LI DEVERKE DERVEYÎ BAJÊR TA BI ASÎMANÊ WÊ CUDA YE

Kulîlkên di nav dû de bê reng û bêhn 

Li devereke derveyî bajêr ta bi asîmanê wê cuda ye, meydaneke fireh tevahîya celebên otombîlan lê rawestîyane, qetên hesinan li her deverî belav bûne, ji nav van hesin û otombîlan laşekî biçûk derdikeve û ber bi otombîleke xerabe ve diçe da ku pişta xwe bide hesinê wê û bêhnvedanekê bistîne .

Dîmenên weha li devera pêşesazîyê li bajarê Dêrikê pirr in ku, zarokên biçûk karên ji temenê xwe mezintir dikin û roj bi roj di nav dû û dengê motoran de sibeeroja wan winda dibe, dema ku pêwîst e pênûs û pirtûk di nav destên wan de bin ew tilîyên nazik radihêjin hesinên giran.

Siberojeke winda                                                                                                                         

Ibrahîmê deh salî ji pişt otombîlekê derdikeve, tîrên rokê didin dêmên wî yên bi rengê reş xemilîne, heşînbûna çavên wî bi asîman re dibe yek reng, bi hevalê xwe re diaxive û bişkurîneke biçûk li ser lêvên wî dineqişe. Ibrahîm di xwendina xwe de gihişte pola pêncemîn û pişta xwe da dibistanê da ku berê xwe bide vî karê giran û di siberojeke bi mij de bimeşe, dibêje: “Ne dizanim bixwînim û ne jî binivîsînim û ji dibistanê hez nakim”, bi van gotinan Ibrahîm bi hêzeke ji karîna xwe mezintir alaveke hesin ya giran dizivirîne bo hesinekî din du   qet bike, dibe ku wateya van gotinan di vê demê de nas neke lê her wê rojek bê ku êdî cihê poşmanîyê tune be.

Dibe Ibrahîm çend polên dibistanê derbas kirine, lê Mustefayê pazdeh salî bo rojeke yekane  berê xwe nedaye dibistanê û ne jî hewila daye ku gotinekê binivîsîne, Mustefa lawikekî ji Kobanî ye ji çend salan ve bi malbata xwe re li bajarê Dêrikê bi cî bûye, li devera pêşesazîyê kar dike bo ku pêdivîyên malbata xwe pêk bîne piştî ku bavê wî bo êşa pişta xwe êdî nema dikare kar bike, her wiha dayîka wî jî nexweş e, û ew jî birayê mezin e ji du xwîşkên biçûk re ku li dibistanê dixwînin. Bi dengekî kelogirî Mustefa hezkirina xwe ji dibistanê re vedişêre û dibêje: ” Ez yek carê jî neçûme dibistanê, min dixwest ez fêrî xwendin û nivîsandinê bibim lê rewşa mala me ez neçar kirim ku vî karî bikim bo ku pereyan ji malbata xwe re peyda bikim, bitaybet, her du xwîşkên min niha li dibistanê ne û dixwazim alîkarîya wan bikim, ez ê du sê salên din mezin bibim û dê vî karî bi tena xwe bikim”.

Di milê hevalê xwe de Ehmedê 12 salî li kargeheke li nava bajêr otombîlekê dişo, Ehmed dibêje: “Tev li ku ez di xwendina xwe de jêhatî bûm û tev li ku bavê min ji min xwest ez xwendina xwe di pola şeşemîn de berdewam bikim lê min biriyar da ku ez ji dev dibistana xwe berdim û alîkarîya bavê xwe bikim, ji ber ku rewşa me ya aborî xerab e”.

Sedema sereke ji belavbûna dîyaredeya karên zarokan wekû dîyar dibe, aborîya xerab e, ji ber perîşanîyê malbat neçar dibin zarokên xwe ber bi karên cuda ve bişînin û dibe asta çanda malbatê ew be ku kar ji zarokan re dê siberojekê bo wan ava bike, di demekê de ku li gor dîtina wan xwendin bi xwe ber bi nenasîyê ve diçe.

Bandorên neyînî yên di vê demê de dîyar nabin:                                                                              

Tevahîya bandorên dîyardeya karê zarokan neyînî ne, û ti bandorên erênî tune ne, ev bandorên ji alîyê derûnî û civakî ve, û li ser laşê zarokan jî di demeke nêzîk de dîyar nabin, lê ev bandor piştî çend salan dê xuya bikin.

Wiha pisporê perwerdeyê Xelîl Hacî dide xuyakirin û dibêje: ” Ji alîyê derûnî ve bandoreke pirr mezin li ser zarokan dibe, dema ku kar dike û hevalên xwe dibîne çawa li dibistanên xwe dixwînin, êdî hin bi hin xwe ji zarokên li dora xwe kêmtir dibîne, nemaze, yên ku neçar dibin bo rewşên taybet di temenekî biçûk de kar bikin“.

