Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
BÊZANDINÃŽ GOTARA NEHEZKIRINÊ ERKEK RAGIHANDINÃŽ Û SIVÃŽL E – Kovara Åžar

Di dema ku tenê karên dozgirên aÅŸtiyê û çespiandina nirxên demoqratane hate civandin di kargehin rahînane û xelekên hevpeyvînê de, yan hindek kampanya û gotarin di rojnameyên xwecihî de bo “belavkirina hiÅŸyarî û çanda hevjiyan û aÅŸtiya navxweyî di navbera hemû pêkhateyên civakê de”, emrazên ragihandinê yên ku gotara nehezkirinê belav dike, ji serpirÅŸtgir û mîrên cengê hêz û pereyan werdigrin, her wisa hêz, ÅŸopandin û bandora wan ji ragihandina civakî ya bo aÅŸtî û belavkirina azadiyê bêhtir e.

Emrazên pêwendiya civakî ew jî bi qerwelik, sixêf, zimanê nehezkirin, kîn û sorkirina zikmakî dagirtî ne, ku metirsiyekê dide xuyan bê çi qas keda pêşkêşkirî bo xizmeta jinavbirina hêmanên girjiyê kêm e, û tenê di çarçoveya dîmênên protokolane de ma, bi giştî xizmeta resenkirina karê sivîl û nirxên wî bi rengekî durist nake, û ber bi dapêşkirin û hevrikiya bê sûd diçe, her wisa şewitandina qonaxan, derbasbûna warin û hilbijartina emrazin ku xwedî bandoreke hindik e, bêyî ku guh bidin dozgirên cengê bê çawa li ser kîn û nehezkirinê dixebitin, û bê çawa hêmanên hêz û bandorê bidest dixînin !

Şerê axivane û berzbûna gotara nehezkirin û dijatiyê ji hemuyan re diyar e, ligel pesindayinên têkçûnê û bêhêvîtiyê yên ku ji (Ronakbîr) û (Rewşenbîr) û (Kesên ku dizanin) dertên, di hundirê komrêxistina ragihandin î heyî de, ta di hundirê (Ragihandina Şûngir) de wekû tê binav kirin, her wisa toreyên pêwendiya civakî, Facebook û Tiwitter di jîngeha me de bûye pêşçavê şerek xuya yî teng, ji ber ev emraz sînorên pêwendiya civakî derbas dike da ku bibin qadên pêşkêşkirina simînerin siyasî yî handankirî, û kêm car ku tu dengekî hişmend bibînî ku daxwza hevpeyvînê bike, di hundirê rewşa aloz û şerê heyî de, nizmbûna dengê sivîl nîşana sistbûa ramanên ku pêşkêş dikin, her wisa nikare cudahiyê di qapana hevkêşên heyî de ava bike.

Lê yên tarîgir û gawirkirineran berî dan ku her tiştê kirêt û hovîtî û tawanbar berdin televizyon û rojnameyan, bi vî awayî gerînokin ji nehezkirin û kînê çêdikin. Dikeve ser milê rojnamegerên pabend bi azadî û dadmendiyê ku nirxên mirovane biçesipînin, û piştgirî û parastina wê bikin, û bêzandinî her tiştê hander bike beyî ku ji dev naveroka karê rojnamegerane berde, ya ku li ser belavkirina rastiyan û agahdarkirina cemawer bi pêşketinên bûyerên avabûye, wilo zîrektiya rojnameger û nameya wî yî rasteqînane û ya bi bandor xuya dibe.

Daiş û yên ku kîn û çanda kuştin û xwînê belav dikin, şêwazên xwe di bandorkirinê de diguherin, û piştîvaniyê bi ragihandin û dîmen û valahiya girêmanî dike, bo bidestxistina piştgiran û avakirina dayenan û anîna teroristan, lê dozgirên aştiyê û çalakvanên civaka sivîl û rojnameger van derfetan bi şêweyekî durist bikar nayinin, û ev karek birra û bi ked dixwaze, ku teknîkin nû di nivîsandin û pêşkêşkirina naverok û wêneyê de, ku bala yê werger bikşîne û nerîna wî ji dîmenên serên jêkirî û alayên reş biguhere.

Li ser vê bingehê divê aştî û çanda wê were geşkirin, a ku ji berê ve di navbera pêkhate û şepêlên ramanî û siyasî de hebû, bi gotarin ragihanane bêyî handankirin, û bi berhema rojnamegerekî piştgir bo domandina aştiya civakî û hevjiyanê di rêya şkandina (wêneya şêwazî) ji yê dîtir î ciyewaz re, li vir rola pabendbûna bi nirxên rojnamegeriya rasteqînane, her wisa divê rojnameger xwedî helwestek sazan be, bi kêmanî di dema ku dengê cengê bilind dibe belkî bêalî bibe efsan e, lê sazanbûn û rawestandina li ser xalên bûyerê û pêşkêşkirina hiwîrekên wê gişî, hîn dikarin bibin, û li gorî derfetên ên ku di warê ragihandinê de dixebitin,  bêzandinî gotara nehezkirin û handerkirinê di hundirê van nîran de, ew bi xwe bizaveke divaye hemû hewildanên civakane tê de beşdar bin, di serî de bizavên rojnameger, nivîskar û emrazên ragihanane yî heyî.

 

Komîta Sernivîsê


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170