Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
REWŞA ÇANDINÎ Û BEXÇEYAN LI HERÊMA CIZÎRÊ – Kovara Şar

Ebas Mûsa
Herêma Cizîrê tê naskirin wekû deverek ku miletê wê bi piraniya xwe çandiniyê dikin (Genim–Ceh–Kemûn–Nîsk–Nok–Kijnîj…HTD), lê heger ku piraniya wan çandiniyê dikin, naye wateya ku yên çandiniyê nakin ne girêdayî ne bi wê ve; Ji ber Herêma Cizîrê bi tevahiya danûstandina xwe ya bazirganî jî girêdayî ye bi vê tevgera çandiniyê, li seranserî bajarên rojava û bi taybet Cizîrê.

Çinîn bi vî rengî dihêle ku çavên welatiyan li vê demsalê be, cotkar û bazirgan û karmend, hemû pirojeyên xwe yên aborî li hêviya çinînê dihêlin, ger em li vî rengê girêdanê binerin û binirxînin em ê bighêjin encamekê, sala ku çinîn bişke wê tevliheviyeke mezin di herêmê de derkeve holê.

Bi vê nerînê em dikarin sedema koçberiya hezarê malbatan ber bi bajarên mezin mîna Şam û Helebê de nas bikin, ji ber girêdana rewş a civakî û aborî bi çandiniyê ve, ligel ku tu derfetên din tune bûn. Ger em ji aliyekî din ve lê binerin em ê nas bikin ku sedema mezin siyasî bû ya ku hişt tu pirojeyên din tune bin, da şûna çandiniyê bigrin.

Tu kargeh venebûn û her tiştên ku dihat çinîn yekser diçûn ber bi Heleb û Şamê de, aniha jî paştî 4 salan ji şoreş û kirîza Sûriyayê, û di nav de Rojava tiştek nehat guhertin, lê tenê alozî pirtir bûn li hember welatiyan û bi taybet cotkar.

Herêma Cizîrê ya ku hat dorpêçkirin û sînor zû li ber hatin girtin, tov û semad an jî derman û alavên kar bi rengekî rewa derbasî herêmê nedibûn, û heger hin jî derbas dibû bi deh qatan (bi buhaya xwe) dighişte ber destê cotkar û bexçevanan.

Ger em bixwazin çinîna îsal (2014) binirxînin, em ê li ser du beşan ji beşên çandiniyê rawestin; çandiya zeviyan (Genim–Ceh–Nîsk–Nok–Kemûn–Gijnîj–), û çandiniya bexçeyan (Bacan–Xiyar– Şebeş–Talik–Bacanê reş–Îsot …).

Zevî

Tê zanîn ku piraniya çandiniya herêma Cizîrê, zeviyên genim û ceh in, her wiha nîsk û nok…, û di van 20 salên bihurî de gijnîj û kemûn jî êdî tê çandin.

Piraniya qûtê dewleta Sûriyayê ji Genim, ê ku dibe ard, diçe kargehên Makarona û Biskewîtan. Û Ceh  ê ku dibe êm û bîra di kargehên Şam û Helebê de.

Çinîna 2014 an dîsa bi piraniya xwe Genim bû, lê zeviyên ceh jî pir bûn, ligel tirsa cotkaran ji sivistana kêmbaran û daxwaza bazar û bazirganên biyanî ji Ceh re, û ji ber ku navendên êm ên girêdayî Wezareta Çandiniyê, Ceh didan şivanan bo ku bikin êm, van şivanan bi vî awayî distandin û dikirin tov û diçandin, an di bazarê de difirotin, ev jî ji sedemên balkêş bû ji bo pirbûna çandiniya Ceh, ligel ku Genim nema bûye çandiniyek stratîcîk, cotkar jî êdî li sûdeya aborî digere, ji ber vê yekê jî guh da çandiniyin ku perene kêm dixwaze, wek Ceh, an ku bi buhayî bên firotin mîna gijnîj û kemûnê. Bi vî rengî  yê ku 10 çewal erdê wî hebû, jê 4 tenê kirin Genim û yên din kirin gijnîj û kemûn an jî ceh.

Lê kurm li gellek zeviyên ceh da, (kurmek tê naskirin di nav cotkaran de bi “kurmê xefkan” ji ber berê dixistin xefkê çivîkan, dirêjbûna vê kurmê mîna tiliya qelîçankê ye, û reng zer e) ev kurm tenê li Ceh û Genim dide, di dema payîzî de, dema ku zil sêçar pelî be, navbera qurim û qarotê dixwe, vî kurmî ziyanek mezin gihand Ceh û Genim, nemaze zeviyên ku şûna firazê yan erdê qels î westiyayî bûya.

