan.
Em dikarin bibêjin ku berya danîna cenetoran, rewşa aborî û xizmetguzariyê pirr xerab bû, û karên ku bi elektrîkê ve girêdayî bûn, hatibûn rawestandin, lê piştî ku cenetorên elektrîkê li bajêr hatin danîn, gellek alîkarî -di hemû waran de- wek xizmetguzarî, aborî, bazirganî û tenduristî pêşkêş kir, û di encam de çalakî li bajar vegerand.
Karê me Çalak bû
Fewaz Ehmed, di kombiyûteran de dixebite, dibêje: “Beriya çend mehan bi rastî hesreta me bû ku em elektrîkê demjimêrekê tenê bibînin. Bazar hema-hema rawestiyayî bû û bi taybetî karê me, ji ber hemû li ser hebûna elektrîkê ye, lê piÅŸtî danîna cenetoran di nava bazarê de, karê me vegeriya weke berê. Niha bêhtirî 8 demjimêran elektrîk li bazarê gişî peyda dibe”.
Biştî derbasbûna 8 mehan li ser peydakirina elektrîkê ji hemwelatiyan re, û vegerandina çalakbûna karê wan, lê deng û dûmana cenetoran jî ziyaneke mezin gihand tenduristî û jîngeha bajar.
Pirbûna Hejmara Cenetoran û Şêweyên Parzûnkirina Petrolê Nexweşiyan Çêdike
Pirrbûna hejmara cenetorên mezin û yên biçûk di nava bajar de, sedemek alîkar bû bo bilindbûna rêjeya ziyana dûmanê, her wiha  bikaranîna cureyên mazot û benzînê yên ku bi şêweyekî seretayî tên derxistin û parzûnkirin, bandora neyênî ya van cenetoran pirr kiriye, ev li gorî “Raid Emo” serokê navenda (Roj) ya guhdan û parastina jîngehê li Herêma Cezîrê, ku dibêje: “Pirsgirêka sereke ji dûmana van cenetoran re –mîna sedem- ji ber bikaranîna cureya sûtemeniya ku ne bi pîvanin standard hatine parzûnkirin, lewra xazin jehreyî jê derdikevin”.
Emo berdewam dike û dibêje: “Ev sûtemenî baÅŸ nayê ÅŸewitandin, ji ber wilo rêjeya  Xaz a CO, CO2 û SO2 di hawîrdor de bilind dibe, û ev yek rê li ber belavbûna nexweÅŸiyan vedike, nexasim di havînî de, ji ber ku pirraniya şêniyên bajêr li derve (li hewşê û li ser banê xaniyan) radikevin, helbet wê ev xazên jehrane bandora xwe yî pîs li ser mirovên nexweÅŸ û yê ku temenê wan mezin û zarokên biçûk bike”.
Li gorî rapora salane ya ku navenda Roj di sala 2014an de derxistiye, amaje dike ku Nexweşxaneya Beyrûnî li bajarê Şamê di sala 2013an de, 1350 kesên ku bi nexweşiya penceşerê ketine pêşwazî kiriye, û pirraniya van kesan ji parêzgeha Hesekê ne.
Ji aliyê xwe ve Dr.Bilinda Ebdilrehman, pspora di nexweÅŸiyên girêdayî penceşêrê, dibêje: “Salane bêhtir ji hezar nexweşên penceşêrê di ser min re derbas dibin, lê em nikarin vê jimarê tevî vegerînin sedema bikaranîna sûtemeniya ne baÅŸ, ji ber ku ti lêkolînên zanistî li herêmê nehatine nivîsandin”.
Biryara Girêdayî Pîvanên Bikaranîna Cenetoran li Cem me Tune ye
Berpirsê beşê teknîkê di Åžaredariya Bajarê QamiÅŸlo de (Silêman Ehmed) di barê şêweyê danîn û tomarkirina cenetorên elektirîkê de, di nava bajar de, wiha dibêje: “Li ser daxwaza gelê me û ji bo peydakirina elektirîkê, em wek ÅŸaredarî me rêdana danîna cenetoran li taxan da, û tenê em cihê cenetor nîşan dikin, û pêdîviyên wê ji sûtemeniyê pêşkêş dikin, û em guhdanê bi pîvanên standart ê ji aliyê jîngehî ve nakin, ji ber ku tu biryar ji aliyê Desteya Jîngehê ya Rêveberiya Kantona Cezîrê ve di barê vê xalê de neghaÅŸtiye destê me”.
Cenetorên Elektrîkê Ziyanê Dighîne Jîngehê
Ji 20ê Gulana 2014an ve, nivîsek ji aliyê Desteya Jîngeh û Şûnewaran ji bo Desteya Åžaredariyan re ÅŸandiye, Serokê Desteya Jîngeh û Şûnewaran (Luqman Ehmê) dibêje: “Me di vê nivîsê de ji Desteya Åžaredariyan raghand, ku gerek rêdana danîna centorên elektirîkê di nava taxên bajêr de, desteya jîngehê li ser erê bike, lê mixabin ta roja îro ev xwestek bi cih nehatiye, û em bi hêvî ne ku dengê me ligel dengê hemû welatiyên ku ziyana vê dûmanê gihÅŸtiye wan, bighêje Desteya Åžaredariyan, ji ber ku hemû cenetorên heyî ne li gorî pîvanên jîngehê ne, û metirsiya wan -di dema nêzîk û dûr de- li ser tenduristya şêniyan hebe”.
