
– Tu beriya şoreşê bi salekê ji Suriyayê derketî, û tu aniha li Almaniyayê dijî, despêkirina şoreşê li Suriyayê bi giştî, û li Rojavayê Kurdistanê bi taybet, çawa xwe di hiş û hestê de dît?
Mirov bi xweza ya xwe û li jêr hêza instinkta xurû meyldarê guhertinê ye, û jixwe bi her awayî peyva “Şoreş”ê statoyekê yan kilîşeyeke amadekirî di hundirê mirov de çêdike, bi tev ku paşmayiya ramyarî ya vê peyvê tiştekî nêzîkî qolincê di serê min wek kes de diafirîne, lê bi tevî wilo jî û bi hawakî ji hawan hêviyek jî li ba min peyda dikir, her çi qas ji berê ve jî kurisandî bû jî. Laşên daxdayî, nexşa keseran di canê derbideran de, nanên bi arvanê xwînê hatine pêjandin, û şûn û buhurên tarî yên gulleyan di laşan de, ev rêzetaswas û tirsa bêdawî nexşên belek ên ser kirasê Şoreşê ne, ev nexşên ku wek nifiran bi dû me dikevin û me dorpêç dikin, ji lewra rê ji revê re nema ye, em dê ji îro û şûn de weke du xwîniyan cîranê hev bin. Şoreş bi coş û heyecanê hatiye naskirin û her tiştên pêşbînkirî li ber zirt û sergermiya wê hildiweşin, şoreşa Sûrî ev endaze û sînor jî derbas kir, û her wiha her tişt ji destê her kesî jî derket, êdî tenê berjewendiyên dewletên herêmî û navneteweyî di tariya kûzik û kambaxan de, mane, û bi hêwedariya wêran û kuştinê wek çavên pisîkan diçirisînin.
– Gelo mirov dikare zû bi zû ji hiş û hestê civaka xwe yî ku tê de dijiya rizgar bibe, çaxa ku berê xwe bide civakek biyan (ji wî wek kes), ti bandorên vê dûrbûnê he ne, nexasim dema ku bûyerin ew qasî bi êş hebin mîna rewşa Sûriyayê?
Dever û welatê mirov ê birra û xweşik hiş û bîreweriya wî ye, li gor şîrove û nerînên Pessoa û Cioran, Mirov bi vî awayî wek reqê ye, welat û mala xwe wek niferekê bi xwe re digerîne, ji çaxa ku hatime Elmanyayê ez bêhtir li wê dever a ku jê hatime, dijîm, zelaltir tiştan dibînim û bi wan dihisim, di şûna lingê bêrîkirina min de çayir şîn hatiye, û ava baran a nîsanan tê de civiya ye, di wê avê de min cara pêşî û ya dawî rûyê xwe dîtiye, hiş û bîrewerî û sawêrdana min ji bo têkçûnên wê dever a têkçûyî ya nêzîk û nepen bi hev re xwe nidir kirine, û ev can her û her muhir û rengvedana valahî û kovîtiya deşt û çolistanên wê yên bêdawî ye.
– Helbestvan an jî rewşenbîrê Sûrî (Ereb û Kurd) dikarîbûn bi rola xwe rabin, nemaze ew rewşenbîrên ku di dema şoreşê de berê xwe dan Ewropayê, di bin navê sitem û zordariyê de. Her wisa gellek nakokî derketin holê, ne tenê li ser asta siyasî, li ser asta ramanê jî, û ev tişt baş hate diyarkirin li cem rewşenbîran, gelo ev rewşenbîr di asta xwexapandinê de ye, yan jî ew ji berê ve xwedî ramaneke tund bû?
Di vê barê de timî gotin û rexneya hinek rewşenbîrên kurd û Faris li ser kesê helbestvanê Îranî “Sohrabê Sepehrî” tê bîra min ewan digot: “Di çaxa ku Ehmed şamlo şoreş û ligel şoreşvanan de dikir, Sohrab li ser gul û daran dinivîsand”, li gor min ez vê wek pesnekê ji Sohrab re dibînim, jixwe di hundir de ez bêhtir meyldarê helwesta wî me, jixwe di heman demê de jî kes nikare helbestvanekî mezin wek Şamlo jî paşguh bike, gellek caran her du kes jî di hundirê mirov de peyda dibin. Mebest jê ew e ku gellek caran neguhdan, an ku helwesta neguhdanê ji hela intellektuellan “Rewşenbîran” ve ne rev e bi qasî ku xwevekşandinek xemgîn û pîroz e, ji bo parastina tiştê ku hîn hinekî saxlem di hundirê mirov de maye, xwevekşandina ku ew bi xwe ardiwê ponijandin û ramanê ye, lê îcar di çarçoveya rewşa Sûrî û kurdî de keysebazî û bêwijdanî bû ye navnîşana sereke ya rewşenbîrtiyê, her wiha pirraniya rewşenbîran bi tenê peyvdarê mezheb û dînê xwe ne, ew ti caran nabin beşek ji çareseriyê û ne jî karin navbênkar bin, ji ber ku ew kêşe bi xwe ne.
