
Di nîva çileya sala 2017an de, li hundirê kampa Erîşayê ya bakurê Sûrîyayê, di dawa penaberê, çilsalî, Mihemed de, yê ji bajarokê Meyadînê, hejmarek wêneyên merivên wî yên ku di salên cengê de hatibûn kuştin û windabibûn, hebûn.
Pênc zarokên Mihemed û du zarokên sêwî jî, yên ku wî ew xwedî dikirin, li ber talda tilmekî li dora wî rûniştibûn, wî jî hazirtîya şewitandina wêneyan dikir.
Mihemed dizanîbû ku di şerê welatê wî de, bi sed hezaran kesên bê guneh hatibûn kuştin, û bi sed hezaran jî birîndar bûne, her wisa bi mîlyonan kes nola wî ji malên xwe koçber û penamberî kampan bûbûn, û tola reva wan û kuştina merivên wan di dilê wan de mabû.
Wî baş dizanîbû ku bandora şer di dirûnîya wan û hemû penaberan de cî girtîye; kûr hatiye kolan. Kesên wek wan ku merivên wan hatibûn kuştin li ser wan mijûl dibûn.
Li kêleka wî bi hezaran malbat mîna wî di kampê de hebûn, bêguman di dilê her yekî ji wan kesan de tolek hebû û di bawerîya wan de heger ne bi tundîyê be ew tol nayê hilanîn, hema li bende derfetê mabûn.
Bi dehan wêneyên kuştî û windahîyên malbata xwe ji dawa xwe derxistin û ji zarokên xwe re wiha got:
“Ez ê van wêneyan bişewtînim. Ez nema dixwazim tu kes ji wan bê bîra min û we. Bila tola merivên me di dilên me de vemire; qena di siberojê de ji we re nebe bargiranî”.
Mihemed dest bi şewata wêneyan kiribû û her wêneyek dişewitand çîroka wî kesî jî bi kurtî ji zarokên xwe re digot, û sedema ku dixwaze ji bîr bikin jî ji zarokên xwe re dûbare dikir.
Mihemed ji zarokan re şîrove dikir ku her wêneyek çîrokek biêş e û ew çîrokana nema bikêrî wan tê, hema bi şewitandina van wêneyan dikare niha çeydanek çaya xweş bikelîne û xwe li ber agirê wan germ jî bike.
Şîrovekirina xwe diqedand, bi xwe dikenîya û zû dest bi şewitandinê kir û got:

“Ev wêneyên birayê min ê mezin e, navê wî Şerif bû, bavê neh zarokan bû, ji ber topebaranê ew û zarokên xwe di rêyek tijî teqemenî re revîyan, lê winda bûn!”.
Di malê de tevî Mihemed yazdeh bira bûn, lê her yazdeh bira hev windakiribûn û cîyên hev nasnedikirin; lewma wî wêneyên birayên xwe yek bi yek şewitand.
Wêneyê bi dûv yê birayên wî de, yê kurê xaltîka wî bû, top li xanîyê wan ketibû, termên malbatê bi temamî tunebibûn û ew neveşartî mabûn.
Wêneyê bi dûv de yê hevalê wî bû; ew jî bi malbata xwe re, ya ji diwazdeh kesan, hatibûn kuştin û ew jî bê gor mabûn.
Di gumana wî de ku wêneyên malbat û merivên wî barekî giran bû li ser milên wî, û dê di siberojê de bibe bargiranî li ser milên zarokên wî jî, lewma wî komek wêne dişewitand da ku bîranîna wan ji hiş û dilên xwe û zarokên xwe derîne û dawîyê li ramanên tolê jî bîne.
Di pêla koçberîyê de Mihemed nizanîbû ka siberoja wan çi ye, nizanîbû ka merivên wî yên ku li dawî mabûn çi hat sere wan.
Ew bawer bû ku hin meriv û dostên wî di kêlîkên revê de hatibûn kuştin û heft jî di rê de rastî mayînan hatibûn û jîyana xwe ji dest dabûn. Çarenûsa bêhtirî heyştê kesî ji meriv û dostên wî nediyarbû, wî navên wan û çîrokên wan digotin û wêneyên li gel xwe yek bi yek dişewitand.
Westîya, li agirê wêneyan temaşe dikir, nema dikarîbû ew çîrokên biêş bigota, hêza wî ya vejîyandinê nemabû.
Li wêneyên mayî dinihêrî, keserên kûr dikişand û bikomikî ew avêtin nava agir.
Kela girî ket qirika wî, li zarokên xwe zîvirî û ji wan re got:
“Ev wêneyana parçeyek ji bîranîna me bû; ya dema ku em li bajarê xwe û di nava merivên xwe de dijîn. Ev wêneyana nema tiştek ji xemgînîyê bêhtir ji me re dianî. Em ê ji niha ve we hînî siberojeke nû bikin”.
Gotina xwe bidawî dikir û li zarokan yek bi yek dinihêrî, zarok jî bêdeng mabûn û bi çavekî matmayî li agirê koma dawî ji wêneyan dinihêrîn.
Bav û zarok di bêdengîya xwe de man heta ku agir bidawî bû û vemirî.
Awirên xwe ji tirafa agir zîvirandin û ji wê deverê çûn, ti kesî ji jî wan li paş xwe nenihêrî; wekî ku mirîyên xwe yên bêgor mabûn û windahîyên xwe tevlî bîranînên wan li wir binax kirin.