
Bandora dezgehên ragihandinê li ser jîyana civakî û sîyasî, dîyarî çav e. Ji nîvê sedsala bîstan bi şûn de, êdî ragihandina bînbar (tv, kenalên peykî) rûbereke mezin ji bala şopîneran vegirt û di warê şopandinê de, di rêza cûreyên navgînên ragihandinê de, bû ya pêşîn. Hemî pol û komên civakê şopînerên evan dezgehan in, lê bi her halî komek ji koma din bêhtir dişopîne û zêdetir bandor dibe; koma ku herî zêde dişopîne û bandor dibe, ya zarokan e. Tev li ku amar û rapirsînên fermî di barê evê babetê de li Rojavayê Kurdistanê çênebûne jî, lê bê guman zarokên her malbatekê, demjimêrên dirêj li pêş ekranên televizyonan dibihurînin. Ji ber ku zarok di qonaxa avakirina kesayeta xwe de ne, tişên ku bibînin û guhdar bikin, dê bi awayekî rasterast bandorê li kesayet û tevgera wan bikin; çi tiştekî baş (erênî) be, çi xerab (neyînî) be.
Ango, di pê dê û bavî re, bandora dibistanê û ya dezgehên ragihandinê li ser zarokan di radeyekê de ne ku ya ragihandinê ne zêdetir be. Ragihandin, zarokan xwedî dike, handêr dike, dilivîne û li gorî xwe wan perwerde dike.
Xwedînekirina zarokan, paşguhkirina siberojê ye
Ji 15’ê gulana 1995’an ve, weşana peykî ya kurdî bi vebûna MED TVyê re dest pê bûye. Ji wê rojê ve û heta roja îroyîn, bi vebûna dehên kenalan re, ragihandina kurdî heta astekê karîye di milê romalkirina xebat û çalakîyên sîyasî û leşkerî de li ser asta kurdistanî, ji xwestek û mereqa şopîneran re bibe bersiv. Tevlî qelsî û lawazîyê jî, lê cihekî baş ji hunermendên kurdan re hatiye veqetandin û kenalên hunerî hatine vekirin. Babeta herî girîng û pêwîst ku hatiye paşguhkirin û bi sivikayî lê hatiye nihartin: Ragihandina zarokan e. Di çend salên dawî de kenaline kurdî bi navên “Pêlîstank TV” û “Zarok TV” vebûne, lê mixabin, eger nirxandinek bihête kirin, dibe ku ev kenal ji lawaztirîn kenalên zarokan ên cîhanê bin! Di van kenalên navbihurî û çend kenalên din ên zarokan ên kurdî de, serê pêşîn di milê tenkîkî de kêmasî û şaşîyên mezin hene. Ne tenê derûnnas û pisporên zarokan, lê çi kesê ku bi baldarî lê binihêre, dê bizane ku di kenalên zarokan ên kurdî de, rengên ku di dîmenan de tên bikaranîn, ji êkûdin direvin û ji bona zarokan ne guncaw in, ne jî balkêş in. Huner û muzîk, bername û xelekên ku tên pêşkêşkirin, tevlî qelsîya xwe, wekî xwe dimînin û li şûna wan tiştine bilindtir û baştir nayên pêşkêşkirin. Ya ji hemûyan girîngtir, zimanê weşanê ye. Li her parçeyekî welêt, devok û zaraveyeke cihê tê bikaranîn. Dema ku ev kenal xwe disipêrin devok û zaraveyeke taybet û hewil nadin ku zimanekî standard bi kar bînin, êdî nikarin bibin kenaline kurdistanî, lê dikarin wekî kenaline xwecihî bala zarokan -heta astekê- bikişînin. Bi vê yekê, zarok dê li kenaleke pêşketîtir û xweştir -ku xudana naverokeke dewlemend û hunereke bilind be- bigere, da ku nîgaş û xeyala xwe pê têr bike û tîna xwe bişikîne. Lê xala herî birîsk û metirsîdar di şopandin û temaşekirina van kenalên nekurdî de ji hêla zarokan ve: jixwebidûrketin, xwewindakirin, xwebişafitn e. Ji ber ku her dezgeheke ragihandinê xudana gotar û polîtîkeke xweser e, helbet ew ê li gorî helûmercên civaka xwe û rewşa sîyasî ya welatê xwe weşana xwe bike. Jixwe li Rojhilata Navîn, gotara dijminane her û her berz e. Rêz û hurmet ji bo hemî gel û neteweyan, lê ji ber ku herî zêde zarokên kurdan -ên ku xewn û daxwazên xwe di kenalên kurdî de peyda nakin- kenalên erebî dişopînin, dixwazim tenê di mînakeke berbiçav û naskirî de, vê bipirsim: Zarokekî Qamişloyî, dê ji ber çi bi hişemendîya “Israîl dijmin e” û “Qudis hatiye dagirkirin” xwedî bibe?
Zarok siberoj in. Siberoja ku di qonaxa avabûna xwe de ji nirxên civak û neteweya xwe bihête şûştin û bi polîtîka gel û neteweyên din xwedî bibe, bê guman ew ê di civaka xwe de nebe hêmaneke avaker û navgîneke geşkirinê; lê berovajî wê…
Ji bo ku ev zarok nirxên xwe, dîroka xwe, zimanê xwe, civaka xwe, sinc û rewiştên xwe û xwe binasin, ya rast ew e ku mirov karibe keysa xwe li derfetê bîne û bi awayekî akademîk û pisporane, ekrana televizyonê wekî xwedîkerekê bi kar bîne.
Mîrat heye, lê mîratxwer tuneye!
Folkor û zargotina kurdî ya zarokan bi sirûd, lîstok, çîrok û çîrvanok, zûbêj û zûgotinokên xwe ve… yek ji dewlemendtirîn folkorên cîhanê ye. Bi saya xebata nivîskar û lêkoleran, beşeke mezin ji vê folklora zarokan hatiye berhevkirin û di pirtûkan de çap bûye. Ev folklora ku hatiye berhevkirin, ji bo neteweyê kurd mîrat e û gencîneyeke zêrîn e, dezgehên ragihandinê bi xwe jî dikarin ji vê mîrateyê vexwin û berhemine pirr hêja jê biweşînin.
Nebûn ji hebûna şaş baştir e!
Nebûna dezgehine ragihandinê yên pispor ku karibin tevgera hînkirin û perwerdekirina zarokan geş bikin, her çi qas tiştekî neyînî û valahîyeke mezin e jî, lê ji alîyekî ve rewşa aloz a heyî û hin pirsgirêkên aborî, heta astekê ji vê projeyê re dibin kelem.
Lêpirsîn, lêkolîn û rapirsînên rojnamegerî ku ji bo armancine baş û erênî hatine kirin ne tê de, lê bi pirranî, bi behaneya amadekirina nivîsar an jî raporeke civakî û mirovî, di ragihandina kurdî de tenê dîmenên zarokekî parsek, zarokekî ku ji wî pê ve nandar di malê de tuneye ji lew re bi karên giran debara malbatê dike, zarokekî kêmendam û seqet, zarokekî ku di xwepêşandanekê de diruşemeke ji xwe mezintir hildaye, zarokekî şikestî ku rastî tundîyê hatiye û zarokekî ku hêj temenê wî biçûk e û tevlî hêzeke leşkerî bûye, tên pêşandan. Gelo girnijîn, bedewî, bêgunehî, perwerde, lîstok, xemrevîn, zîrekî, behremendî û zanebûna zarokan kanîn?!