
Hevpeyvîner: Xoşman Qado
Ekrem Heydo sala 1973an li bajarê Serê Kanîyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye. Bo xwendina zanîngehê berê xwe dide bajarê Laziqîyê û du salan beşa tenduristîyê dixwîne.
Di sala 1995an de tevî malbata xwe koçî Almayayê dibin.
Heydo li Almayayê, ji bo wergirtina perwerdeya sînemayê li Zanîngehê Hannoverê dest bi xwandinê dike û di akademîya Hanoverê de di warê hunera sînemayê de xwe li pêş dixe û dest bi derhênerîtîyê dike. Her wisa perwerdetîya xwe li Zanîngeha Dortmundê berdewam dike û dîplomayê distîne.
-Yekem fîlmê Ekrem Heydo “Helebçe” ye, beşdarî gellek mihrîcanan bûye û gellek xelat wergirtiye. Di Mihrîcana Kendava Xelatan de xelatên Filmê Herîbaş û Derhênerîtîya Herîbaş wergirtiye, her wiha di Mihrîcana Yılmaz Güney de Xelata Belgefîlmê Herîbaş wergirtiye. Li Mihrîcana Dubai ya Navneteweyî jî Xelata Taybet a Jûrîyê wergirtiye.
-Heydo di warê sînemayê de perwerde jî daye. Li Amedê di navbera salên 2010-2014an de di Akademîya Cegerxwîn û Aramê Tîgran de mamostatîya sînema û derhênerîtîyê kiriye.
Di sala 2014an de li Serê Kanîyê dest bi kişandina filmê “Bihuşta Min” kir. Û film di Mihrîcana Duhokê de xelata Aştîyê wergirt.
-Gellek kurtefilmên wî jî hene.
1-Eger em piçekî vegerin sala 1995an, dema ku tu, tev malbatê, we berê xwe da Almanyayê. Te çi li Serê Kanîyê hişt û te çi bi xwe re bir?
Malbat di sala 1991an de çûn almanyayê, ez jî di sala 1995an de gihaştim wan. Di çentê min de derdora 200 wêneye yên ku min kişandibûn, 15 kasêtên mûzîkê, û 20 pirtûk hebûn, ev hemû girêdayî jîyana herêmê bûn … çente tijî bîranîn û hêvî bûn … min rihê xwe li wir hişt.
2-Jîyana welatê nû çawa cihê xwe di kesayetîya te girt, bi taybetî piştî ku te dest bi xwendina sînemayê kir?
Jîyana welatê nû jîyanek aloz e, jîyanek li ser bingeha kar hatiya ava kirin, jîyaneke têkilîyên mirovan bêhtir bi qanûnê ve hatiye girêdan. Her wiha mirov him ji qanûnê re him jî ji mirovên hember xwe re jî rêzê digire. jîyaneke mirov fêrî sebirê dike û kedek mezin dide ta daxwazên mirov bi encam bibe; ev hemû xal alîkar bûn dema ku min xwendina sînemayê dikir, ji ber wê ji min re girîng e ku karekî bikim, û ev kar cihê xwe bigire û afirandinek nû bide, çiqas dem jê re pêwîst be ne xem e.
3- Çanda dîtbarî, yan jî çanda dîmenê çawa dikare mirov biguhêre, mebesta min ew e, çawa dîmen dikare bibe raman û cihê xwe di kesayetîya mirov de bigre?
Şaristanîya cîhanê ya ku niha ava bûye, hêmana herî girîng tê de wêne û dîmen e. Li gorî vê yekê jî danûstendinê bi hiş û ramanên mirovan re dike, û bandor dike ku bi kîjan alî ve biçe. Nimûneyek pirr balkêş ku dîmenên çend salên dawî yê ku ji Rojava derketin û li cîhanê belav bûn bandoreke erênî li hiş û ramanên mirovan li derve kir, ku berî wê nehat kirin, ji ber ku dîmenek şerê Vîetnamê bi dawî kir, çi ku ew şer xwedî bandork mezin bû li ser miletê Amerîkayê.
4-Wekî kesek him akademîsyen û him jî mamostayê sînema û derhênertîyê, tu çawa rewşa çêkirina filman (belgefilm û sînema) li cem Kurdan dinirxînî, nexasim li Rojavayê Kurdistanê?
Ji destpêka sedsala 21an ve heta niha filmên kurdî û derhênerên Kurd gavek mezin avêtine, û bûne xwedî nasnameyekê ya ku çanda Kurdan li cîhanê û Kurdistanê dinimînin. Lê dîsa jî heta niha rewşa çêkirina filmên kurdî zehmete, ji ber ku hîn sitrktûrê çêkirina filman li Kurdistanê bi bingeh nebûne. Bo çêkirina filman û sînemaya Kurdî, avakirina bingehek professional, serbixwe ku armanca wê ya sereke avakirina çanda sînemayê be û xizmeta huner û çanda kurdî bike pêwîst e. Di vê bingehê de him çêkirina filman, him nîşandana filman û him jî têkilîyên bi derve re wek festîval û produksiyon, girêdana van tiştan bi hev re girîng e bo sînemaya Kurdî. Di warê çêkirina filman de hinek derfetên baş li Kurdistanê çêbûne, wek li başûr û rojavaê Kurdistanê ev xala yekê ye. xala duyemîn, zehmetîya nîşandana filimên Kurdî heye, ji ber ku salonên sînemayê yên taybet tune ne û sazîyên belavkirina filman yê serbixwe peyda nabin. Xala sêyemîn, festîvalên ku li Kurdistanê ava bûne rolek girîng di vî warî de dilîzin û dikarin di siberojê de girîngtir bibe, him bi têkilîyên xwe yên bi hunermendên cîhanê re xurtir bikin û him jî bi festîvalên navneteweyî re, û divê rê ji produksiyonerên filman re li herêmê vebin. Ji bo filimên Kurdî pilatformek internetê girîng e da ku derfetê bide Kurdên li cîhanê ku filmên xwe temaşe bikin.