Hacî berdewam dike û dibêje eger zîyanek bighêje zarokan, di temeneke biçûk de, bigihêje dê di sibeerojê de mirovekî kêm be û bi derûnîyeke nexweş be, û eger hejmara zarokên wiha gellek bin dê bandoreke rasterast li ser bingeha civakê bibe.

Ji alîyê laşê zarokan ve jî karên giran, nexasim yên li deverên pêşesazîyê di nav dû û bermayên çaksazkirina otombîlan de, Hacî dibîne ku zarok dê bi gellek nexweşîyan re mezin bibe û dê bi tendirustîyeke ne baş jîyana xwe derbas bike, ji lew re pêwîst e tevahîya alîyên berpirs bi hev re alîkar bin da ku ev dîyarde bi tememî ji civakê bi dawî bibe.

Hewildanên çareserîyê                                                                                                                     

Bi armanca rawestandina vê dîyardeyê, hejmarek qanûn ji alîyê Birêvebirîya Xweser a Demoqrat ve hatine destnîşankirin:

-Xala 29an ji peymana civakî mafê zarokan diparêze, karê zarokan û çewsandin û hevjîntîya wan di temenkî biçûk de qedexe dike.

-Her wiha li gor xala 119an, kesên ku zarokên temenê wan kêmî 18 salî ye, di karên giran de bikar bîne dê ji sê salan ta deh salan bi girtina di zindanê de were sezekirin.

-Û di xala 120an de temenê zarokan bo kar hatiye destnîşan kirin, ku zarokên kêmî 18 salî ji karên giran qedexe kiri ne, lê dibe ku zarokên di temenê 15 salî de karên sivik bikin ku ti bandorê li derûnî û tendirustîya wan nekin, û kesên zarokên kêmî vî temenî bikar bînin dê ji sê mehan ta sê salan di zindanan de werin sezekirin.

Bi hev re li dijî karkerîya zarokan

jêr vî navî (Komîteya Kedkeran a Cezîrê, Desteya Karkeran, Desteya Karûbarên Civakî, Desteya Jinê, Desteya Perwerdeyê, Desteya Tendirustîyê, Desteya Ciwanan, Bûroya Karûbarên Rêxistinan û Bûroya Mafê Mirovan) kampanyayek lidar xistin.

Ev kampanya bo jinavbirina dîyardeya karê zarokan li tevahîya bajarên Herêma Cezîrê hat lidarxistin.

Hevseroka komîteya kedkeran a herêma Cezîrê Evîn Başo dîyar kir ku, di destpêkê de wan serjimarek ji zarokên di kar de pêk anîn û encama serjimarê ev e:

-Li bajarê Qamişloyê 65 zarok di temenê di navbera 8-16 salî de kar dikin, û heftane kêmî 7000 lîreyên Sûrî distînin.

-Li bajarokê Girkê Legê 101 zarok di temenê di navbera 8-15 salî de kar dikin û heftane 21000 lîreyên Sûrî distînin.

-Li bajarê Tirbesipîyê 65 zarok bi temenê di navbera 6-16 salî de kar dikin û heftane ji 500 ta 7000 lîreyên Sûrî distînin.

-Li bajarê Derbêsîyê 34 zarok bi temenê 7-16 salî kar dikin û heftane kêmî 4000 lîreyeên Sûrî distînin.

-Li bajarê Dêrikê 60 zarok di temenê 9-16 salî de kar dikin û heftane ji 1000 ta 8000 lîreyeên Sûrî distînin.

-Li bajarokê Til Koçerê 22 zarok kar dikin û heftane ji 500 ta 1000 lîreyeên Sûrî distînin.

-Li Amûdê 31 zarok kar dikin û heftane ji 500 ta 7000 lîreyeên Sûrî distînin.

-Û hejmara herî mezin ji zarokên ku kar dikin li bajarê Hisîçayê ye ku 142 zarok kar dikin û hefteya wan ji 10 hezar ta 80 hezar lîreyên Sûrî ne.

Hejmara giştî ya zarokên ku li Herêma Cezîrê kar dikin 456 zarok in, temenê wan ji 6 ta 16 salî ye.

Hevseroka komîteyê dîyar kir ku di çarçoveya kampanyayê de çend rêyên çareserkirinê hatine destnîşankirin û di meha bê de dê gava duyem bi dawî bibe, û ji encamên kampanyayê ku ta niha 71 zarok ji kar qut bûne û hêj kar berdewam e ta ku ev dîyarde bi dawî bibe.

Çi devera ku çeng lê diqewime zarok kesên herî ku mafên wan di tevahîya alîyên jîyanê de winda dibin, hin ji wan hêj kulîlk in û jîyana xwe ji dest didin, hin ji wan ji cîhana lîstikan derdikevin bo ku derbasî jîyana berpirsarîyê bibin, û dibe ta niha nehatiye naskirin ku ev zarok di rojekê de dê bibin bingeha civakan, û civaka bê bingeh dê wêran bibe.