
Qurbanîyên Teqîna Mayînan
“Bavê min û heft serî pezê xwe, bûn qurbanîya mayînekê”
Bi van gotinan kurê Îsa Brahîm ji Gundê Alîyê yê li ser rêya di navbera Herêma Cezîrê û Bajarê Reqqayê de, bûyera ku bavê wî yê 80 salî û heft serî pezê xwe di encama teqîna mayînekê de bûn qurbanî, rave dike.
Ev yek ji bûyerên ku bi hezaran kes li Bakurê Sûrîyeyê di encama teqîna mayînan de rastî wê hatine.
Mayînên dij-kesan dibin sedema kuştin û birîndarîya leşker û sivîlan, nexasim piştî ku şer li deverekê bi dawî dibe, bipiranî sivîl rastî bermayîyên mayînan tên û dibin qurbanî, ji ber ku kesên sivîl neçar in piştî rawistandina şer û pevçûnan pêdivîyên xwe yên jîyanî dabîn bikin, ji ber vê yekê jî dest bi karên xwe li bajaran, di nava zevîyan de û li ber ajalan, dikin, ji lew re jî rastî mayînan tên.
Di encama bûyerên teqînan de ling, dest an beden jî bigiştî dibin qurbanî. Di encama şerê ku bêhtirî pênc salan li Bakurê Sûrîyeyê qewimî bi hezaran leşker û sivîl di encama bûyerên van teqînan de dest yan lingên xwe yan jîyana xwe winda kirine, bêhtirî wan jî sivîl in.
Ji Gund û Bajaran Dibin Qurbanî
Çekdarên DAIŞê mayînan bêhtir di nava zevîyan de, li ser rêyan û di xanîyan de çandin, ji lew re jî bêhtirî kesên ku rastî van mayînan hatin şênîyên gundên Bakurê Sûrîyeyê ne, li deverên ku DAIŞê lê bi cih dibû; şênîyên gundên wan deveran jî bûn qurbanîya mayînên wan.
Li Başûrê Bajarokê Til Temirê, li gundên ku çekdarên DAIŞê wekî navend ji xwe re girtibûn, piştî rizgarkirina wan gundan, bi dehan sivîl bûn qurbanîya bermayîyên mayînên DAIŞê.
Li Gundê Migrenê yê başûrrojavayê bajarokê Til Temirê, heft welatî bûn qurbanîya mayînan.
Ciwnê 23 salî, Mehmûd Xidir, piştî ku çekdarên DAIŞê ji gundê wan Migrenê hatin derxistin û ew jî tev li gundîyan vegerîyan mala xwe, wî dixwest zevîyên xwe biçîne, li nêzî cihê ku berê navenda DAIŞê bû rastî mayînekê tê û di encamê de bi giranî birîndar dibe.
Mehmûd Xidir li ser bûyera xwe dibêje:
“Piştî gundê me rizgar bû min û kuramê xwe tiştek nola bateryayan dît, em tê de xebitîn û bi me de teqîya, ez û kuramê xwe birîndar bûn.
Hetanî şeş mehan jî ez dihatim dermankirin, ji gundê me şeş kes di encama mayînan de jîyana xwe ji dest dane”.
Di encama teqîna teqemenîyan de ne tenê mirov dibin qurbanî, ajal jî li deverên ku şer lê rawestîyaye bûne qurbanî, ji ber ku berîya ew deverana ji teqemenîyan bêne paqijkirin tevger tê de çêdibe.
Li Gundê Alîyê yê li ser rêya di navbera Herêma Cezîrê û Bajarê Reqqayê de, pîremêrê 80 salî yê bi navê Îsa Brahîm û heft serî pezên wî di encama teqemenîyekê de bûn qurbanî. Lawê Îsa Brahîm bûyera bavê xwe bi kîn û keder tîne ziman:
“Piştî ku çekdarên DAIŞê ji herêma me revîyan, em vegerîyan warê xwe, pezê bavê min li newala gundê me rastî mayîneke DAIŞê hat, û di encamê de bavê min birîndar bû û heft serî pez me bûn qurbanî, piştî şeş rojan ji bûyerê bavê min jî jîyana xwe ji dest da”.
Ji Herêma Dêrikê jî ciwanê bi navê Luqman.H di encama teqîna mayînekê de lingê wî yê rastê hat jêkirin, vê bûyerê bandor li derûnîya wî kirîye. Luqman li ser lingê xwe yê rastê diponije û dibêje: “Di encama teqîna mayînekê de lingê min yê rastê hat jêkirin, ji bo min bûyerek pirr zehmet bû, ji ber parçeyek ji laşê min jêbû û derûnîya min xirab bû”.
Li Bajarê Reqqayê, li taxa Derîyê piştî ku tax ji DAIŞê hate rêzgarkirin, di 3/11/2017 an de du ciwan bi navên Ebdilkerîm Berekat û Ebdilsetar Almûh bi mebesta serdana xanîyên xwe bikin, rastî teqîna mayînekê hatin û jîyana xwe ji dest dan.
Bavê Ebdilkirîm şînî li Kampa Ên Îsayê danîbû û li ser bûyerê wiha got “Ez ji xelkên Bajarê Reqqayê re dibêjim bila zû venegerin xênîyên xwe qena wek kurê min li wan neyê”.
Qurbanîyên teqemenîyan yên birîndar zehmetîyan di jîyana xwe de dikşînin, nexasim ji alîyê abûrî ve, ji ber ku nema dikarin kar bikin, her wiha kesên ciwan ji alîyê civak îve bê têkêlî dibin û rola wan a civakî kêm dibe, lewma derûnîya wan jî xirab dibe.
