
Rewşenbîrî binyata jorîn a miletan e, ku di nava xwe de ziman, rewişt, cil û berg, zanebûna salan û hemû awayên jîyan û mirinê vedihewîne, û ji nifşekî vediguhêze bo nifşekî din.
Jixwe, hebûna gellek miletan, hebûna gellek dîyardeyên rewşenbîrî ye; û wek çawa hezar cureyên gulan li mêrgekê hebin wê mêrgê geş û xweş dikin, wisa ev cihêwazîya miletan jî jîyana mirovahîyê dewlemend dike û tayên hezkirin û hevgînîyê di navbera kes û civakan de radide û sert dike.
Her du heyberên rewşenbîrî yên sereke îroroj ol û netew in, ku çi mirovê li seranserî cîhanê heye bi ol û netew e, jixwe, bêolîtî jî ol e (û her kes ji ol û netewa xwe xweş e û dilêşê serkeftina wan e).
Mirov xweperist e, û di nava xwe de xwe ji her kesî çêtir û zanatir dibîne, û netewa xwe ji her netewê û ola xwe ji her olê paktir û dirusttir dibîne. Û her ew dixwaze ku di hemû waran de bi ser keve û di çavên her kesên hawirdor de xurt û jîr û gewre be, lew re, ew bi kêmanîyekê, ji van her du şêwazên derûnî, bikar tîne.
-Xwe pif dide û li pêşberî çav û guhên xelkên bîyan xwe paye dike û pesnê xwe û xizm û bapêrîn xwe, çi rast çi derew, tîne ser ziman.
-Kes û civakên bîyan pîs û kêm dike û tu qencî û serfirazîya wan nabîne, û ku bibîne jî xwe jê kor dike.
Di encam de ev reftar çêlîka nezanîyê ye û roj bi roj “Gotara Kînê” peyda û belav dike, heta ku dighîne radeya dilmayîn û pevçûnê û ji pevêûnê dibe şerê navxweyî û cenga giran.
Di vê goşeya teng de, rola kesên rewşenbîr pirr girîng e, ji ber ku di dest de ye ew “Raya Giştî” ber bi kîn û dijminahîyê ve yan ber bi hezkirin û dostanîyê ve bibe.
Erkê rewşenbîrê rastîn di civakê de ew e ku dem bi dem û bêhedan “Nixên behayên mirovahîyê” yên nola Azadî, Dadperwerî, Wekhevî, Lêborîn û Hevjîyana aştîyane bîne bîrê û bide ber çavan, ku bikaribe xwe û yên dora xwe ji wan ramanên teng ên nijadperstîya tund û olperstîya kor biparêze, bê ku neçar be hezkirina ol an netewa xwe ji dilê xwe derxîne.
Erkê rewşenbîr e ku ziman, stran, wêje û hunera milet biparêze, û bi xelkên hawirdor bide nasîn, û şîrîn bike, her wiha erkê wî ye ku bibe çav û guhê miletê xwe û li rewişt, raman û afirandina miletên din binêre û guhdarî bike û jê hez bike, û wê bi hezkirin bide.
Îroroj, li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûrîyayê), Kurd, Ereb û Suryan sê miletên sereke ne, xwedî ol û zimanine taybet in. Ji mêj ve ev her sê milet niştecîyên vê deverê ne û ji mêj ve jî bav û bapîrên wan bi hev re jîyan bê ku kesayetîya xwe ya netewî winda bikin an biguherin.
Suryan xwedî ol û netewek başqe ne, lê Kurd û Ereb her du pêkhateyên pirjimar peyrewên yek olê ne û dîroka hezar û sêsde salî di navbera wan de hevbeş e. ev ol ku mirov bixwaze dikare doza qencî û biratîyê bike, û di nava ferman û rehberîyên wê de jî, ku mirov bixwaze mirov dikare xerabî û tundûtûjîyê jî derîne û pêk bîne.
Ji 2011an û bi vir de, miletê Ereb û Misilman berî her kesî êş û janeke mezin ji teroristên Islamperest kişand, û gihaşte wê encamê ku hevjîyan ji hevkuştinê çêtir e û ola her kesî pê rast û şîrîn e, û dunya li ser cihêwazîyê ava bûye.
Xebata rewşenbîran îroroj gerek e giranîyê bide belavkirina dîyardeyên rewşenbîrî li nav miletan, vekrina pirtûkxaneyên cihêreng, ahengên muzîkî û şanoyî, pêşangehên hunerî û yên cil û berg, wergerandin wêjeya pekhateyan…hwd.
Xweşbextan e ku îroroj zanist belav dibe û kesên tundrew kêm dibin û dunya bi vê şoreşa hevgînîyê dibe welatê her kesî û tu hakim û rewşenbîrê xerab êdî nema dikare wek berê zû bi zû çav û mejîyên xelkê bi yek car kontirol bike.