Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
Nanpêjgeha Miftî – Kovara Şar

Salar Salih: Her sibeh şêniyên taxa Miftî naçar ji xewa xwe yî şêrîn şiyar dibin, û berî didin nanpêjgeha Miftî da ku nanê zikê xwe bidestxînin, nanpêjgeh li orta taxê dikeve, hîn kirîza bidestxistina nan wek arîşeyeke rojane xwe dide pêş, tabûrek dirêj ji mirovan, jin û mêr li pêşiya nanpêjgehê radiwestin, li hêviya ku nanê xwe bidest xînin, hin ji wan mirovan ji demjimêr 2:00 piştî nîvê şevê tên ber pencereya nanpêjgehê, û li wir rûdinên ta ku dest bi belavkirina nan dibe; ji metirsiya ku nan bidest wan nekeve. Lê carinan gellek ji wan kesên ku bi demjimêran li hêviya nan dimînin, nan bidest wan nakeve û naçar dibin ku biçin nan ji firoşkeran bikirin û bi buhayiyek bilind, ev bûye sê sal ku kirîza kêmbûna nan li bajarê Hesekê çêbûye, sedemên wê jî ne diyar in, li gor ku xwediyê nanpêjgeha Miftî Mihyeddîn dide xuyanîkirin: “Ku rêveberiya Aşan li Hesekê tibaba arvan li ser wan kêm kiriye, ta astekê ku gihştiye nîvê tibaba ku berê ji wan re dihate terxankirin, û çaxa ku arvan ji cureyê baş be, beşek ji tibaba wan tê dizîn”. Bi hemû şiyanên xwe Mihyeddîn hewl dide ku nan bighêje hemû şêniyên vê taxê, û belavkirina nan li gor bilêtên ku ji bo vê armancê çêkirine, birêxistin dike. Lê ew ê çawa bike, naçar her roj hin kes bê nan dimînin, çimkî tibaba arvan pirr kêm e û têra şêniyên vê taxê bi giştî nake, Mihyeddîn rewşên xelkê jî bi guhdan dişopîne, ew karmend û mamosteyan û xwendekaran berî kesên din bi rê dike û nanê wan dide wan, bi mebesta ku li ser kar û dibistanên xwe dereng nemîn in, reftara wî ligel mirovan bi giştî pirr baş e, ew bi bêhneke fireh danûstandê bi wan re dike, ligel zehmetiya karê wî di dabeşkirina nan de -bi rengekî dadmend- di navbera şêniyên vê taxê de .

Her wisa ew pergala ku xwediyê nanpêjgehê daniye ji bilêt û rêza li ber pencereya belavkirinê, lê şêlûbêlek mezin çêdibe û ne tabûrek tenê, lê du-sê tabûr li rex hev li ber pencereyê çêdibin, qerebalixek mezin çêdibe, carinan hevdû dehf didin û dikevin qirka hev, lê tiştê balkêş ew e, ku zû li hev tên û arîşe mezin nabe, çimkî xelkên vê taxê hemû hev dinasin, ez bi xwe carekê li ber pencereyê bûm çaxa ku hevdû dehf dan, destê mirovekî birîn bû piştî ku li pencereya nanpêjgehê ya hesin ket, lê baş bû ku birîna wî sivik bû, carinan jî ku hevdû dehf didan mirovek ji nav wan dipekiya û li erdê diket, an jî nema dikarîbû ji tabûrê derkeve piştî ku nanê xwe distand, ev hemû bi sedema ku nan pirr kêm e û her kes ditirse ku bê nan bimîne, yan jî naçar bibe ku nanê buha bikire di vê rewşa aborî yî aloz de. Dema ku nan pirr bibe tu astengî çênabin, lê kêmbûna nan ew sedema vê şêlûbêl û qerebalixê ye li ser nanpêjgeha Miftî.

Diyardeya kirîza nan ne tenê li nanpêjgeha Miftî derdikeve, lê ev kirîz li tevahiya nanpêjgehên bajarê Hesekê derdikeve, ji bilî kêmkirina tibaba arvan, rûyekî din ji vê kirîzê re heye, ku pirraniya nanpêjgehan nema bi rengê berê nan difroşin mirovan, lê ew nan li ser hinek kesan belav dikin, ku her yek ji wan bûye berpirs di ber belavkirina nan de li taxekê, yan li beşekî ji taxek mezin, lê mixabin gellek ji van kesan ne xwedî wijdan in û nanê xelkê didin firoşkeran ên ku bi nirxekî buha wî nanî difroşin xelkê vî bajarî, bi vî rengî pêdîviya mirovan ji nan re wek xwarinek sereke diçewsînin, ji ber nebûna çavdêriyê.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170