Ezmûna min li Rojavayê Kurdistanê pirr erênî bû, him ji bo çêkirina film û him jî ji bo nîşandan filmên min, û hêvîyeke mezin bo avakirina sînemaya Kurdî li cem min cêkir.
5-Îroj roj li Rojavayê Kurdistanê tevgerek a çêkirina filman dest pê kiriye, jixwe te jî beşek baş ji dîmenên filmê xwe “Buhişta Min” li Rojava kişiand, û filmê te beşdarî Yekemîn Mihrîcana Film A Rojava bû. Ev Mihrîcan bo te çi bû, û tu çawa tevgera çêkirina filman li Rojavayê Kurdistanê dinirxînî?
Li Rojavayê Kurdistanê, di vê demê de, dîrok tê nivîsandin, çêkirina filman li Rojava di nivîsa vê dîrokê de beşdar e û tevlî wê bûye, her wisa cihekî girîng digre. Ev çend sal in li Rojava film tên çêkirin, sazîyên taybet ên çêkirina filman hatine avakirin. Û cara yekemin di dîrokê de di 2016an de Yekemîn Mihrîcana Film A Rojava çêbûye. Ev Mihrîcan gevek û hêvîyek e mezin e bo avakirina sînema Kurdî li Rojavayê Kurdistanê.
Ji bo min xewnek bû ku ez filmekî li ser Rojava û li Rojava çebikim. Min ev tişt pêk anî û filmê “Buhişta Min” di 2013an de dest pê kir, lê ev xewn temam nedibû eger film li Rojava nehata nîşan dan. Dema film qediya di 2016an de me li heft bajaran, seranserî Rojavayê Kurdistanê, film nîşan dan, bi tevlîbûnek mezin ji aliyê milet ve. Û “Buhişta Min” beşdarî Yekemîn Mihrîcana Film A Rojava bû, bi keda dost, heval û sazîyên me ev gav pêk hat. Ji dil spas bo her mirovek li Rojavayê Kurdistanê.
6-Çima Helebçe û Buhişta Min, çi girêdan di nav her du filmên te de hene, gelo widnabûn û azadî û aştî nameya projeya te ye di jîyanê de?
Hezkirin, nameya min di jîyanê de ye, him jî nameya projeyên min in, ev tişta Helepçe, Zarokên Winda û Buhişta Min bi hev ve girêdidin. Di her du filman de mirovên sereke hezkirina xwe ji jîyanê re û ji hev re bi axafitinên xwe, bi tevgerên xwe û bi hêvîyên xwe, nîşan didin. Di nerîna min de tenê pirsgirêkek me heye, heger em wê çareser bikin em ê biser bikevin; ew jî, em ji hev û din hez bikin.
7-Dîyar e tenê tu di formata belgefîlman de kar dikî, çima ev format, ne sînema?
Sînema him filmên kin û dirêj yê fîkşinê ne, him jî belgefilmên sînemayê ne. Heta niha min formata belgefilmên sînemayê çêkirine, ji ber ku hezkirinek min a taybet ji vê formatê re heye, pirr nêzîkî civakê ye û civakê wek xwe reflekt dike, bi derfetên kêm û tîmeke ji çend kesan film pêk tê. Him jî dixwazim ev format li her herêmekê, her bajarekî û her gundekî belav bibe. Bo min sînema ew e ku mirov bikaribe dîmenê saz bike û çîrokekê li ser perdeya spî nîşan bide, û bandorê li ser hest û ramanên bîneran bike, çi belgefilm çi fîkşin bin.
8-Rola çanda dîmenê di civakê de çi ye, gelo sînema dikare çi rolê di pêşxitina civakê de bilîze?
Îroj roj, di cîhanê de, bandora herî xurt li ser civakê ya dîmenê ye. Dibe ku bi awayekî erênî yan jî neyênî bandorê bike. Di vê barê de sînema dikare bi xurtî bi alîyê erênî ve civakê bi ronî bike, sînema dikare çelengbûn û xweşikbûna di tiştan de û di jiyanê de nîşanî civakê bike, û wê agahdar jî bike: Him ji alîyê estetîkê, çav, û him jî ji alîyê guhdarîkirinê ve. Sînema gotûbêjekê di pêşketina civakê de çêdike, bandorê li fikir û ramanên civakê dike.