Ji Ber Dûmanê, Nexweşiya Sîngê Dibe Nexweşiyeke Zikmakî
Ev çar meh in ku ez kurê xwe yî pênc salî dibim cem bijîşkan, (Isa Ehmed) wiha dibêje, yê ku mala wî dikeve nava bazara QamiÅŸlo de: “Berî çar mehan kuxukeke zor kete sînga kurê min Diyar, lê piÅŸtî derbasbûna 20 rojan (li ser rewÅŸa wî), bêyî ku ti encamê wergir e, ez neçar bûm ku wî bibim Åžamê, bijîşkekî ÅŸareza, piÅŸtî lênerînekê û çend vewejartinên tenduristî ku jê re çêkirin, ji min re got: “Kurê te kulbûneke sîngê ya demdirêj pê re heye, û ew jî ji ber dûmana sûtemeniyê ye”. Wî metirsiya xwe anî ziman û got: “Dibe ku ev nexweÅŸiyên ji ber dûmanê, mîna nexweÅŸiyên gurçikan ên ku bi pirranî li herêma we peyda dibin, bibin nexweÅŸiyin zikmakî di salên bê de, heger rêjeya dûmanê li herêmên we bi vê bilindbûnê bimîne”.
Di Odeyekê bê Sobe de Dijîm
Cemal Ibrahîm ê ku bi temenê xwe 50 salî ye, û ji taxa Xerbî li bajarê QamiÅŸlo ye, û ji berê ve nexweÅŸiya “Rebo” pê re heye, wiha dibêje: “Ev nêzîkî 5 salan e ku ez bi vê nexweÅŸiyê me, û piÅŸtî aloziya Sûriyayê nema mazota malan peyda bû, welatiyan berê xwe dane kirîna mazota parzûnkirî, ew jî bêhna wê pirr dijwar e, ji ber vê yekê, ez di odeyeke bê Sobe de dijîm”.
Bi Demamekê xwe Diparêzim
Şêxmûs Adem ku bi temenê xwe 52 salî ye, li kolanekê ji bazara bajarê QamiÅŸlo Goreyan difroÅŸe, û li ser dev û poz wî demamekeke ji caweke spî heye, Adem dibêje: “Di sînga min de nexweÅŸiya hestiyariya ji bêhna heye, û ji ber pirbûna dûmana otomobîl û cenetoran, ez neçar im ku vê demamekê deynim, ta dawiya roja kar ev paçikê spî ji dûmanê reÅŸ dibe, li tevî ku ez dizanim ev paçik ziyana bêhna dûmanê li ser nexweÅŸiya min kêm nake”.
Nîşana Nexweşiyên ji ber Dûmanê, Piştî 5 Salan Derdikeve
Dr.Bilinda Ebdilrehman dibêje: “Helbet bikaranîna vê sûtemeniyê û dûmana wê sedemin hevkar in ku metirsiyê pirr dike, û dibe ku bilindbûna rêjeya nexweÅŸan girêdayî vê yekê be”.
Hin bijîşkên pspor di nexweÅŸiyên sîngê de li bajarê QamiÅŸlo -nexwestin ku navên wan diyar bibe- gotin: “Bandora dûmana cenetorên elektrîkê û dûmana otombîlan, û bêhna sûtemeniya ku tê parzûnkirin bi şêweyekî seretayî, û li bajêr tê  firotin, wê di 5 salên bên de (herî kêm) derkevin holê, û bi taybetî li ser nexweşên ku Rebo û Hestyariya bêhnan bi wan re hebe”.
Her wiha anîn ziman ku hejmara nexweşên sîngê li cem wan pirr bûye, û ev jî nîşaneke neyênî ye.
Danîna cenetorên elektîkê di nava taxên bajêr de, Dibe ku çareseriyên bi lez ji bo bidestxistina 8 demjimêrên elektîkê baş be, qena hemû hemwelatiyên bajêr sûdê jê bigrin, lê li beramberî wê jî, dûmana van cenetoran wê ziyaneke mezin bighîne wan.
Ji bo ku ziyana van cenetoran kêm bibe, tê xwestin ku cenetorên elektrîkê yên mezin ku pîvanên jînghê pêk bîne, û li derveyî bajêr werin danîn, her wiha çareseriyek bi lez ji bo parzûnkirina sûtemeniyê bi çi awayî be were dîtin, û ev xal neyê piştguhxistin, her wiha çanda çandina daran û bikaranîna alavên ku li ser enerciya paqij kar dikin, û di nava civakê de were belavkirin.