Hejmar û Dermankirina Birîndaran.
Yek ji kiryarên ku DAIŞê di şerê li Bakurê Sûrîyeyê de bikar dianî ew e çandina mayînan bû, ew jî di xanîyan de, li nava zevîyan, li ser rê û duryanan, û li gellek deverên bişop jî çandin, ji ber vê yekê jî qurbanîyên teqîna mayînan li vê herêmê pirranîya wan sivîl in û bigiştî pêwîstîya yên birîndar bi dermankirin û parçeyên laş ên çêkirî heye.
Birêvebirê navenda çêkirina parçeyên laş ên çêkirî ya li bajarê Qamişloyê Serbest Derya, rewşa navenda xwe û serjimara birîndarên ku li Bakurê Sûrîyeyê bûne qurbanîyên teqîna mayînan dibêje:
“Navenda me du beşên wê hene, beşek ling û destên çêkirî çêdike, û beşk jî alavên tevgera ling û destên pûç çêdike.
Ta niha nêzî 3000 kes di encama teqîna mayînan de dest û lingên wan jêbûne, bêhtirê wan sivîl in, ta niha me ji 1700 kesî re ling û destên çêkirî çêkirine, bêhtirî 1200 kes jî li bende me ne. Ji wan nêzî 2000 kes sivîl in û 1000 jî leşker in, di nav sivîlan de nêzî 1000 jin û 700 zarok hene. Bêhtirî sivîlên ku bûne qurbanîya teqemenîyan ji herêmên derdora Bajarên Reqqayê, Tepqayê û Minbicê ne”. her wisa Derya bal kişand ser vê yekê ku tenê yên têne navenda wan têne dermankirin.
Li beramberî hejmara hezaran kesên bê ling û dest tenê navendek a çêkirina parçeyên laş ên çêkirî li Bakurê Sûrîyeyê heye, ev navend li gorî birêvebirê wê naghêje ku her kesê pêdivîya wî bi ling û destên çêkirî heye, bike, lewma ew li ser mijara alîkarîyê dibêje “tev li ku me gellek caran banga alîkarîyê kirîye, lê ti rêxistin an dewletan alîkarî bi me re nekirine”.
Ev hejmara pirr ji qurbanîyên teqîna mayînan ên birîndar pirsekê giring derdixîne hole; gelo pêwîstîya hezaran qurbanîyên teqînan û malbatên wan bi çi alîkarîyê heye? Bersiva vê pirsê ji hemû dewlet, rêxistinên mirovahî û kesên têkildar bi vê mijarê ve tê xwestin.
Rakirina Mayînan û Hişyarkirina Welatîyan
Tev li ku karê ji bo rakirina bermayîyên teqemenîyên DAIŞê li bajar, gund û zevîyên Bakurê Sûrîyeyê bi awayekî pirr çalak tê birêvebirin, lê heta niha hin zevî li Bakurê Sûrîyeyê ji mayînan nehatine paqijkirin.
Ronî Tîran cîgirê serokê Rêxistina Roj a Rakirina Teqemenîyan RMCO, serjimarên karê rêxistinê wiha rêz dike “Rêxistina me ta dîroka 1/10/2017an, 12455 mayîn rakirine, di nava wan de celebên feşartî, yên dij-kesan, yên dij-tirimbêlan, yên hestiyar, yên hestiyarên tevgerê, xefkên teqemenîyê û hin celebên din jî hene”.
Li ser hejmara zevî, gund û bajarên ku DAIŞê mayîn tê de çandibûn, û hejmara deverên ku rêxistina RMCOyê paqijkiriye, Ronî Tîran wiha dibêje “50 bajar û gund ji alîyê DAIŞê ve bi mayînan hatibûn çandin, û 74 zevîyên teqemenîyan hebûn, me ta dîroka 1/10/2017an 67 zevî ji mayînan paqij kirine, tenê heft zevî li bakurê bajarê Reqqayê mane, di vî karî de du endamên me di encama teqîna mayînekê de jîyana xwe ji dest dan”.
Hejmarên qurbanîyan û zevîyên mayînan û celebên wan, rêxistinên mirovahî û dewletan beramberî erkekî mirovahî disekinînin, hin rêxistinên mirovahî bi destpêka vegera şênîyên bajarê Reqqayê re, di nava penaberên kampan de, dest bi hişyarkirinê kirin û agahîyên di barê vê mijarê de belav kirin. û di vê çarçoveyê de wêneyên metirsîya ji teqîna mayînan li kampan daliqandine, lê ev kar dimîne di çarçoveya karê devokî de, û alîkarîyê bi pêşkêşkirina pêdivîyên qurbanîyan re nake.
Paşgotin
Tev li ku qanûnên navdewletî bikaranîna mayînên dij-kesan qedexenekiriye, lê bêhtirî sê behrê dewletên dinyayê di sala 1997an de tevlî peymana qedexekirina mayînên dij-kesan bûn, lê hêzên serbixwe û ne desthilatdar tevlî vê peymanê nabin, tenê hin ji wan di nava hin peymanên cûda de cih girtine.
Di rewşa Bakurê Sûrîyeyê de alîyekê ji aliyên şer wek hêzek terorê ji alîyê cîhanê ve hat pênasekirin; ew jî rêxistina DAIŞê bû, lewma ev rêxistin qanûn û yasayên navdewletî nas nake, û bi hezaran mayîn li ser rêyan û li nava zevîyan û di xanîyan de çandin, ev kiriyarên şer ên ku DAIŞê pêk dianî bû sedema kuştin û birîndarkirina bi hezaran kesên sivîl; ên di encama teqîna mayînên ku DAIŞê çandibû de, bûn qurbanî.