
Li ser dirêjahîya dîrokê, jinê ti roleke xirab di civakê de nelîstîye, bi qasî  ku tim hevkarî û alîkarîya çareserîyên aştîyane bû, berovajî mêran ên ku bêhtir bi darê zorê û şer û pevçûnan li çareserîyan digerîyan.
Çimkî jin di aferînerîya xwe de hatîye xwedêdan bi şêweyekî ku rola wê di aştîyê de hebe, û alîkara hilçinîna bêhntengîya mêran be, ji lew re mirov matmayî namîne çaxa ku mirov dibîne jin tim aştîxwaz be, berovajî mêran.
Ezmûna jinê ya herî balkêş, hevkarî û hevparîya bi mêrekî re ye, jin wê hevparîyê bi hezkirin û bawerî û hevqebûlkirinê diparêzê, ev dibe nîşana ku jin hezkirîya danûstandinê ye bêhtir ji mêran, çimkî hişmendîya jinê li ser peyva xweş, bedewî, danûstandin û çareserîyên aştîyane hatîye perwerdekirin.
Pêkanîna vê hişmendîyê, pêwîstîya wê bi jîyanke aram û êwirane û geş heye. Ezmûna hevparîya jîyanê yan jîyana hevpar di navbera  jin û mêr de, ew bi xwe bingeha peydakirina rûbereke aram û aştîyane ye ji bo du malbat an du binemal an du netewe û carinan jî du ol tê de dicivin. Çimkî jin ji bin konê malbata xwe ber bi koneke nû ve diçe û dibe pirek di navbera her du malbatan de û têkilîyên nû diafirîne.
Sererastkirina her civakekê, girêdayî sererastkirina malbatekê  yan binemalkê ye, li vir rola jinê pirr bibandor e, çimkî ew hevpara sereke ye di perwerdekirin û çandina hezkirinê di hişê nifşekî nû de, ku wê ev nifiş di demkê de pêşengtîya civakê bike, heger jinê nerxên aştîyane û hezkirinê di mejîyê vî nifşî de neçandibe, helbet aştî û aramî û têgihiştina wê civakê dê di metirsîya têkçûyînê de be.
Çunkû rola jinê di aştîya her civakekê de pirr bêlîye, û jin nola kanîya geşepêdana civakê tê naskirin, ji ber,  ji bilî dezgeha ku jin birêveberîya wê dike, ya binavê (malbat) ti dezgeh nikarin, hewqas nirxên mirovane, hezkirin, afrandin û sererastkirna ji bo avakirinê di hişê zarokan de biçînin.
Tê zanîn û belav bûye ku jin nîvê civakê ye, ji ber wisa çi tevgereke civakî bisernakeve heger ku rola jinê tê de tune be, her wisa di belavkirina çanda jîyana bevpar û biratîya pêkhateyan di çarçoveya hezkirin û hevqebûlkirinê de, tim rola jinê dibe roleke serke, bi taybet di civaka Sûrîyayê de, çimkî di her bajarekî û her deverkî Sûrîyeyî de, zêdetir ji pêkhateyekê, çi ji hêla neteweyî ve be û çi ji hêla ol û bawerîyan ve be, bi hev re dijîn.
Jina Sûrîyeyî, ji çaxa ku Sûrîye hatîye avakirin ve ta aniha rola wê di civakê de bêlîye, û bi taybet ji hêla pêşketina wê di çarçoveya kar de, renge jina Sûrîyeyî di hemî dezgehên birêveberîyê de roleke bêlî lîstîye, û bi taybet di dezgehên perwerde û fêrkirinê de, çimkî para jinê di vî warî de zêdetir ji duparên mêran e, çi li gor sîstema berê ya vî welatî û çi li gor sîstema aniha ya her deverkê.
Di devera ku Rêveberîya Xweser a Demoqratîk bi rê ve dibe rola jinê, hîn bêhîtir û bibandortir bûye, êdî pirojeyên aborî yên taybet bo jinê, ji hêla destpêşxerîyên kesane ve, hatine avakirin, zêdetir ji van destpêşxerîyan, rola jinê di rêvebirin û perwerdeyê de zêdetir û bêlîtir xuya û eÅŸker e.       Â
Jina Kurd, li gor civakên neteweyên derdora wê dijîn, xwedî ezmûneke cuda ye, ev yek di hişmendî û perwerdehîya wê de hatîye çandin, çunko rola jina Kurd di civaka wê de û li gor mercên jîyanê pirr xurt bû, çi ji hêla parastina aramîya civakê ve û çi ji hêla rola wê di birêvebirina pêwîstîyên malbatê ve, her wisa pirê caran jina Kurd roleke wê ya baş di pêşxistina hişmendîya civaka kurdî de, bi giştî, hebû, çimkî pirranîya civaka kurdî civakeke gundewar bû heta berî bi dehê salan, evê yekê hişt ku rola jina Kurd bi hêztir be, ji ber jîyana gundewarî pêwîstîya wê bi hevparîyeke zêdetir ji jîyana bajarvanî heye.
Heger mirov li kultûr û wêjeya bidevikî ya kurdî guhdarî bike, mirov roleke xurt a jinê di aştîya civakê de dibîne, çi ji hêla ku jin tim di heyranok û payîzûkên kurdî de jin lehenga hezkirin û aştîyê ye ve, û çi ji hêla ku jinê tim agirê neyartîyê vemirandine ve.
Di çîroka Hesamê Axê û Lalîxanê de, bêlîye çawa lalîxan dibe sedma sereke ya lihevhatina di navbera du êlan de, piştî neyartî di nvbera du êlan de derdikeve, û çend sal bi ser neyartîyê re derbas dibin, di rûniştina lihevhatinê de, pêwîst e mirovatî di navbera her du êlan de çêbibe, çimkî di çanda gundewarî de bêyî mirovatî neyarî bidawî nabe, mirovatî li vir ango divê her du êlan jin û zarok ji hev hebin, tev li ku Lalîxan ji Hesamê Axê hez dike lê qîma xwe bi mamê wî tîne ji bo ku ew neyratî bidawî bib. Ji bilî vê çîrokê bi dehan çîrok û serpêhatîyên kurdî hene ku çaxa şer û pevçûn di navbera du êlan de derdiket û jinek derbasî meydana şer dibû û kitanê xwe (şerpe) ji serê xwe tanî xwar şer betal dibû, ev dide xuyakirin ku him rola jinê di aştî û aramîyê de xurt bû û him jî civakê rêzgirtina jinê digirt.
Jin xwedî roleke baş e di civaka Kurdî de, û bi dehan malbat li ser navê jinan tên naskirin û ev yek teqez dike ku di civaka Kurdî de jin hevpara hemî hûrgulîyên jîyanê ye.
Parastina nirx û rola jinê di civakê de, ne tenê erkê mêran e bi qasî ku divê jin qîma xwe neyîne bibe alav an têkilî pê re weke bêndera spîkirina rûwê desthilatan bibe.
  Â