Deprecated: Creation of dynamic property Axil_Register_Custom_Post_Type::$post_type_plural is deprecated in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/custom-post-type-base.php on line 33

Deprecated: Optional parameter $control_id declared before required parameter $settings is implicitly treated as a required parameter in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/plugins/blogar-core/include/common-functions.php on line 827
KARÊ SIVÎL, NIRX Û ARMANCÊN WÎ – Kovara Şar

Karê sivîl yek ji karên bi nirix e di civakê de, ji ber ku ew hewil dide atmosferekî baş bo berhemdayîn û afirandin û pêwendîyê peyda bike, di rêya destnîşankirina çareserîyan û aktîvkirina civakê bi tevahî. Çi ku di şer û pevçûnana de nîrine taybet bi wê rewşê derdikevin holê, îcar hemû hêvî û pêşbînên erênî li ber bayê xwe dibe û palderên kar pûç dike. Jixwe berê ew kar ji bingeha xwe ve lawaz e û pêdivîya wî bi piştgirî û guhdaneke domane heye. Ji lew re divaye ku her tim lêgerînek bo şûngirtin û çareserîyan hebe û her wisa dabeşkirina wan li gorî girîngîya her yekê da ku bi şêweyekî sazîyane kar û xebat bête bi rêve birin, ne li gorî zirzî û desthiladarîyê yan jî li gorî bercewendîyên kesane.
Ji çalakgerên civaka sivîl û rêxistinê heyî tê xwestin ku ji demê û dahatanê hayedar bin ji bo ku prosesa geşpêdanê bi leztir bikin, û derfetên kar bo ciwanan peyda bikin, her wisa xebatê di warê xizmetguzarîyê de bikin ku yek ji rûdêmên sereke ye di rewşên şer û pevçûnan de ku berbiçav e. Tev li ku hebûna şûngirtinan û şopandina wan kerekî zor e bo yê çalakger ê ku kêm caran dikare çareserîyine baş bo vejînkirina civakê û rizgarkirina mirovan ji êş û kul û derdên wan, peyda bike, lê ew pabend e ku hewil bide da ku çareserîyan peyda bike. Kar û xebatên rêxistinên civaka sivîl di hişê welatîyan de di gumanê de ye ji ber ku ew li bende encamên karê wan in, nexasim ku gellek rexne jî hene ezmûna karê van rêxistinan bi pêş dixe û geştir dike.
Divaye ku bipêşxistina karê sivîl di çarçoveyek taybet de û bi stratîcîyek destnîşankirî be li cem rêxistin û çalakgeran ji bo avakirina bingehine karêger û domandî be, çi ku pêdivî bi civakek sivîl heye bi qasî pêdivîya bi hikumet û partî û sazîyên xizmetguzarîyê heye. Û karê sivîl bi hemî çalakîyên xwe ne kêmî karê giştî ye di civakê de. Jixwe hîn karê rêxistênên civaka sivîl lawaz e çi ku cihê xwe di Sûrîyeyê de baş negirtibû û her tim dijîtîya wê jî dihate kirin, û hîn hêzên sîyasî û yên leşkerî dixwazin vî karê sivîl li gorî bercewendîyên xwe bi rê ve bibin dûrî nirx û naveroka wî. Ji lew re û ji ber ku pêdivî bi guhertina nîr û rewşên heyî tê xwestin ji kêsên ku di vî warî de kar dikin nirxandina karên xwe bikin, û her wisa li nerînên cemawer û bijardegerîyan guhdarî bikin.
Ji ber vê yekê pêdivîyeke mezin heye ku hemî çalakî bi rengekî pratîk bêtin kirin da ku kar bibe cihê bawerîyê di civakê de, mîna ku çalakî bibin mijar di rojnamegerî û ragihandinê de, bi vî şêweyî dê berhemdayîna ramanî û ya çandî bêhtir bibe.
Di hejmara nû ya kovara ŞARê de –piştî demekê ji rawestandina weşanê- komîta sernivîskarîyê hewil da ku li ser hindek xalan kar bikin, jê projeya (Em Beşdar in), ku yek ji projeyên Rêxistina Şarê ya geşpêdanê ye, ku armanc jê piştgirîya beşdarbûna jinê dike di warê sîyasî û aborî û civakî de. Her wisa dê ronîyê bide mijara jimalbarkirîyan û tevlêkirina wan di civakê de, û mijara hevjîyana aştîyane û hevnêzîkirina pêkhateyan. Li gel gotar û rapor û fîtçer û lêrpirsînan.
Kovara ŞARê dê bimîne minbera nivîskarên ciwan, û yek ji weşanên ku guh dide çalakîyên civaka sivîl û çanda wê. Komîta sernivîskarîyê guh dide hemû rexneyan, û amadeye ku civatên gotûbêjan bi guhdangeran re li dar bixe da ku atmosfereke baş bo belavkirina çanda gotûbêj û cihêrengîyê peyda bibe.


Warning: Undefined variable $axil_options in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170

Warning: Trying to access array offset on value of type null in /home/zmgj3f798ttl/public_html/shar-magazine.com/wp-content/themes/blogar/inc/scripts.php on line 170