
Rodî Hemê: Tê gotin ku carekê li Japonê zarokekî bi aliyê bavê xwe de bazda û got: Bavo, bavo wa xwedanê gemarê hatiye ji bo gemara xwe bibe, bav ji kurê xwe re got: Na kurê min na! Em xwedanê gemarê ne, lê ew hatiye qirêj a me pagij bike.
Bêguman ku em hinekî di wateya gotina bav de raman bibin, dibe ku em paş ustiyê xwe buxrînin, çiko ji berî teqnek sal ve û nerîna milet ji aliyê vî leşkerî ve bi pêş neketiye.
Paqijîkar, bi tenê navek ne dirust tê bikaranîn, û ew nav jî ji berhema rêjîma Ba’is bû, navê “ZEBAL” ew navê ku ta di fîlm û rêzefîlmên xwe yên civakî de bikar tanin.
Li bajarê Amûdê ku tu di danê sibehê de li kolanan bigerî tê paqijîkaran li hemû deveran belavkirî bibîne, Fehed Îsmaîl Yûsiv, leşkerek ji wan leşkeran e, ku ji sala 2002 yan ve vî karî dike, û kolana ku tê de kar dike, dihêle ku mîna tabloyekê bê diyarkirin, dema ku xwe li kîsikên gelîşeyan daqûl dike, yan jî hin deverên gemar rêş dike, xwêdan li ser eniyê ditevize û libên tozê xwe lê digirin, îcar tu dibînî ku dilopên xwêdanê şêlo dibin û li serê bêvila wî tên darvekirin.
Carinan çavên wî qayîşê bi tîrêjin rojê re dikişînin, lê mala minê pirrê caran xwe ji vê qayîşê vedikşîne, û berhemên serhişkiya xwe bi tûjbûna tîrêjên rojê re ji hêsirên çavan û xwêdana eniyê bi zendê xwe zuha dike, vedigere cengê û dîsa pişta wan kolanan duxrîne ta ku kela nava xwe hênik bike, lê kesî ji we li rûkên wî neriye piştî bidawîbûna wê cengê? Ew timî bi serdikeve, lewma ew kenekî bi her du lêvên xwe yên westiyayî li ser rûkên xwe nîgar dike, û di dilê xwe de ji gemarê re dibêje: Ta cengeke din Xwedê ji min û te re kerîm e.
Yûsiv dibêje: Ez pirr ji karê xwe hez dikim, her wiha ez timî biser dikevim, di heman demê de ez ji zarokên xwe re dibêjim: Heger ku hinekan ji we pirsî ku bavê we çi karî dike, hûnê bibêjin: Bavê me dihêle ku kolan bikenin û bajar rûgeş bibe, hûnê bibêjin bavê me kincên cejna remezan û qurbanê li kolanan dike.
Yûsiv rojane ji 7ê sibehê ve dest bi kar dike ta demjimêr 1 ê piştî nîvro, bi torimbêla mezin re derdikeve, kolan bi kolan ew û hevkarên xwe digerin, bi tenê roja înê jê re navber e, lewma ew carinan bi westandinê hest dibe, lê di heman demê de dibêje ku ew xema westandinê naxw, bi tenê carinan gazinên welatiyan dilê wî dihêle û wiha dibêje: Carinan tu dibînî ku malekê telîsek mişt ax daniye ber derî! Û bi rastî tevî ku ji me nayê xwestin ku em vê cureyê ji gemarê bar bikin, lê em dadiqurtînin û disa em bar dikin, lêbes carinan telîsekî pirr mezin tije ax dikin û dema ku em alîkariyê ji malbatê dixwazin ta em bar bikim, dibêjin: Ma karê we çî ye? Lewra dilê me ji wan dimîne.
Tevî hin pirsgirêkan jî lê Yûsiv û hevkarên xwe karê xwe serkeftî bidawî dikin, her wiha ew timî li hêviya rojeke nû ne ta ku bi erkê xwe rabin, min jê pirsî
Heger ku gotina “Zebal” bandoreke neyênî li karê wî dike, wiha bersev da min:
Eger ku vê gotinê bandorên neyênî li kesayetiya min kirba, bêguman, ewê berdewamî di karê min de tune ba, lê tiştek li vê navê heye! Ji ber ku asta têghiştinê negîhaye asteke pêşketî, lewma bandora vê paşketinê li tore û perwedeya malbatî dike ji ber vê yekê pirrê caran zarokên min digrîn dema ku zarokên dibistanê ji wan re dibêjin bavê we Zebal e, ev tenê min diêşîne, lê timî ez ji zarokên xwe re dibêjn ku bela serên we ji ber karê bavê we bilind bin.
Bi hatina demsala havînî re, nexweşiyên (ku dibe karkirên paqijkirinê pêbikevin) pirr dibin, ji ber ku bi rastî şaredarî tu kincên taybet ji paqijîkaran re pêşkêş nekir ne ku wan ji nexweşiyan biparêzin, di heman demê de karkir jî pirrê caran bîra encamên xerab ên ku ji rahiştina gemarê peyda dibin, nabin, lewma tu gellek caran wan bê lepik dibînî! Yan serserqot û dev vekirî ne! Ev giş dibin sedema yekser ku veyrûs û bektîriya bi hesanî derbasî laşê karkiran bibin, ne bi tenê karkir lê malbatên wan jî endam in di vê xelekê de, û ta anuha kes li ser vê mijarê bi awakî berfireh ranewestiya ye, ji ber ku bi bilindbûna pileyên germahiyê re mikrob pirr çalak dibin û tegera wan dehtaq pirr dibe, lewma pêwîstî bi dermanan heye. Ji berseva Yûsiv xuya dibe ku ew bîra pêzanînen bûrî nabe, dema min jê pirsî hinekî bêdeng ma û li min nerî û keniya, weke ku ji min re bibêje: Ma ev tişt jî hene? Paşî wiha got: Bi rastî derman tune ne, lê hinek pereyin zêde didin me û em ji bo malbata xwe xeric dikdin.
Tevî ku 25,000 lêreyên sûrî bi kotekî meha wî derbas diken, tevî ku rojane 6 se’etan di nav gemarê de dema xwe diqedîne, û hêlên berpirisyar tu dermanan jê re pêşkêş nakin, ji bo wî ji nesaxiyan biparêzin, û tevî ku kesên kêm haybûn kêmaniyê bi dû karê wî dixin, û tevî gellek astengiyên din, lê ew dimîne leşkerek bêhempa, her wiha haybûna wî bi pêwîstî û giringiya karê wî, girêdana wî bi xaka welatê wî asêtir kir, di heman demê de ew li hêviya ku ji leşkerekî bêguhdan bibe leşkerekî navdar.