Ger em li rewşa çinînê li Cizîrê bi giştî binerin em dikarin bêjin ku çinîneke baş bû, cotkar û bazirgan û her wiha welatiyan jî sûdeyeke aborî jê girtin.

Piraniya zeviyan bejî bûn, ta ku yên bîrê wan hebûn berê xwe dan çandiniya bejî, ligel aloziyên ku hate pêşiya wan, ji ber ku bîrên avê li ser kehrebê kar dikirin, û kehrebe gellekî êdî tê birrîn û nema kar li ser dibe, û cenetorên ku li ser mazotê kar dikin jî aloziyeke mezin li pêşiya wan heye ji ber mazot her dem peyda nabe, şaredarî beşekî jê peyda dike bi 33 L.S, lê beşê din peyde nabe ji bilî bi buhayeke zêdetir.

Li deverin wek Dirbêsiyê ku zeviyên avî pir in, cotkaran aveke tenê dan zeviyên xwe ligel buhayiyek gihişte ta 600,000 L.S ji avekê re ji ber buhabûna sûtemeniyê (Mazot-zeyt), litrek mazot gihişte 50 L.S, ligel kêmbûn û buhaya gellekî bilind a semadê, hin cotkaran semada kaxezî ya ku ji Turkiyayê dihat bikar anîn, lê tu sûde jê negirtin, Emerê Hesen ji derdora bajarê Qamişloyê ye dibêje: “ku zeviyê min î avî donima wî hat ser 700-800 L.S ta dema çinînê”.

Berhema Çinînên Stratîcîk û Sereke

Çinînên stratîcîk û sereke

Genim

 

Genim

Avî Bejî
Berhem 25 – 30 Çewal 7-20 Çewal
Firotin/ Mîra 39-40 L.S Çewalê xêzesor
Firotin/ Bazirgan 36-37 L.S
Firotin/ Rêveberiya Xweser 27-28 L.S
Berhema giştî li Herêma Cizîrê 735000 TON

Ceh

 

Ceh

Avî Bejî
Berhem 15-40 çewal 7-30 çewal
Firotin/ Mîra 27-28 L.S Çewalê xêzesor
Firotin/ Bazirgan 23-24 L.S kîsê spî
Berhema giştî li Herêma Cizîrê 30000 TON

Kemûn

 

Kemûn

Virnî Helî
Berhem 40-60 KG/donim 20-35 KG/donim
Berhema giştî li Herêma Cizîrê 120000 TON
Buhaya kîsê spî vala 53-55 L.S
Çewalê xêzesor 190-225 L.S
Çewalek=8 teneke=10 donim=hektarek

Mîra ji cotkaran xwest ku çewalên xêzesor bikar bînin bo Genim û Ceh û diviyabû ku nû bin, buhaya çewalên vala gihişte ta 225 L.S, lê mîra 100 L.S li cotkaran vedgerand ji buhaya çewal, bi vî awayî hişt ku cotkar hem çewalan ji wan bikire û hem jî cotkar çinîna xwe bifiroşe mîrayê.

Cotkarên ku li deverên di bin kontrola Daişê de bûn, 10 % ji çinînê ji wan hat standin wekû zikatê, mîna devera Til Birakê, û her wiha li devernan zeviyên Xiristyan û Êzdiyan hat çinîn ji aliyê van koman ve û berhema wê ji xwe re birin.

Li gorî serjimarên beşê Berhemên Çinînê di Rêvebiriya Çandiniyê de (girêdayî Wezareta Çandiniyê ya navendî li Şamê)berhemên herêma Cizîrê ji Genim gihişte 735000 tonî, û barê ku birêveçûye ta 12-7-2014 gihişte 363211 ton di navbera 354743 ton hate firotin bo Bîroya Çinînê û 8468 ton bo Navenda Geşkirina Tovê, û beşê din 371789 ton hat firotin li derveyî bîro û dezgehên Wezareta Çandiniyê, çi ji bo Desteya Çandiniyê di Rêvebiriya Xweser de li Kantona Cizîrê û çi bo bazirganan.

Berhema giştî ya çinîna Ceh li herêma Cizîrê gihişte 300,000 tonî, 120,000 ton jê hat firotin bo Bîroya Navendên Çandiniyê yên Rêveberiya Çandiniyê yên girêdayî Wezareta Çandiniyê li Şamê, û 180,000 ton hat firotin bo Desteya Çandiniyê di Rêveberiya Xweser de, û hin hat firotin bo bazirganan, Kemûn li ser firebûna 9000 çewalî/hektar hatibû çandin û berhema wê ya giştî gihişte 120,000 tonî, lê berhema Kemûnê ne gellekî baş bû, hin cotkaran zeviyên xwe qulaptin bêyî ku biçinin, endezyara çandiniyê Soz Hac Yûnis sedemê vedgerîne barana pir di destpêka buharê de, ligel qeşayê tiştê ku hişt û alîkarî kir ku qurmê zilê efnik bigre, ne tenê wisa lê giyanin pîs jî di nav de derket û dermanên wê peyda nedibû, ev tişt bûne sedema ku çandiniya Kemûnê gellekî biserneket.