– Tu ji herêmekê yî ku tê naskirin bi cihêrengiya pêkhateyên xwe, di vê kirîza ku Sûrî tê de derbas dibe, gelo wê ev herêm bikaribe aştiya navxweyî biparêze, jixwe aniha herêm di bin êrîşên Daiş ê de ye?
Li bin gîhayekî bi çûk, bi dehan reng kêzik û kurm dijîn, her yek ji wan bi awayekî ji bo erkekê jiyana wî hatiye terxankirin, wilo û di evê xeleka bêhûde û bêdawî de, mirov jî dikarin bi hev re bijîn û hev bipejirînin, lê berî her tiştî divê ku bîreweriya xwe bêalî bikin, an jî pê re li hev bên ji ber ku bîrewerî çeteyekî bê rehm e, dilê wî tije kîn û dexs e, bi tenê rêyek tenê ji rawestandina wî re heye, ew jî “jibîrkirin” e, heger birra em bên û tê de bifikirin pirrneteweya ku hêjayî evê xakê ye ” Mirî” ne, ji ber ku li gor mejiyê nexweş ê mirovan Erd û xak li ser navê neteweya ku hijmara wê bêhtir e tê danîn û muhrkirin, û jixwe neteweya pirrhijmar ji roja roj ve û bêguman “Mirî”ne. Daiş serencama çandekê ye ku ev bêhtirî 1400 salî jê re tê karkirin û xebatkirin, zihnîyeta ji xwetenêhezkirinê ye, ya xwetenêdîtinê ye, kurteçîroka sitem û dirindiyê ye, her seriyek li ser destên wan jê dibe, dibe libek di tizbiya xwedayê wan a bêdawî de be, kêşeya mezin jî ew e ku ne çek û ne hezkirin bi kêrî vê zihnîyetê tê, tiştek nikare wê têk bibe jî, divê ew ji ber xwe ve ji hundir de bi ser hev de biherife û birûxe, wek diranê kurmî û dawî, yê di devê tirsê de.
– Piştî derfetek ji azadiyê li Rojavayê Kurdistanê, rê li pêşiya rojnamegerî û ragihandina kurdî vebû (bi her du zimanan, kurdî û erebî) gelo tev vê pirbûnê pêşketin heye di her du waran de, nexasim ên bi kurdî?
Gellek gavên baş di vî warî de hatin avêtin, û gellek rojname û kovar jî hatin derketin, bi gelemperî xebateke baş tê kirin, bi tev ku ji aş û bajar xelkê xwe kirin Rojnamevan, û ew bi karê xwe ne Rojnamevan û ne nivîskar bûn, di bin navê çalakvanan de tiştek nema ku ji eyar nexistin, lê di nêrîna min de warê kurdî hinekî ji erebî paktir ma, ew jî ji ber ku hindik pê tê nivîsandin û xwendin. Lê çawa be mirov pêşketinekê di vî warî de dibîne, ev tiştekî berbiçav û balkêş e.
– Îro roj kurd di çapemeniya Ewropî de çawa têne dîtin, nemaze ku îro kurd ji dêvla dunyayê gişî şerê terorê dikin?
Di dema êrîşên hovane li ser Şengal û êzîdxanê de, ragîhandin û çapemeniya nêvedewletî û bi taybet a Ewrupî bal kişandin ser evê bobelatê, û pê re jî pirsgirêka kurdî, û nemaze ya êzîdiyan wek kêmayineke bingehîn li rojhlata navîn ku di bin gefa têkçûnê de ye, ji hêla dirinde û hovên serdema me “DAIŞ”ê ve, jixwe ev guhdan bi 100 taqan bêhtir bû piştî êrîşên ser Kobanî de û berxwedana bêhempa û bêmînak, nerîn û helwestên tevaya partî û rêxistinan di barê kurd û pirsgirêka kurdî de bi erênî bûn, yek tevan alîkarî û piştevaniya lezok ji bo Kobanî kurdan xwestin, bi kurtayî piştî Şengal û Kobanî êdî serdemeke nû û şanaz ji peyva kurd re hate danîn.