Bexçe

Weke ku tê zanîn bexçe di havînan de tên çinîn, a ku jê re dibêjin şînkayiya xocehî (Beledî), û bexçeyên ku di konê bilastîk de tên çandin gellekî kêm in di Cizîrê de, û piraniya pêdiviyên şînkayiyê -di mehên salê yên din de- ji derveyî Cizîrê tên, û ji ber sedema dorpêçkirina herêmê bi aloziyeke mezin dighêjine bazaraên şînkayiyê û bi buhayî tên firotin; wek mînak: Bacan û xiyar gihiştine 200 L.S û li devernan durî bajaran bêtirî vê buhayiyê bûn.

Dorpêçkirina herêmê hişt ku hin cotkar û welatî bexçeyan biçînin, bi hêviya ku sûdeyeke aborî jê bigrin, lê gellek alozî derketin, D. û endeziyarê çandiniyê Es’ed Micbas dibêje: “Cotkarên ku berê xwe dane çandiniya bexçeyan bi armanca sûdeya aborî hatin xapandin, ji ber ku bazara pêdiviya vê çandiniyê kete kirîzek mezin, wek rewşa piraniya bazar û cureyên kar yên din”, a herî ziyan gihand van bexçeyan nepeydabûna derman bû, ev derman beriya niha ji derve dihat, Şam û Helebê û Tertûsê û ji wir ve dihat Rojava, lê aniha rê tev hatine birrîn û dermanê ku dighêje ber destan gellekî hindik e, têra bexçevanan nake û her wiha gellekî buha ye, peydkirina tov jî bi xwe kirîzeke din e, û ew jî wekî rewşa derman e, bexçevanan xwe neçar dîtin ku bi buhayî tov û derman û semadê peyda bikin û şensê xwe bibînin di vê çandiniyê de, piraniya bexçvanan dibînin ku tu sûdeya aborî ji vê çandiniyê nekirin, ligel ku şînkayî arzan bû; kêmtir ji buhayiya westandin û pereyên ku li ser xerç bûyî.

Hecî Mecîd bexçevaneke li gundewarê Qamişloyê ye, dibêje: “Min tu sûde ji bexçeyê xwe nedît, tenê zanibe ku Bacan li ser min bi 60 L.S sekinî û di bazarê de îro bi 15-20 L.S tê firotin, bi vî rengî tu yê nas bikî ku me tu sûdeya aborî ji çandiniya xwe nekir”.

Aloziyên ku li pêşiya bexçevanan radiwestin girêdayî ne bi buhayiya tov û derman, semad û kirya karmendan û gihandina şînkayiyê ta bazaran ve.

Bavê Ehmed bazirganeke di bazara Hal de li Qamişloyê, rewşa çinîna bexçeyan dinirxîne û dibêje: “Bi giştî em dikarin bêjin ku bexçevan tu sûdeyeke aborî mezin ji bexçeyan negirt, lê tev de ne bê sûde man jî, ji ber her bexçevanekî gellek cûreyê şînkayiyê çandibû, û heger di bacanan de bê sûde ma be, helebet wê di îsot û şebeşan de sûdeyekê bigre”.

Welatî dibînin ku piraniya şînkayiyê di bazarê de dihêle ku çarbênc qat arzan bibe, ger em bipîvin bi buhayiyê beriya ku ji bexçe derkevin.

Kirêza ku çandinî tê re derbas dibe girêdayî ye bi rewşa siyasî û leşkerî ya ku dihêle nearamiyek bikeve rewşa wê jî.

Ligel deshilatdariya Daişê li hindek deverên herêma Cizîrê û birrîna wan ji rêyên di navbera rojava û bajarên Sûrî yên din de, ji ber vê yekê jî gellek cotkaran dev ji zeviyên xwe berdan û derketin bajaran, yan jî penaberî herêma Kurdistan û Turkiya û Ewropayê bûn, vî tiştî hişt ku berin ji zeviyan neyên çandin, an heger werin çandin neyên çinîn.

Lê dimîne aboriya Herêma Cizîrê girêdayî çandiniyê, ligel ku pirojeyên aborî yên din tune ne.

 


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170